Navê albûma duyemîn a Kawa “Taya Dila” ye. Ev albûm sala 2004an li Düsseldorfê Mîr Muzîkê, li Konstantînapolê jî Kom Muzîkê bi hev re derxistiye. Albûm ji 12 stranan pêk tê. Gotin û muzîka 10 ji wan Kawa çêkiriye. Du stran jî gelerî ne. Lîsteya stranên albûmê li jêr e:
Welatê Me
Gotin û Muzîk: Kawa
Hêviya Me
Gotin û Muzîk: Kawa
Newroz
Gotin û Muzîk: Kawa
Hozanê Dil
Gotin û Muzîk: Kawa
Bilbil
Gotin û Muzîk: Kawa
Qederê
Gotin û Muzîk: Kawa
Ez Bê Teme
Gotin û Muzîk: Kawa
Lorî Lorî
Gotin û Muzîk: Kawa
Evîna Mem
Gotin û Muzîk: Kawa
Rindê
Gotin û Muzîk: Kawa
Kanî Kanî
Gotin û Muzîk: Gelêrî
Herêm: Anatoliya Navîn
Heyranê
Gotin û Muzîk: Gelêrî
Herêm: Serhed
Nivîsa Kawa
Kawa di albûmê de peyamek spasdariyê parve kiriye. Ji ber ku albûma yekem pir hatibû hezkirin, gotiye “Ev bû berpirsiyariyeke dîrokî.” Peyama Kawa wiha ye:
“Gelî Guhdarên Hêja
Berhemên baş bi alîkariya dost û hevalan dixemilin. Vê hevkariyê Ava Evinê herikand nava dile milyonan. Vê yekê barê min girantir kir û ez bi berpirsyariyekî dîrokî hajotin. Rexne, pêşniyar û pesnên li ser Ava Evînê bû hêza herî mezin ji TAYA DILA re ku vê gavê li ber deste we ye. Weke xizmetkarekî stran û hunera Kurdî ya resen (otantîk), ez tedikoşim ku bikaribim di meşa azadiya gelan de bibim dengek kûr ji evîn, birîn û rabûna we re.
Xemla herî bedew di vê berhêma min de ya we guhdarên hêja ye. Loma jî spasiya pêşîn ji we re ye ku her tim hêz û evîneke nû dixin nava xebata me. Bi dileki tije evîn ji bo doza welat û gelê xwe yê qehreman, “Taya Dilan” mîna xelatekî ji min bipejirînin.
Guhdarên Delal
Wekî mamosteyê mezin Ehmedê Xanê tîne ziman: “Dostê te ji bo te bira ye, hem çav e hem jî çira ye”. Bi alikariya gelek Hunermend û Dilsozên hêja û Mîr Muzîk û Kom Muzîkê min xwast lehiya Ava Evînê bi Taya Dila re bikim yek û pêşkeşî gelê xwe bikim.
Spas ji bo Mîr Muzîk û Kom Muzîkê ku bi xebata xwe ya giranbuha dengê me digêhînin her dera axa welatê me.
Mamosteyê min Xelîl Xemgîn bi fikir, pêşniyaz, rexne û alikariya xwe moralê heri mezin da min, tu her hebi.
Derhênerê min ê hêja Turhan Yapıştıran, Maistroyê min Memo (Mehmet Yapıştıran) ku çar sal in hûn şev û rojan bi min re yekdil bûn, spas bi can û dil ji we re!
Aranjorê pispor Oğuz Abadan (Bozo Çerkez), Tonmaister Nail Yurtsever û Merdan Zirav ji bo keda we spasdar im, we albûma min xemiland.
Hunermendên hêja: Seyîdxan, Yilmaz, Zarîfe, Fatê, Canan Can, Gûlê… Silav û rêz ji bo ku we reng da albûma min û we ez bi tenê nehiştim.
Huso (Hüseyin Çiftçi) bi Computer û teknîk, Kemal Ceylan bi dengê meya melûl, Hevalê min Alkan, Zelal Güncü, Kakşar Oremar bi nivisara xwe, alikarî dan min, spas dikim ji we re.
