Firaz Baran
Albûma Koma Zelal a bi navê “Gurgum” sala 2017an derketiye. Albûm li Konstantînapolê Studyoya Sewtê hatiye amade kirin. Li Konstantînapolê Kom Muzîkê û li Almanyayê jî Mîr Muzîkê derxistiye.
Komê di vê albûmê de van stranan gotiye: Li Mereşê, Heval Heval, Anê, Cimikan, Ez Diherim, Tu Şîrînî, Ez Nadim, Arus, Aşê Îwe, Emrê Min û De Lê Lê.
Komê li ser berga albûmê gotiye: “Ji Engîzekan heya Nurhakan bila stranên me bibin rê…”
Navê “Gurgum”ê ji Ku Tê
Navê albûmê “Gurgum” e. Stranek bi wî navî tune ye. Gelo komê ji ber çi ev nav li albûmê kiriye?
Hîtîtiyan li Çorumê heya Lubnanê bi dest xistibûn. Vê axê li ser bingeha Parêzgehan (Eyalet) rêxistin kiribûn. Wê demê navê Parêzgehêkê Gurgûm, paytaxta wê jî Markasî bûye.
“Markasî” navê kevin ê bajarê Mereşê ye. Lewma beşek ji Kurdên Mereşê îro navê “Gurgum”ê bikartînin. Ji ber ku albûm bi devoka Berfiratê hatiyê amade kirin, Koma Zelal biryar daye ku navê kevin ê Parezgehê bide albûmê.
Faysal Dağlı di pirtûka xwe ya “Welatê Me” de li ser vî navî van agahiyan parve dike:
(Çavkanî: Faysal Dağlı; Welatê Me/Erdnîgar û Dîrok, Rûpela 245, Weşanên Mezopotamya, Kanûn 2003/Köln)
“Di dîroka niviskî de cara yekem, navê Gurgûmê di çavkaniyê Asûrî de derbas dibin. Li gor van çavkaniyan, navê bajêr wê demê ‘Markasî’ navê dewleta ku Hîtîtiyan li heremê avakiribûn jî Gurgûm bû.
Heta dema ku Romayiyan Kurdistanê bidestxistin navê bajêr wek ‘Markasî’ ma. Piştî vê, Împaratorê Romayî Kaligula, navê bajêr wek ‘Germanicia’ guherand. Heta ku Arteşa Ereb hat heremê, navê bajêr wiha ma.
Piştî Ereban, navê heremê bû ‘Mar’aş’. ‘Mar’aş’ bi Erebî tê wate ya ‘Cihê Lerzê’. Wê demê ji ber ku li heremê çeltûk, yanê birinc dihat çandin nexweşiya tayê, yanê sitma hebû. Kesên ku bi taya sitmayê diketin, laşê wan dilerizî. Tê hezrkirin ku Ereban vî navî ji ber vê yekê dabe bajêr.
Gurgûm piştî Ereban jî, ku ji alî Bîzansiyan ve hat dagirkirin. Di dema Bîzansiyan de pêşiyê wek ‘Marasiyon’, paşê dîsa wek ‘Maraş’ hat binavkirin.
Bajêr di nav Kurdan de niha wek ‘Gurgûm’ an jî Mereş, di nav Tirkan de jî wek ‘Kahramanmaraş’ tê binavkirin.”
