Aram Tîgran û Stranên Şehîdan

Firaz Baran

Mamoste Aram Tîgran 15ê Çile ya 1934an li bajarê Qamişloyê ji dayîk bûye. Sibê 91. salvegera ji dayîkbûna Mamoste ye.

Aram Tîgran 12 kaset derxistiye. Mijara stranên wî axa welat, welatparêzî, tekoşîn û şehîdên Kurdistanê bûye. Her wiha bo evînê, bêrî kirinê, xerîbiyê, koçberiyê jî stran çêkiriye û gotiye. Emê di vê gotarê de stranên wî yên li ser şehîdên Kurdistanê binivîsin.

Navê Stran û Şehîdan

Aram Tîgran li ser şehîdan 10 stran çêkiriye. (Dibê ku hên pir bin. E ku min tesbît kirine 10 in.) Navê stran û şehîdan li gorî alfabetê li jêr in:

Binevşê Bêrîvanê: Li ser Binevş Agal e. Gotin û Muzîk Aram Tîgran.
Çiyayê Gabaro: Li ser Fermandar Egîd-Mahsum Korkmaz e. Gotin Şerîf, Muzîk Aram Tîgran.
Elefteria: Li ser Elefterîa Fortulakî ye. Gotin û Muzîk Aram Tîgran.
Em Şoreşvanin: Li ser şehîdan e. Gotin Dilbirîn, Muzîk Aram Tîgran.
Ey Kelha Mêraniyê: Li ser şehîdan e. Gotin Şervanên Azadiyê, Muzîk Aram Tîgran

Hevala Zîlan: Li ser Zeynep Kinaci ye. Gotin û Muzîk Aram Tîgran.
Mazlum Şêrê Kurdistanê: Li ser Mazlum Dogan e. Gotin Şervanen Azadiye, Muzîk Aram Dîkran.
Şehîd Firat: Li ser Zeynel Akyar e. Gotin Maşallah Öztürk, Muzîk Aram Tîgran.

Şehîd Xebat: Li ser Xebatê Tirbespiyê ye. Şehîd Xebat endamê Koma Hêzil bûye (Tirbêspiyê). Gotin Hekîm Sefkan, Muzîk Aram Tîgran

Şehîdan: Li ser şehîdan e. Gotin? Muzîk Aram Tîgran.
Teofîlos: Li ser Teofîlos Georgîadîs e. Stran hem bi kurdî, hem bi yewnanî ye. Gotin û Muzîk Aram Tîgran.

Naveroka Stranan

Aram Tîgran bi gotinên zelal û muzîka giran li ser şehîdan distre. Wek mînak çend gotinên strana “Mazlum Şêrê Kurdistanê” wiha ne:

“Ax heval xweş heval Mazlum şêrê Kurdistan
Bû şehîdê welat mêrxas pilingê cîhan

Berxwedan şev û ro tim bi tim karê te bû
Serxwebûna welat xwestin û doza te hebû”

Aram Tîgran di strana “Şehîd Firat” de jî cih û waran vedibêje û balê dikişîne ser mêrxasiya şehîd û dibêje:

Kela Derzin nav dara ye
Geliyê Bêdlîs jê xuya ye
Heval Firat şehîd ketiye
Mektûba wî di xwînê de maye

Heval Firat can feda ye
Beriya teva hêrîş daye
Dar û devî kuçik kevir
Li şerê wî eceb maye

Benda duyemîn a strana Elefterîa jî balkêş e. Hunermend li ber şehîdan rewşa me rexne dike û rexnedayîna xwe jî dide û dibêje (Stran sala 2006an hate nivîsandin):

Elefterîa bû mevana Zîlanê
Ser hev bigirîn bêjin rih û canê
We azadî xwest lê belê kanê
Azadî ma li Kurdistanê

Mamoste Aram Tîgran li ser Fermandar Egîd (Mahsum Korkmaz) jî stranek çêkiriye. Navê stranê “Çiyayê Gabaro” ye. Gotinên stranê li jêrin:

Çiyayê Gabaro
Gotin: Şerif
Muzik: Aram Dikran

Çiyayê Gabaro çiyayê Gabaro
Ax tim bi derdo bi kul û hawaro
Tu ji xwe re bike piştî û baro
Em ne bê ci mane bêwaro

Xewa min nayê xewa min nayê
Serê min têşê ji derdê dinyayê
Birîna me kûre derman lê nayê
Kula şehîd Egîd ji dilê me dernaye

Çiyayê Gabaro çiyaki bilindî
Tu wê hêlîna şêr û pilingî
Çiyayê kurda yî bi nav û dengî
Çima bindest bî ta heya kengî?

Hêsirê çava bes bibarîne
Kulê miletê kurdan birîne
Lingê neyara li ser xwe hiline
Kefa dijmina li ser me neyne

Tu roniya çavê me kurda yî
Tu hêrs û xofa van dijmina yî
Ji Egîda re rê û dirb veke
Dijminê xwe re mezela çê ke

Strana Şemdîn bo Aram Tîgran

Em gotara xwe bi strana Hozan Şemdîn bi dawî bikin. Beriya çend salan Eskerê Boyîk li ser Mamoste Aram Tîgran helbestek nivîsandibû. Hozan Şemdîn bo vê helbestê stranek çêkir û di kaseta bi navê “Tevnê Jînê” de xwend. Gotinên stranê li jêr in:

Ozanê Gelan
Gotin: Eskerê Boyîk
Muzîk: Şemdîn

Dengê sazê te xweş û şîrin e
Hesret û hesîn hub û evîn e
Dikeve dilan wan dihelîn e
Bihuşta jorîn sura ezmîn e

Ozanê gelan
Aramê Tîgran
Îm lav axpêr can
Halal axpêr can

Dilê te yî mezin warê gûlan e
Pira navbera her dû gelan e
Aliyek Elegez aliyek Sîpan e
Sînor û tuxub nav de neman e

Çiyayên me bilind tu bûyî mevan
Te dil tev anîn heva girê dan
Avên kaniyên me tev hev bûn kişiyan
Kerî sûriyê me nav hev de çêriyan

Tax ov yêkar
Şax ov yêkar
Yêrg û xax ov yêkar dû
Sîro anûş çax kak axov
Û çî çaxov yêkar dû

Yergastane mêr parravor
Nor gûynêrov yêrgêçîr
Anûş bûyrof sîro hûrov
Û hambûyrov yêkar dû

Mamoste Aram Tîgran di 8ê Tebaxa 2009an de koça dawî kiriye. Em bi gelemperî di salvegera mirina wî de gotaran parve dikin. Min xwest di rojbûna wî de binivîsim. Her weha, bi gelemperî em portreya wî parve dikin. Min xwest ji aliyekî cuda binivîsim. Em Mamoste Aram Tîgran bi rêzdarî bi bîr tînin.