Cabbar Barış û xebatkaren Kom Muzîkê ez bi heviya dîtina we me. Kedkar û xebatkarên Mîr Muzîkê hêza herî mezin we da min. Zor spas…”
Gotinên Stranan
Welatê Me
Gotin û Muzîk: Kawa
Va bihar te ser ware me
Kefxweşî şahî û mizgîn
Azad dibe welate me
Ew niştimana rengin
Dîsgotin
Tu pir xweşî wek dayîkan
Me bilorîne welat
Xewne hemû şevan tuyî
Denge dile me welat
Şox û şeng e nav û deng e
Xemrevîn e xemla te
Ba û baran tev derman in
Weke aven kaniyên te
Çem û kanî, sosin, rihan
Bedewe dest û zozan
Şewq û şemal xweşik delal
Welatê min sebra dilan
*
Hêviya Me
Gotin û Muzîk: Kawa
Rabû ji axa pîroz serî bilind kir
Nîşana azadiyê me ji xwe re diye
Xelatek ji rebê jor ji me re hatiye
Baweriya me pê heye me jê bi hêvî ye
Dîsgotin
Hêvî hêvî hêvî hêvî hêviya me bi te
Hêvî û baweriya mezin dibarin ji çavên te
Tu rojî, Zîlan stêrk in civiyan li dora te
Nûra welatê me hêviya me bi te
Tu peyva li ser lêvan kaniya dilan
Herikî nav axê reng dide gulan
Herikî deşt û zozan reng dide gulan
Ji birînên me re tu yî heqîmê loqman
Ev strana min ji bo te ey roja Kurdan
– Ev stran bo Serokê PKKê Abdullah Öcalan hatiye çêkirin. –
*
Newroz
Gotin û Muzîk: Kawa
Newroz roje û dîlane
Roja cerg û milane
Erd û ezman dikene
Newroz bêhna gulane
Dîsgotin
Newrozê, Newrozê
Sed silav ne carek
Hele cejna serhildanê/berxwedanê
Pîroz û bimbarek
Newroz roje bilind û
Pîroz kin vê roja nû
Vexin agirê pîroz
Newroz ji bo me bû doz
Agirê Newroz gur kin
Dîlana xwe mezin kin
Gazî keç û xorta kin
Newroza xwe pîroz kin
Stranên Newrozê
Gelê Kurdistanê ji dîroka kevnar ve Newrozê pîroz dike. Newroz sala nû, dawiya zivistanê, hatina biharê û vejîna xwezayê nîşan dide.
Ji Baba Tahîrê Uryan heta Ehmedê Xanî, ji Şerefxanê Bedlîsî heta Pîremerd gelek feylesof, helbestvan û nivîskaran li ser Newrozê helbest û gotar nivîsandine.
Newroz bûye mijara roman, şano û peykeran jî. Şaxa hunerê ya ku bo Newrozê herî zêde berhem derxistiye bêguman muzîk e. Bi zarava û devokên kurdî yên cuda bi sedan stranên Newrozê hene.
Di serdema nûjen de hunermendan dest bi tomarkirina van stranan kirine. Yek ji hunermendên ku li ser Newrozê herî zêde stran gotiye Aram Tîgran e. Tîgran stranên bi navê “Newroz”, “Newroz û Adar”, “Bi Xêr Hatî Tu Newrozê” û “Mazlum Şerê Kurdistanê” xwendiye. Strana “Newroz” a ku gotinên wê yên Cegerxwîn bû, li seranserê Kurdistanê gelekî nav û deng daye. Mamoste wiha dest bi stranê dike:
“Newroze Newroze
Sibe ye Newroze
Maçek bide min yar
Cejna te pîroze”
Strana “Salî Tezeye Newroze” ya Hesen Zîrek jî li Kurdistanê gelekî deng vedaye. Di sedsala 20. de bûye yek ji stranên Newrozê yên ku herî zêde hatiye guhdar kirin. Mamoste Zîrek dibêje:
Em rojî salî taze ye Newroze hatewe
Cejnekî konî Kurd e be xoşî û be hatewe
Hin hunermendên din ên ku bi temaya Newrozê stran çêkirine ev in:
Şehîd Çiya di kaseta xwe ya yekem de strana bi navê “Newroz”ê gotiye. Gotin û muzîka stranê a Şehîd Çiya ye.