Muzîkjenen Albûmê
Aranjor û derhênerê albûmê Turhan Yapıştıran e. Muzîkjen û teknîkerên albûmê jî ev in:
Studio: Sewt / İstanbul
Studio 2: Davide/ Londra
Mix: Engin Ersoy
Mastering: Muammer Tokmak
Tonmaister: Murat Yapıştıran
Perkusion: Ömer Arslan
Keyboard-Piano: Mete Aydın Çelik
Gitara Bass: Serkan Çabuk
Gîtara Akustîk û Klasik: Erdinç şenyaylar
Tembûr-Lavta-Sazbüş: Caner Yılmaz
Kemana Solo: Sinan Acar
Mey-Zirne: Ertan Tekin
Qewal: Serkan Yıldırım
Qlarnet: Onur Nazım Engin
Vokal: Koma Zelal (Reşo, Veysel, Şêxo, Daro)
Grafik: Hasan Tek
Stranên Albûmê
Li Mereşê
Gotin û Muzik: Ozan Vurali
Zar û zêçê me gişt kuştin
Li Mereşê li Mereşê
Miriyê me bê tirb hiliştin
Li Mereşê li Mereşê
Heval heval li Mereşê
Dîsgotin
Li dora me kes tune bû
Bê ku Xwedê û tu hebû
Li Mereşê li Mereşê
Heval heval li Mereşê
Buka we zari ker kirin
Bi neynûkan mix kirin
A ku nebû wê riyê kirin
Li Mereşê li Mereşê oy
Em wan rojan qet bîr nakin
A ku bûyî tek tek pirskin
Xwîna me bê sebeb ritin (rijandin)
Li Mereşê li Mereşê oy
Ozan Vurali û Gundê Qaşan (Kaşanlı)
Ozan Vurali ku ev stran çêkiriye, ji gundê Qaşanê (Gundê Kaşanlı-Afşîn/Mereş) ye. Faşîstan di dema Komkujiya Mereşê de 16 kesên ji Qaşanê kuştin. Eşa Qaşanê giran e.
Ev gund bi stranbêjên xwe ve tê nasîn. Emekçî, Îsmaîl Îpek, Vîcdanî, Meçhulî, Perîşan Guzel, Perîşan Alî, Hasan Yildiz, Firat Imîrza ji Qaşanê ne. Mirov dikare bêje li gund her malekê stranbêjek heye. Lewma li ser şehîdan pir şîn kirin. Vuralî ji nifşa dawî a stranbêjan e.
Her wiha em vê agahiyê jî bidin: Di nav şehîdan de bavê Hozan Emekçî û stranbêj Oliyê Kurd jî hebûn. Oliyê Kurd xwediyê strana Alê Fatê ye ku Hasan Yildiz û Firat Imîrza gotiye.
*
Heval Heval
Gotin û Muzik: Koma Zelal
Bişewite mala xayînan oy heval heval heval
Girtine dora hevalan oy heval Riza heval
Dilê dayîka we bi kule ez bimirim Riza heval
Dîsgotin
Oy heval heval heval Riza heval Beşîr heval
Doza we qet ji bîr nabe ez bimirim Riza heval
Şehîd bûye li Salmanpakê oy heval Riza heval
Canê we jî çima tazî oy heval Beşîr heval
Dilê dayika we bi kul e ez bimirim Riza heval
*
Anê
Gotin û Muzîk: Koma Zelal
Te çima anîme vê dinê anê anê wîy li minê anê
Derdê xelkê çima tunê anê anê lê li minê anê
Derdê min çiqas pir in anê anê ez bimirim anê
Lê lê anê anê anê wîy li minê anê
Wiy anê anê anê anê te li minê anê
Heqê xwe li min helal ke anê ez bimirim anê
Ma heqê te li min nemîne anê ez bimirim anê
Tu guleka nav baxçane anê anê wîy li minê anê
Tu nergîza nav dilê minî anê anê wîy li minê anê
Çima tu ji min sû(*) ye anê anê ez bimirim anê
Sûketin: Xeyd, Xeyidîn, heridîn. Bi devoka Berfiratê piranî car gotina “sûketin” bi kar tînin.
Kurteşîroveyek
Koma Zelal sala 2001 li Markazê (Pazarcik) hatiye damezrandin.
Kom bi devokê Berfiratê distirê. Vê encamên baş bi xwe re anî. Li Markazê, bi taybetî Kurdên ku di navbera salên 1985 û 2000an de ji dayik bûne, li şûna Kurdî dest bi axaftina Tirkî kiribûn.
Koma Zelal stranên xwe her tim bi kurdî gotin. Komê di konseran, çalakiyên taybet û dawetan de bi Kurdî stran digot. Bi rêya Koma Zelal ciwanan ji Kurdî hez kirin. Em dikarin bêjin komê li dijî asîmîlasyonê encamên girîng bi dest xistin. Koma Zelal stranên xwe li ser platformên dîjîtal jî parve kiriye û gihîşt bi mîlyonan guhdaran.
