Ali Haydar Kaytan(*)

Şehîd Alî Haydar Kaytan yek ji damezrînerê PKKê ye. Ev axaftina Kaytan di Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) de hatiye wergirtin.
Çavkanî: Devrîm Amed-Ahmet Çîmen: ANF, 10ê Gulan a 2012/Zagros
*
Îro bûye 20 sal… Hevala Mizgîn şehîd ketiye. Ez bejna xwe bi rêzdarî li ber bîranîna wê ditewînim. Ew beriya darbeya 12ê Îlonê ji Êlihê tevlî tevgera me bû.
Berê yek ji hevalên herî nêzîk ên Rêbertî hevalê Haqî û paşê hevalê Mazlum li Êlihê xebitîn. Bi xebatên her du hevalên pêşeng li bajêr pêşketinên mezin çêbûn û tevgera me bi gel re bû yek.
Delîla vê gotinê hilbijartina 1979an e. Piştgiriya gel dema hilbijartina şaredariyê xwe nîşan da. Namzedê tevgera me hevalê Edîp Solmaz bû şaredarê Êlihê. Piştre dewletê bi zanebûn hevalê Edîp Solmaz kuşt.
Ev faktorên ku me qal kirî di tevlîbûna hevala Mizgîn de roleke mezin lîstin. Dibe ku hevala Mizgîn hevalê Haqî nedîtibû. Lê hevalên wek Mazlum Dogan, Mahsum Korkmaz û Edîp Solmaz naskir û em dikarin bêjin bi kesayetên wan bandor bû.
Hevala Mizgîn tevlî Partiyê bû û piştî demekê darbeya 12ê Îlonê çêbû. Wê çaxê kadroyên tevgerê derbasî derveyî welêt bûn. Yek ji wan hevala Mizgîn bû. Di dema Konferansa I. me hev dû naskir (15-26.07.1981).
Ew jî delegeya Konferansê bû. Taybetmendiyên wê yên gelerî pir xurt bûn. Dilsozê kevneşopiyê û girêdayê çandê bû. Wek hevalek bêdeng xuya dikir lê dilê wê bi agirê şoreşê dişewitî.
Piştî Konferansê me moralek li dar xist. Min dengê hevala Mizgîn cara yekemîn wê çaxê guhdarî kir. Stranên kurdî gotin. Dengê wê bi muzîka gelêrî ya Kurdî re li hev dihat. Bala Serokatî û rêveberiyê kişand. Şoreşgerên PKKê ne tenê polîtîk bûn. Dema pêşîn jî wan qîmet da hewildanên hunerî. Hevala Mizgîn delîla vê yekê ye.
Piştî konferansê hevala Mizgîn û hevalê Sefkan bo xebatên çandî û hunerî hatin erkdar kirin û (sala 1982 jî) derbasî Ewropayê bûn. Wazîfeya wan a bingehîn ava kirina saziyên çandî û hunerî bû. Bi keda xwe bingeha HUNERKOMê û Koma Berxwedanê danîn.
Di dîroka me ya çandî û hunerî de cîhê Koma Berxwedanê diyar e. Komê keda her du hevalan rêxistin kir.
Hevala Mizgîn tenê wek stranbêjek beşdarî xebatên Partiyê nebûye. Her wiha wê di nav rêveberiya Ewropayê de cîh girtiye. Dema ku ez derbasî Ewropayê bûm min Mizgînek nû dît. Ji bilî xebatên hunerî wê xwe ji hêla îdeolojîk, teorîk û polîtîk jî pêş xistibû. Pêşenga çand û hunerê û xebatên rêxistinkirina jinan bû.
Me sala 1987an li Fransayê Konferansa Çand û Hunerê a Ewropayê li dar xist. Hevala Mizgîn wek rêveber beşdarî konferansê bû. Piştî konferansê derket ser dikê û bo hevalan stran gotin. Cara yekemîn bû ku min wê li ser dikê guhdarî dikir. Ez qet dilsoziya wê bi stranan re û coş û morala wê ji bîr nakim. Hevalên Fransî jî hebûn û wan jî hunera wê pir ecibandin.
Piştre êrîşên Ewropayê pêş ketin û me komek heval girtin. Wê çaxê hevala Mizgîn derbasî qada Serokatî û piştî demekê jî derbasî qada gerîla bûye.
Hevala Mizgîn berî her tiştî jinek û şoreşgerek û hunermendek bû. Ew nûnera serdema herî bi êş a dîroka jinên Kurd bû. Her wiha mimkun e ku em bêjin ew şehrezaya êşê ye.