Koma Botan a ku sala 1986an li Berlînê hatiye avakirin, di albuma xwe ya bi navê “Ber bi Ro” de stranek bi navê “Newroz”ê gotiye. Gotinê stranê Hozanvan Cankurd nivîsiye û muzîka wê jî Ümit daniye.
Navê kaseta ku Koma Şîrvan di sala 1990î de derxistiye “Newroz” e. Beser Şahîn di kaseta xwe ya bi navê “Nurheq” de strana “Newroz”ê (Gotin û Muzîk Beser Şahîn) gotiye. Koma Azad albûma ku sala 1993 derxistibû stranek bi navê “Newroz”ê xwendiye.
Dilovan jî di albûma xwe ya bi navê “Dayîka Min Kurdistan” de stranek bi navê “Newroz” gotiye. Gotin û muzîka stranê aîdî Dilovan e.
Em dikarin mînakên jêrîn jî nîşan bidin:
Dilgeş: Kaseta Biçûka Canê; strana Newrozê xwendiye. Gotin û muzîk a Dilgeş e.
Hekîm Sefkan: Di albûma “Zarokên Deştê” de stranek bi navê “Newroz” gotiye. Gotin û Muzîk a Hekîm Sefkan e.
Şehrîbanê Kurdî: Di albûma “Em Hatin” de strana “Arê Newrozê” gotiye. Gotin û muzîk A. Rahman û M. Emîn Dêrikî çêkiriye.
Şemdîn di yekemîn albûma xwe ya bi navê “Ala Rengîn” de strana bi navê “Newroz Cejnek Hêja ye” gotiye. Gotin û muzîka stranê Şemdîn daniye.
Piştî salên 2000î gelek stran bi temaya Newrozê hatiye çêkirin. Yek ji van strana “Newrozê” ye ku Kawa gotiye. Gotin û mûzîka stranê Kawa daniye û ev stran li Kurdistanê gelek deng vedaye (Gotinên stranê me li jor parve kiriye).
Hunermendên Kurd bi taybetî ji sala 2010an û vir ve li ser stranên Newrozê gelek klîb kişandine. Yek ji van klîba strana “Garê Newroze” ya Baran Dilbahar e. Klîb di demeke kurt de li ser kanalên cuda yên medyaya civakî ji 30 mîlyonî zêdetir hatiye temaşekirin.
Her wiha gelek hunermend û komên muzîkê yên wekî Eyaz Yûsiv, Zozan, Awazê Çiya, Hesen Şerîf, Mihemed Xelîl, Cewad Merwanî, Serdar û Aydin jî li ser Newrozê stran çêkiriye.
Stranên Şehîdên Newrozê
Civaka Kurdistanê heta sala 1982an Newrozê weke cejna biharê û roja yekem a sala nû pîroz kiriye. Di 21ê Adara 1982an de wateya Newrozê ji bo civaka Kurdistanê guheriye. Wê rojê Mazlum Dogan ji bo protestokirina îşkenceyên li Girtîgeha Amedê canê xwe feda kiriye. Mazlum Dogan li pey xwe sê çîpên kîbrîtê hiştiye. Mesaja wî gur kirina agirê Newrozê û berxwedanê bûye.
Piştî vê çalakiyê civaka Kurd wateyeke cuda daye Newrozê. Wateya Cejna Newrozê veguheriye “Berxwedan Jiyane”. Piştî Mazlûm Dogan, sala 1990î Zekiye Alkan, sala 1992an Rehşan Demîrel û sala 1994an jî Ronahî (Bedriye Taş) û Bêrîvanê (Nilgün Yıldırım) di roja Newrozê de bedena xwe dane ber agir.