*
Cimikan
Gotin û Muzîk: Koma Zelal
Dostê li halan ketime halan
Li hêlê malê Cîmîkaniyan
Malan barkir çûne yaylan (zozan)
Danîn li ser kaniyê sewdaliyan (sewda: evîn)
Dîsgotin
Dostê ez ê ronedî me
Rindê ez ê bêxwedî me
Herçî kû ez dostê xwe dibînim
Hêstirê min têne xware
Dostê min qet tu roj nedî
Kesek li me nebû xwedî
Xelkê giştîkan yarê xwe dî (dît)
Min bi te ve bela xwe dî
Cimîkan: Li Markazê (Pazarcik) navê warekî ye. Li Cimîkanê sê gund hene: Dî Ebdila, Dî Şuke û Yaşilan. Her sê jî ji eşîra Atmî tên û endamên piyê Bûgan in.
*
Ez Diherim
Gotin û Muzîk: Ali Üstünses
Lê lê ti çiqas li xweyê xweşe
Te kiriye cigera min xwîna reşe
Min kìngê got ku ez ji te hez dikim
Tu hem derewçî hemê rureş e
Tim deng neke heke heke
Li vir û wê qala min meke
Zatî min li vî canî tu xêr nedî
Edî bese mekeve xwîna minî
Ezê tarim (herim) êdî nema
Wî derdî ji kê re bema
Xelk bi min re bûye dijmin
Sewa ku ez ser te de bême
Bila li min xin min bikujin
Bila li te re nekine dijmin
Xelkê yad li ku bizane
Gişt cigera min tijî xwîn
Dil sar nabî dil sar nabî
Dil ji hevdu dûr dûr nabî
Ku ez nasekinim tim tim bibêm
Arê dilê min dernabî
Ali Üstünses
Ali Üstünses, ku ev stran çêkiriye, stranbêjekî ji Pazarcikê ye. Dengê wî bilinde û xwedî qirikêk xurte. Paşnavê wî Alî Nurşanî lê kiriye. Çîroka navê “Üstünses” (Dengê Bilind) wiha ye:
Di destpêka salên 80î de, Ali Üstünses hatiye Almanyayê. Li vir ew rastî Nurşanî hatiye. Ew bi saetan ji hev re stranan dibêjin. Di dawiyê de Nurşanî westiyaye û gotiye: “Alî, dengekî te yê bilind heye. Ji niha û pê ve navê te Ali Üstünses e.”
Ali Üstünses ji gundê Milane Soqî yê Pazarcikê ye. Kurê Dengbêj Hisênê Memûd e. Bavê wî dema ku cîhana xwe gerî dora 90 salî bû. Dema kalbûyîna xwe jî deng û bîra wî xurt bû. Ali Üstünses li Pazarcikê bi navê “Olî Gorçîne” an jî “Olî Milî” tê naskirin. Gorçîn navê diya wî ye û Mîlan navê gundê wî ye.
Bi ya min, ger navê stranê “Dil Sar Nabî” bûya, dê baştir dibû.