Wê bi dil û can êş û zilm û zordariya ku jinên Kurd dîtiye hîs dikir. Jin bi nirx û civakê ve girêdayî ye. Ev taybetmendî we di kesayetiya xwe de bi awayekî xurt temsîl dikir.

Hevala Mizgîn hunermend û şoreşger û mîlîtana Partiyê bû û bû gerîla jî. Ango kesayetek têr û tije bû.
Hin kes dibêjin: “Şoreşgerî û hunermendî û gerîlatî ji hev cuda ne. Bingeha gerîla çiya ne û bingeha hunerê bajar e.” Hevala Mizgîn bi jiyana xwe derxist holê ku ev nêzikatî şaş e. Ew bi hemû qadên têkoşînê re eleqedar bû û xebitî.
Divê her şoreşger xwedî aliyekî hunerî be. Di şoreşgeriyê de huner şêwazek e. Ger di şoreşgeriyê de huner tune be nîşanên jiyanê pir qels dibin. Lewma em dibêjin hevala Mizgîn hem şoreşger û hem jî hunermend bû û ew di nav tekoşîna me de yek ji kesayeta herî bi coş û rengîn û rêzdar e.
Li Kurdistanê “Kurdbûn” rastiyek bê statu û mehkûmî koletiyê ye. Ji bo jinan, ev rewş hîn girantir e.
Ger tu bixwaze û li dijî vê rewşe der bikeve çi pêwîste? Têkoşîn û enerjî û potansiyelek mezin. Fedakariyeke mezin dixwaze. Divê hûn bi her awayî xwe bavêjin nav têkoşînê. Ji ber vê yekê heval Mizgîn ji me hemûyan bêtir berpirsiyarî girtiye ser xwe.
Wê nirxên jina azad, şoreşgerî û hunerê di kesayetiya xwe de temsîl kir û kesayetiyeke mînak nîşan da. Îro jî cîhê wê vala ye. Mizgînê li gorî pêwîstiyên tekoşînê tevgeriya. Lewma cîhê xwe guhert. Ev berpirsiyarî ye.
Ew şagirtê hevalê Mazlum Dogan û Mahsum Korkmaz bû. Taybetmendiyên wan girtibû. Kesayetiya xwe jî xurt bû. Bi vî avayî jineke esil afirandibû. Piştre perwerdeya Serokatî jî dît.
Îro hunera jinên şoreşger wê kê mînak nîşan bidin? Divê hevala Mizgîn mînak nîşan bide. Çunkî wê nirxên manewî û taybetmendiyên çandî a Kurdan bi nasnameya PKKê û bi rengê jinê azad ve girêda. Lê binêrin çavkaniya heza wê jî Serok Apo, Haqî Karer, Mazlum Dogan û Mahsum Korkmaz bû.
Hevala Mizgîn, tu carî têkiliyên xwe bi çand û kevneşopiya Kurdî re qut nekir. Ev baş dizanin: Civak bi çandê re berdewam dike. Divê çand qut nebe. Dema çand qut dibe tu diguhere. Kevneşopiya dîrokî wek çemekê ye û her dem kesên nû tevlî vê çemê dibin. Hevala Mizgîn berdewemiya vê kevneşopiyê ye.
Dema ku hûn li deng û gotin û şêwaza îfadeya hevala Mizgîn dinêrin hûn dikarin bi hêsanî şopên Meryem Xan û Eyşe Şanê bibînin. Ji dîrok û kevneşopiyê dûr neketin, yek ji prensîbên herî girîng ên jiyana azad û bidestxistina azadiyê ye.
Kesên ku dixwazin vê serdemê û jiyana me biguherin mecbur in dîrok û kevneşopiyê ji xwe re bingeh bigirin.
Destpêkê hevala Mizgîn çand û hunerê lêkolîn nekiribû lê kevneşopiya civakê baş nas dikir. Girêdayî kevneşopiyê bû. Di wê de hîç tesîrek biyanîbûyînê tune bû û çandên cuda teqlîd nedikir.
Mixabin îro em ji stranbêjan tesîra biyanîbûyînê û teqlîdê dibînin. Gelê me ji aliyê polîtîk ve gelek pêşketiye. Lê gava em li pêşketinên di warê çand û hunerê de dinêrin, bandora tund a çanda populer li ser hunermendên welatparêz jî dibînin.
Çanda populer çi ye? Çand dibe endustrî û veguhere malên bazirganî. Ger em çanda heyî wek “çandek populer û endustriyê” bi nav bikin, ew ji me çi dixwaze? Bo bazarê tiştên nû dixwaze ku bifroşe. Bo firoştinê jî kiriyar (muşterî) pêwîst in. Çanda endustriyê ji xwe re kiriyar jî peyda kiriye. Ew kiriyar berhemên rojane dixwin. Meyla hin hunermendan ber bi vê endustriyê ye.