Hunermendan ji bo şehîdên Newrozê jî stran çêkirine. Hinek ji wan li jêr in:
Aram Tîgran: Di albûma xwe ya bi navê “Serxwebûn Xweş e” de berhema xwe ya bi navê “Mazlum Şêrê Kurdistan e” xwendiye.
Dilgeş: Di albûma Biçûkê Canê de berhema xwe ya bi navê “Heval Mazlum” xwendiye.
Xemgîn Bîrhat: Di albûma xwe ya bi navê “Xortên Kurdistan” de strana xwe ya bi navê “Delîl û Mazlum” gotiye.
Dilovan: Şehîd Rizgar helbestek bi navê “Keça Kardan Zekiye” nivîsiye. Dilovan bo helbestê muzîkek çêkiriye û gotiye.
Berfîna Besta: Komê bo Zekiye Alkan strana bi navê “Zekiye” gotiye. Gotin û muzîka stranê Mahabad Amedî daniye.
Koma Berxwedan jî ji bo Zekiye Alkan stranek gotiye. Komê albuma “Şad Bibe Welatê Min” sala 1990î de derxistiye û strana “Zekiye û Newroz” gotiye.
Agirê Jiyan sala 1996an yekemîn albûma xwe derxistiye. Di vê albûmê de stranên bi navê “Rehşan” û “Adarê” gotiye. Strana Rehşan behsa şehîda Newrozê Rehşan Demîrel dike.
Koma Amed strana bi navê “Ronahî Bêrîvan” çêkiriye. Komê bi vê stranê şehîdên Newroza sala 1994ê Bedrîye Taş (Ronahî) û Nîlgûn Yildirim (Bêrîvan) bi bîr aniye.
Hozanê Dil
Gotin û Muzîk: Kawa
Piştî çend salan min te dî
Ne xewn bû min bi çave xwe dî
Pir şa bûm bi dîtina te
Helbesta bi denge nave te
Dîsgotin
Helbesta jîne nivîsand bi xwînê
Bilbilê gûlan ji derya evînê
Pirtûka dilan nivîsand bi xwînê
Hemze şehîd bû bazê Merdînê
Çave xwe veke hozanê dila
Bi ciwanî keta reza nemira
Can bi gorî oxir be ji te ra
Awaza şalûl bilbila
Dema xatir xwest û diçû
Şirin û rûşemal ronahiya li rû
Ji me dûr ket qet nayê çû
Helbesta jînê hozanê dil tu
Têbînî: Xelîl Xemgîn di dawiya stranê de şîn kiriye û bi dengê xwe yî zîz şehîdê me bibîr aniye. Albûma yekem jî hostayê muzîkê Xelîl Xemgîn Kawa re duet kiribû û di hin stranan de vokal gotibû. Ev alîkariyek girîng e. Dilnizmiya stranbêjên ji kevneşopiya Koma Berxwedanê tên diyar dike.
Strana “Hozanê Dil” li ser şehîd Hamza Yavuz (Vasfî) hatiye nivîsandin.
Hamza Yavuz sala 1963 li gundê Derîfkan a Kercewsê ji dayik bûye. Malbata wî koçî Midyadê dike û ew li wir mezin dibe. Dema ku diçe lîseyê, fikra rizgariya neteweyî nas dike û tevlî şoreşê dibe. Salên dûr û dirêj li zindanên dagirkeran de hatiye girtin. Piştre derketiye û çûye çiyayên Kurdistanê û bûye gerîla.
Dawiya dawî nexweş dikeve û ji ji bo dermankirinê derbasî Al manyayê dibe. Di 20ê Tebaxa 2000an de li bajarê Saarbrückenê jiyana xwe ji dest dide û şehîd dikeve. Hamza Yavuz bi helbestên xwe ve hatibû nas kirin û Weşanên Mezopotamya pirtûka wî weşandibû.