*
Tu Şîrînî
Gotin û Muzîk: Gelerî
Herêm: Elbistan
Dîsgotin
Were lê tu şîrînî şîrîna minî
Were lê tu birînî birîna dilê minî
Şîrîna min çûye serê kaniyê avê
Ez heyrana te û gul û renge te bim
Min ji şîrînê xwe ra desmalaka sorik şand
Şîrînê qebul nekir ji tirsê bavê
Şîrînê zaf hêrs ketiye sibê zû hatiye
Zimanê xwe dirêj kir got tu min birevîne
Min desmalek ji şîrînê xwe re şandî
Şîrîn pir keyfxweş bû îro pê şa dibe
*
Ez Nadim
Gotin û Muzik: Geléri
Herêm: Bazarcix
Keçika ku seri de dibêje: Havin Geçici
Wîy ez nadim nadim
Wîy ez Gewrê nadim
Gewrê min şarpê xwe tine
Wîy ez gewrê nadim
Tê bidî bidî
Tê Gewrê bidî
Ezê şarpė bînim
Li ser poran deynim
Gewrê te bistînim
Wi ez nadim nadim
Wî ez Gewrê nadim
Gewrê min filarê xwe tine
Wî ez Gewrê nadim
Tê bidî bidî
Tê Gewrê bidî
Ezê filaran bînim
Li ser lingan deynim
Yarê ji te bistînim
Wîy ez nadim nadim
Wîy ez Gewrê nadim
Gewrê min goriyê xwe tine
Wîy ez Gewrê nadim
Tê bidî bidî
Tê Gewrê bidî
Ezê goriyan bînim
Li ser guçikan deynim
Yarê ji te bistînim
Wiy ez nadim nadim
Wîy ez Gewrê nadim
Gewrê min berçavek tine
Wiy ez Gewrê nadim
Tê bidî bidî
Tê Gewrê bidî
Ezê berçav bînim
Li ser çavan deynim
Yarê ji te bistînim
Wi ez nadim nadim
Wiy ez Gewrê nadim
Gewrê min kurika xwe tine
Wiy ez Gewrê nadim
Tê bidî bidî
Tê gewrê bidî
Ezê kurika bînim
Li ser ningan deynim
Yarê ji te bistînim
Wiy ez nadim nadim
Wiy ez Gewrê nadim
Gewrê min seata xwe tine
Wîy ez Gewrê nadim
Tê bidî bidî
Tê gewrê bidî
Ez ê seatek binim
Li ser pîyan deynim
Yarê ji te bistînim
Wiy ez nadim nadim
Wîy ez Gewrê nadim
Gewrê min fistana xwe tine
Wiy ez Gewrê nadim
Tê bidî bidî
Tê Gewrê bidî
Ezê fîstanek bînim
Li ser bejnê deynim
Yarê ji te bistînim
Kurteşîrove: Stranên kurdên Pazarcik, Afşîn, Elbistan û Konyayê bi vî awayî hatine xêzkirin. Xwestekên ji jiyanê bi zimanekî pir sade têne îfadekirin. Strana li jor mînakek ji vê ye.
Havîn û Bavê Xwe
Koma Zelal ev strana gelerî li Markazê (Pazarcik) berhev kiriye. Li gorî min di albûmê de strana taybet û otantîk “Ez Nadim” e. Dema ku em li Pazarcikê gund bi gund bigerin, em dikarin gelek stranên Kurmancî berhev bikin. Ji ber ku li her gundekî stran, şîn û beytên cuda derketine. Bo vê stranê ez spasiyek taybet ji komê re dikim.
Her wiha destpêka stranê keçikek biçûk (Havîn Geçici) helbestê dixwîne. Ew keça Mikail Geçici ye. Bav zirne lêdixe. Birayê Havînê jî daholê lêdixe. Di nav malê de her tim bi Kurdî deng dikin. Malbatek ne polîtîk e lê çanda xwe hez dikin û asîmîle nebûne. (Hinek malbatên me hene ku polîtîk in lê mixabin bi zarokên xwe re Kurdî neaxivin. Ne ji bo rexneyê lê bo rastiyekê parve dikim.)
Îro Mikail Geçici û kurê xwe Hesen bi dahol û zirneya xwe diçin dawetên Pazarcik û Elbistaniyan û çanda me ya muzîk û govendê di nav gel de geş dikin.
