Firaz Baran
A- Kurtejiyana Beser Şahîn
Stranbêj Beser Şahîn sala 1969an li Zarayê ji dayik bûye. Dibe 12 salî û bi malbatî bar dikin û li Konstantînopelê bi cîh dibin.
Ew xwedî dengekê xurt bûye. 17 saliya xwe dest bi stranbêjiyê kiriye û bi birayê xwe yê muzîsyen Xalid Şahîn re stranan tomar dike. Sala 1989an kasetek bi navê “Bêrîvan” derxistiye.
Ew di heman demê de bûye endamê Koma Serîhildanê. Di komê de hem govend gerandiye û hem jî stran gotiye. Ev kom sala 1991ê di kongreya HEPê ya Konstantînapolê derketiye ser dike.
Beser Şahîn bi tevî komê dîlanên kurdewarî pêşkêş kiriye û stranên Kurdî gotiye. Dîlanên komê û stranên Beser Şahînê moralek mezin daye beşdarên kongreyê.
Piştre Beser Şahin di damezrandina Navenda Çanda Mezopotamya (NÇM) û Koma Çiya de cih girtiye.
Ew sala 1992an neçar maye û çûye Almanyayê. Li Almanyayê beşdarî xebatên HUNERKOMê bûye û bûye endamê Koma Berxwedanê.
Wê salê tevlî şahiyan bûye û dest bi amade kirina kasetekê nû kiriye. Amadekirin xelas dibin û kaset bi navê “Nûrheq / Hunerkom-49” derketiye.
* Min ev kurtejiyan sala 2005an nivîsand û sala 2007an pirtûka bi navê “HUNERKOMê hate weşandin.
B- Stranên Kaseta Nûrheqê
Di vê kasêtê de 14 stran û yek helbest hene. Stran bi zaravaya kurmancî û dimilî hatine gotin. Heft stran Beser Şahîn û pênc jî Hekîm Sefkan çêkirine. Helbesta bi navê “Were” jî ya Hekîm Sefkan e.
Stranên ku li kasetê de cih digirin ev in:
Newroz / Qise û Mûzîk: Beser Şahîn
Wirzê / Qise û Mûzîk: Beser Şahîn û Sevîm Şahîn
Dayê / Qise: Xalid Şahîn Mûzîk: Beser Şahîn
Şimê / Qise û Mûzîk: Beser Şahîn
Weşya Mina / Qise û Mûzîk: Beser Şahîn
Elî Ihsan / Qise û Mûzîk: Beser Şahîn
Bêrivan Min / Qise û Mûzîk: Beser Şahîn
Nûrheq / Gotin û Mûzîk: Hekîm Sefkan
Textor / Gotin û Mûzîk: Hêkîm Sefkan
Roj Baş / Gotin û Mûzîk: Hêkîm Sefkan Serrastkirin: Şehîd Serhed
Licê Gotin: Hekîm Sefkan Mûzîk: Beser Şahîn
Keç û Xortên Kurdistanê / Gotin û Mûzîk: Hekîm Sefkan
Were / Helbest û Xwendin: Hekîm Sefkan
Xidirê mi / Qise û Mûzîk: Gelîrî, Herma Dêrsim Berhevkirin: Beser Şahîn
Leylo / Gotin û Mûzîk: Gelîrî, Herema Mêrdînê Çavkanî: Husênê Tewfê
C- Strana Rojbaş Gerîla
Nivîskarek dikare bi dehan pirtûkan binivîse. Lê bi gelemperî ew bi pirtûkekê tê bîra mirovan. Bo nimûne, Tolstoy gelek pirtûk nivîsandine. Lê yekem berhema ku tê bîra mirovan “Anna Karenina” ango “Şer û Aştî” ye.
Yaşar Kemal gelek roman nivîsandine. Lê pirtûka yekem ku tê bîra mirov “Memê Zirav” e.
Ev ji bo stranbêjan jî wisa ye. Bo nimûne, dibe ku Beser Şahîn bi dehan stran gotiye. Lê dema ku behsa stranên Beser Şahîn tê kirin, yekser strana “Rojbaş Gerîla” tê bîra mirovan.
Ev stran bû strana serdemeke… Salên 90î… Dema ku têkoşîna gerîla bilind bûbû strana “Rojbaş Gerîla” ket roveva muzîka kurdî. Di meş, grevên birçîbûnê an jî şahiyan de bû yek ji stranên ku herî zêde moral da gel.
Peşkeşvan Kamer Söylemez bîranînek a xwe parve dike û dibêje: “Sala 1993an Meşa Rewşenbîran pêk hat. Nêzîkî 150 kes beşdar bûn. Em ji Bonnê heta Brukselê bi rojan meşiyan. Dawiya meha qanûnê bû. Yanê zivistan bû û dinya sar bû. Strana ku di wê meşê de herî zêde hat guhdar kirin û moral da me strana Rojbaş Gerîla bû. Kaseta Nurheqê nû derketîbû. Beser nû hatibû Almanyayê û di nav xebatên HUNERKOMê de cih digirt.”
Gotinên stranê li jêr in:
Rojbaş Gerîla
Gotin û Mûzîk: Hêkîm Sefkan
Serrastkirin: Şehîd Serhed
Bi tîrêjên rojê ra
Bi avêya sibê ra
Bi vebûna gulê ra
Ji nav çîyan der tên
Dilê me hemiyan pê ra
Rojbaş
Gerîla rojbaş
Her du destan dirakin
Kesk, sor û zer li bakin
Keç û xortan silav kin
Ji dil û can hemêz kin
Wê Kurdistan ava kin
Rojbaş
Gerîla rojbaş
Li dû hevdu bi rêz in
Hemû huner û hêz in
Kurdistan diparêzin
Kevokên aşitî ne
Bi zerê zêr nivîsîn
Rojbaş
Gerîla rojbaş