Berhemên çandî yên bi vî rengî mayînde nabin. Girîng e ku berhemek mayînde be û bibe mîratek çandî.
Berhemên ku hevala Mizgîn derxistiye girîng in. Wek mînak bo hevalê Egîd şînek kiriye em îro jî guhdarî dikin û jê tesîr dibin. Ev berhemek mayînde ye û dibe mîratek çandî. Stranên hevalê Sefkan jî wisa ne.
Niha em dîsa qala çanda populer bikin… Hinek stranbêj wisa dikin: “Guhdarvan vê dixwazin. Ez jî li gorî wê stranekê çêbikim.” Ev biyanîbûyîn e û ji çavkaniyê dûrketin e. Hunermend bi vê şewazê ji dîrok û kevneşopiyê qut dibe. Lewma muzîk vediguhere çandek şahiyê.
Serokatî gotinek balkêş dike. Dibêje: “Kurdan herî zêde bi muzîkê li ber xwe dan. Herî zêde dengbêjan li ber xwe dan lê wan ev qîmet nedîtin. Bê guman ev rewş rasterast bi qirkirina çandî ve girêdayî ye.”
Lewma, divê her hunermendekî welatparêz û şoreşger ku rêzê li bîranîna hevala Mizgîn digire bi tevahî helwestek zelal li dijî vê şêwaza çanda populer bigire. Bila hilberîna çanda ku rojane tê xwarin berde. Divê bi stranên xwe xwestek û armancên gel hîs bike û gel hembêz bike.
Gelek hevalên me yên hunermend şehîd ketin. Em beriya hevala Mizgîn, hevalê Sefkan û hevalên din dikin. Ewqas şehîd û ewqas êşên giran hene. Ma nêzîkatiyeke hunerî ya cidî heye ku bibe zimanê şehîdan? Mixabin hunera heyî têr nake. Binêrin… Wextê ku hevalê Egîd şehîd ketibû hejmara şehîdên me sed tune bûn. Lê îro li ser 20 hezaran e. Arteşa şehîdan derketiye!
Pêwîst e ku em bi rêya hunerê şehîdan bi bîr bînin, xwedî li dîroka bêhempa ya lehengiyê derkevin û bibin dengê şehîdan û bibin tercumana hesreta wan. Ev pir girîng e. Rêzgirtina li bîranîna hevala min Mizgîn ev e. Qîrîna Mizgînê bangek e ji bo her hunermendekî ku bi gelê xwe û nirxên xwe ve girêdayî ye.
Me wek tevger bîryar da û roja şehîdbûna hevala Mizgîn re me got: 11ê Gulanê Roja Şehîdên Çand û Hunerê ye û em her sal roja 11ê Gulanê şehîdên çand û hunerê bibîrtînin. Em girêdayî dîrok û çanda xwe ne. Emê nirxên xwe biparêzin. Wê roja em ê ji xwe bipirsin: Gelo me çiqas hêz da çand û hunerê? Em çiqas li ser rêya şehîdan dimeşin?
Ji ber ku jenosîda çandî gelê me dorpêç kiriye. Rêya serkeftina tekoşîna azadiya jinê jî çand e. Dema ku te çanda xwe winda kir lê qada polîtîkayê ser ket çi dibe? Tu mahkûmê windakirinê ye.
Dema ku gelek ji bo azadiyê têdikoşe, divê berî her tiştî di çand û hunerê de bi ser bikeve. Eger valahiyek çandî çêbibe çi dibe? Çanda populer û Modernîzma Kapîtalîst wê valatiyê tijî dike. Rê vedibe û talankirina xezîneyên me yên dîrokî û çandî dest pê dike.
Çand û huner û ziman girêdayî hev in. Lewma parastin û xwedî derketina ziman û nirxên çandî girîng e.
Serokatî her tim gotinekê gelerî dubare dikir. Digot: “Her nebat li ser axê xwe şîn dibe.” Nebatên ku li ser axê xwe şîn nabe bêkok e. Bêkokî jî çand winda dibe. Dema ku te nebatek koka xwe winda kir hişk dibe û dimire. Yan jî li ser axek cuda şîn dibe lê êdî ew tiştekî cuda ye.
Bi vê munasebetê em bi rêzdarî li ber bîranîna hevrêyên xwe Mizgîn û Sefkan û her wiha hemû hunermend û milîtanên xwe yên şehîd bejna xwe ditewînin û diyar dikin ku em ê heta dawiyê dilsozê bîranîna wan bin û soza xwe bi cih bînin.
* Werger: Firaz Baran