*
Arus
Gotin û Muzîk: İbrahim Öztopal
Dêra dêra lê Arus dêre
Te li hêlê Evdilan xêre
Ewî ku tu begenmîş kirî
Îşan nake lê
Bê ki kêre
Î dibê çêraaaa
Dîsgotin
Arus Arus lê tu Arusa
Utanmazê (!) lê bê xêrsize
Tu ji Xwedê xwe bitirse
Were halê lê min bipirse
Çolê gundê Fîle min got ew duze
Ku min bang kir lê tu bibihîze
Ne zariyekî celînîme
Tu bi eşqê min nelize
Hêlê Evdilan gişt tizbika
Şarpê danî serî tazî ke
Dibê ku ew tiştî nizani
Min derdê te lê kirine zike
*
Aşê Îwe
Gotin û Muzîk: Gelerî
Ay de lêêêêê
De lê lê lê
De lê lê
Hevalno ez çi bikim min got iro dilê min li vêye
Ezê dinalim û narime li pe
Erkane min re bûyîne qet danaye
Erê li serê sibe li berî berbangê
Şêx Bozanê Pîrê rabûye avê û quşê
Ê ku bike sor û suwal li vê koçê xelkê
Way dilo way dilo way dilo
Way dilo de lê lê de lê lê
Min got Xalooo Xalooo
Min got: Ku ji were dibêjin ku koça kê ye
Got: Lawo lawo lawo lawo
Tu nizani bi wêra dibên ku koçê Aşê Îwê
Melhema dilane melhema dilane
De lê lê de lê lê lê
Lê Aşê lê çav reşê de lê lê
Ay de lêêêêê
De lê lê lê de lê lê
Hevalno ezê daketime gundê Ziyaretxane
Gundê kortê
Erê ê te gime gime hasê (dengê) dahol û defê
Min mêze kir ku keçikeke ketiye serê halay û govendê
Sê çîtê Xelîl Beg badaniye li berê çenikê
Herê lêvê qeytane mîna kaxitê cixarê
Erê eynê pan e mina gobegê hîvê
Way dilo way dilo
Min got ezê hilgirim wêêêê
Yan ji ezê bimirim sewa wê
Way dilo way dilo
Lê Aşê tu Aşê Îwê ye
Gul û çiçegê dunyaye
Şewqa xwe daye ortalixê
Ne hîve ne roje
Way dilo way dilo
De lê lê de lê lê lê
Aşê lê çav reşê de lê lê
Destana Aşê Îwe
Destana Aşê Îwe dirêj e. Min ji 32 dengbêjan ev stran girtiye û bi giştî dibe ku 6 saat derbikeve. Hem bi çîrok, hem bi stranê tê gotin. Çîrok 9 meh berdewam kiriye. Li Kobanêyê û li ser Kaniya Kurda derketiye.
Strana Aşê Îwe îro li Kobanê, Efrîn, Pirsûs (Siruc), Qerecdex, Elbistan, Pazarcik û Semsûrê tê gotin.
Her wiha min di nav pirtûka zargotinê a Celîlê Celîl û Ordîxanê Celîl jî 3 rûpel dîtiye. Lê ez nizamin stran çawa çûye Ermenîstanê. Mamoste Celîlê Celîl û birayê xwe Prof. Ordîxanê Celîl dema ku ciwan bûne bi hev re stranên bi kurdî berhev kirine. Yek ji wan Aşê Îwe ye. Em bi rêzdarî Apê Ordîxan bibîrtînin û spasiya xwe ji wan re pêşkeş dikin.
Govenda strana Aşê Îwe jî heye. Li Markazê (Pazarcik) dawetek bê Aşê Îwe nabe. Ez jî ji Markazê me. Me govend parastiye û aniye lê stran û çîroka Aşê Îwe me winda kiriye. Stranbêjên me herî zêde 10 deqe dizanin.
Ev jî sûcê dagirkeran e. Zimanê me qedexe kirin û me bêhejmar destan, stran û beytên kurdî winda kirin. Dengbêjên ku wan dizanin yek û yek cîhana xwe guherandin û nirxên me bi xwe re birin. Pêwîste ez demekê biafrînim û nivîsandina Destana Aşê Îwe xelas bikim.