Hamza Yavuz xizmê şanoger Remo Can e. Kawa kirîvê zarokên Remo Can e. Kawa bi vegotinên Remo Can Hamza Yavuz nas dike. Dema ku pirtûka wî dixwîne strana Hozanê Dil dinivîsîne û di meqama hicazê de distirê. Ji bo stranê klîbek hatibû kişandin ku ev 20 sal timî di televîzyonên kurdî de tê weşandin.
*
Bilbil
Gotin û Muzîk: Kawa
Were bilbil were bilbil
Ji min re bêje çima tu melûlî
Li ser darê mayî tenê bêhevalî
Ez nizanim kul û xemên te çiye tu ewqas bêhalî
Were bilbil ji min re bêje Erdal û Serdar kanê
Were ba min ez ji tere bêjim derdê xwe
Birîndarim birîndarê hevalê xwe
Şev û rojan bi hesreta wan dinalim
Ji ber wî ye ku ez xembar û bêhalim
Bilbil
Were bilbil
Ji min re bêje derdê Erdal û Serdal
Kesera piling û berxwedan bilbil
Strana bi navê „Bilbil“ ji bo du birayên şehîd hatiye nivîsandin. Stran li ser Erdal (Piling) û Serdal (Berxwedan) Gultekîn e. Ew ji Xinisê ne. Dê û bavên şehîdan li bajarê Essenê (Elamanî) jiyan dikin. Bav Cemîl Gultekîn endamê KNKê ye.
Dema ku Kawa dibe endamê Koma Berxwedan ji bo xebatên komê diçe Almanyayê û malbata Gultekîn nas dike. Dema ku hînî çîroka Erdal û Serdal dibe, jê bandor bûye û strana Bilbilê saz kiriye û di albûma Taya Dila de xwendiye.
*
Qederê
Gotin û Muzîk: Kawa
Evîn bi çavên naye dîtin wey dîlbera min
Qudum şikestî çav westiya wey delala min
Hey dil dişewite kûr dinale te tîne bîra min
Bextê te me gazina neke ji reş qedera min
Ez dipirsim ji dilê melûl ax kanê dîlber
Ew li min şewitandî can dil û ceger
Te ez kuştim û helandim ez bûme derbeder
Bextê te me naziya meke delala min de wer
– Stranek ji evîniyê –
*
Ez Bê Teme
Gotin û Muzîk: Kawa
Dema tu çûyî mihiba min bi te re
Ew evîna melûlî can tê de dihêre
Êdî ez ji vira çûm bêbextê tu were
Êdî ez ji gund de çûm bêbextê tu were
Ew soza te da min, min jê ne bawer e
Dîsgotin
Lê delalê lê çi kir te kir
Di serê min de bela vekir
Ez bûm koçerên çol û çiya
Lê bêbextê te çi bi min kir
Ez bûm koçerên serê çiya
Lê bêbextê te çima wiha kir
Tu qet ne bê xweyî, ez her tim bê te me
Tu tim li ba xweyî, lê ez dûrî te me
Kêf û sebra xweyî, ez dildarê te me
Kêf û eşqa xweyî, ez dildarê te me
Ew soza te da min, te digo yara te me
Çavan te digerînim, lê ez te nabînim
Te ar berda canê min, ez venamîrim
Ne şev li min şev in, ne roj li min rojin
Ez û bedewiya te, ceger li min disojin
– Stranek ji evîniyê –
*
Lorî Lorî
Gotin û Muzîk: Kawa
Min bihîstiye bûye dewran
Du kevok ji ware min firiyan
Ji bîr nabe çiqas zor e
Eş û jan e derd û kul e
Dîsgotin
Lorî lorî Erdal bira
Sorgul xelat li baxe gula
Heya hebim bi ax û zar im
We dihebînim bi cerg û dila
Birîndare birîndare
Birîna birê min xedare
Li ware min qerîn fîxan
Dayikê min reş peça ne
Di albuma Taya Dila de strana bi navê „Lorî Lorî“ jî li ser şehîd Engîn Sîncer (Erdal) e. Sîncer, endamê Komîteya Navendî ya PKKê bû û di Tebaxa 2003an de şehîd ket.