Emrê Min
Gotin û Muzik: Koma Zelal
Emrê min nîvî çû
Sawa te nema here dinê here
Emrê min nîvî çû
Sawa te nema meke diné meke
Dîsgotin
Meke dinë meke
Serî xwe rake
Çavê min mézeke
Navê te êdî li min re herame
Here dinë here
Ezê nizanim ku ki sebebe
Meke dinë meke
De Lê Lê
Gotin: Ermeniyên Gurgumė
Müzik: Koma ZELAL
Herêm: Elbistan
Çiyayê Gulêyo Çiyayê Gulêyo
Mal bar dikin ji yayleyo (yayla: zozan)
Ez qurbana wê yaylê bim
Mala rindikê min navdano
Dîsgotin
De lê lê de lê lê de lê lê lê
De lê lê de lê lê de lê lê were lê
Îro dîsan îro disan
Tu kes nema li kilîsan (kilîsa: dêr)
Çavê dayîka te birijin
Nedane mêran
Te dane pisan
Çavê dayîka te birijin
Heyfa mêran
Te dane pisan
Ermeniyên Gurgûmê
Strana “De Lê Lê” ji Ermenan maye. Vê stranê Firat Imirza jî gotibû. Bi xwe aliyekî malbata Firat Ermen e, aliyek jî Kurd e.
Sala 1915ê nifûsa navenda bajarê Mereşê 70 hezar bûye. Ji wan 35 hezar Ermen bûne. 65 km dûrî Mereşê Zeytûn hebûye. Li bajaroka Zeytûnê jî 17 hezar Ermen hebûne. Her wiha li Elbistan û Markazê (Pazarcik) jî gundên Ermenan hebûne.
Dema Komkujiya Ermenan (1915 û 1920) gelek ji wan dikujin. Ê ku xwe rizgar kirine li ser Efrîn û Helebê derbasî Beyrûdê bûne. Li wir 2-3 salan dixebitin û keştiyan kîra dikin û diçin Marsîlyayê. Li wir jî 2-3 salan dixebitin û dîsa li ser keştiyan bar dikin û diçin Parzemîna Başûrê Amerîkayê.
Ji ber ku baweriya wan ji Fransiyan re naye. Fransiyan bi Tirkan re sala 1920 peyman mor kirin û Ermenan bêparastin hiştin û li bajêr derketin. Piştî ku Fransî çûn Tirkan wek sala 1915ê dest bi komkujiyê kirin.
Ermenên ji Mereşê îro li Arjantîn, Brazîl û Uruguayê jiyan dikin. Li wir komeleyên xwe hene. Bûye sed sal lê zimanê xwe diparêzin. Li gorî daxuyaniyên komeleya Buenos Airesê nifûsa Ermenen Mereşê sala 2005an li Arjantîn, Brazîl û Uruguayê 45 hezar bû.
Dewleta Tirkan sala 1923 hate ava kirin. Dewletê hemû mal û milkên Ermenan dizî û da destê Tirkan. Ev di dîroka Mereşê de mezintirîn diziya ku hatiye kirin e.
Studyoya Sewtê û Murat Yapiştiran
Albûma Koma Zelal a bi navê “Gurgum” li Konstantînapolê li Studyoya Sewtê hatiye amade kirin. Xwediyê Sewtê Murat Yapiştiran bûye. Malbata Yapiştiran di nav muzîka Kurdî de xwedî kedekê mezin in. Hersê birayan (Turhan, Memo û Murat) ji sala 1991ê hetanî îro xizmetek girîng bo muzîka Kurdî kirine.
Kak Turhan yek ji avakarê NÇMê (MKM-Mezopotamya Kültür Merkezi-Navenda Çanda Mezopotamyayê-1991) ye. Me destpêkê jî nivîsandibû, derhêner û aranjorê vê albûmê ye jî. Memo jî endamê Koma Berxwedan e û bi taybetî bûye salên dûr û dirêj bi Mamoste Xelîl Xemgîn re dixebite.
Me telefona Murat Yapiştiran kir û em li ser albûma Gurgumê axivîn. Murat dibêje:
“Ew albûmek bû ku min ji tomarkirina wê kêf girt. Endamên Koma Zelal bi nêzîkatiya profesyonel, bi samîmiyet û dilsoziya xwe me hemûyan bandor kirin. Kom ji sê kesan pêk dihat.
Heval li Pazarcik, London û Stenbolê hatibûn. Ji sê deverên cuda hatibûn lê te bêje her tim bi hev re bûne. Ahenga wan xwe diyar dikir. Binesaziya muzîkê di bin aranjeya Turhan de hate çêkirin. Hemû stranên albûmê bi devoka Berfiratê ne. Lewma rengek taybet da Kom Muzîkê.”