Engîn Sîncer jî endamê KNKê bû û di destpêka salên 2000î de li Ewropayê xebatên dîplomasiyê meşandibû. Di vê heyamê de Kawa û Sîncer li Brukselê, li avahiya navendî ya KNKê hevdû nasdikin. Piştî wê, ew dem bi dem li Belçîka û Almanyayê dicivin û li ser mijarên cûda sohbetê dikin. Kawa, Engîn Sincer wiha pênase dike:
„Cîhê xwe gûl û nûr be. Heval Erdal mirovekî pir kûr bû. Wî derketina albûma min a yekem pîroz kiribû. Ez li Beyrûdê çûme konserekê. Li wir min xebera şehadeta wî girt. Hadîseyek mezin bû ku jiyana min de ez pê xemgîn bûme.“
*
Evîna Mem
Gotin û Muzîk: Kawa
Hîn dibêjî te bibînim
Te jiyan li min kir zindan
Te derîyê dil li min dada
Kefen min re bûye heval
Gora tarî ez kirim mêvan
Dîsgotin
Nebarîne hêsrê çawan
Dilê min bû behra xeman
Te da min şerbeta dilan
Ji evîna Memê Alan
Ez li virim dil bi te re
Ku de diçî dibî bi xwe re
Dikim nakim pê nikarim
Dil û can xwîne ne kevire
Kanî delala min wayê
Bûm hêsîrê wan derdayê
Gunehê min çi bû dayê
Te ez anîm vê dinyayê
*
Rindê
Gotin û Muzîk: Kawa
Lê lê gewrê lê lê lê yarê
Wek berfîna li dem buharê
De tu were li min vegere
Bedewê kubarê
Dîsgotin
Lê lê rindê lê lê rindê
Lê lê rindê rindika min
Hey rûkenê lê xweşikê
Wey delaliyê yara min
Bîsk badane çav kil kirin
Kilekî ji kilê subhanî
Li min nerî hûr hûr kenî
Hişê min deranî
Car dikenî car digirî
Tu wekî hîva bin ewrî
Bese bilîze bi dilê min
Ey rindika min
*
Kanî Kanî
Gotin û Muzîk: Gelêrî
Herêm: Anadola Navîn
Disgotin
Kanî kanî kanî dînam kanî
Kanî kanî kanî rindam kanî
Kanî soza te daye min kanî
Xêrê nebînî tu ji wî canî
Emrê ku çû nîvê li goristanî
Bendê dilê min tevî diqetî
Tu ji ber çavê min dadiketî
Ma tu hembêz bikî mêrê kotî
Çawa te dane li wî weletî
Rinda min te dane mêrê kotî
Meke meke meke dînam meke
Meke meke meke rinda min meke
Kotiyê mêrê xwe bi qurbana xwe ke
Bavê xwe yê gawir temîn ke
Bila rinda min bê qedrê te meke
Bila gewra min bê xatirê te meke
*
Heyranê
Gotin û Muzîk: Gelêrî
Herêm: Serhed
Dîsgotin
Heyran, heyranê lê, heyran heyranê
Heyran, heyranê lê sed car qûrbanê
Ez û heyrana xwe çûne qirşika
Ez û delala xwe çûne qirşika
Li me derketin lê siwarê Badika
Ha ji me dixwestin lê her du keçika
Çûn ji me dixwestin her du keçika
Ez û heyrana xwe çûne guhniya
Ez û delala xwe çûne guhniya
Ha li me derketin lê siwarê Dimiliya
Ha ji me dixwestin lê her du zeriya
Çûn ji me dixwestin her du zeriya
Ez û heyrana xwe çûne zozana
Ez û dela çûne zozana
Ha li me derketin lê siwarê Elmana
Ha ji me dixwestin lê her du delala
Çûn ji me dixwestin her du delala
* Vê danasînê Firaz Baran nivîsandiye.