Bilûrvanê Qerejdexê

Têbîniya Kovara Huner: Li seranserê welatê me, di nav gundan de xezîneyên veşartî hene. Nirxên me yên ku nenivîsandî û nehatine tomarkirin…

PEL FILM li ser rûpela xwe ya Youtubeê hevpeyvînêk girîng parve kiriye. Li Qerejdexê li gundekî rastî xezîneyêkê veşartî hatine. Bi kamerayê kişandine û bi navê “Bilûrvanê Qerejdexê” vîdeoyek amade kirine.

Ehmede Bilûrvan qala çîroka xwe bi bilûrê re dike. Me xwest ku ev hevpeyvîna girîng bi nivîskî bikeve Googleê û me nivîsand. Ka em binêrin Ehmedê Bilûrvan qala çi kiriye:

“Em ji eşîra Milan in. Ji Milaniyê ez Kumnaxşîme. Gundê me Qanciqask e û mezraya me jî Demo ye. Ez torinê Mûsa, lawê Elî me. 1966an de hatime dinyayê.

Ev dinyaye. Tev ne dostê meriv e, tev ne dijminê meriv e jî. Ê ku hezdikin jî heye, ê ku heznakin jî heye. Ser serê min û çavê min de cîhê cîhê her kesî heye.

Ez 13-14 salî alîmim bilûrê. Min heta niha jî lêxist. Min jê pir hezdikir. Klamek Xelîl Xemgîn hebû. Digot: “Ji bona herkesek yarek, heye ê me welat yare.” Ê min jî bilûr yare. Ez ji bilûrê gelekî hezdikim.

Min nigê emligê derxist û bilûrek çêkir. Min lêdixist. Birayê minê mezin ev dît û ji min re bilûrek anî. Cara yekemîn min Cembelî lêxist. Mehmûd Qizil û Huseynê Farê ev stran gotibûn.

Bilûr eşqeke mezin e. Ji hezkirina pîrekekê bêtir e. Em carna cixarê jî dikşînin. Bilûr ji cixarê şîrîntir e. Dema ku ez stranekê guhdarî bikim piştre bi bilûrê lêdixim. Ez dibêjim, “Qey ev kilam bi ziman, lêv û devê xwe min çêkiriye, kar aniye û min gotiye.” Ez hêj ji bilûrê hez dikim. Îro jî dibêjim, “Bilûrvanek wek Egîdo Cimo bibînim û jê fehr bibim.”

Ez bawer dikim bilûr ji rihê însanan re ye. Rihê bilûrê kurdî ye. Bilûr nefesa însan e. Av ji devê meriv dikeve û girêz çêdibe. Ger ew girêza min nayê belkî ezê deh saatan jî bilûrê lêdim.

Bilûr bi lêva ye. Ez dikarim bi diranan jî bikarbînim û bi lêvan jî. Lê min zêdetir li ser diranan bilûr bikar aniye. Bi lêvan ji min re hinekî giran tê. Lê tama bilûra diranan ji a lêvan xweştir e. Bilûra lêvan ji kur de tê, bilûra diranan hinekî dengê wê bilind tê.

Bilûr maqaman nas dike. Lê em her maqamê nizanin. Wek mînak roj bûye îro gelek maqamên bilûrê ez nizanim. Dîsa bilûr newal û geliyan nas dike. Yanê dengê xwe ji erdê me digire. Loma ez dibêjim rihê bilûrê kurdî ye. Gelên cîran jî bilûrê bikar tînin. Lê rihê wê kurdî ye.

Melodiyên Pez

Em delalekî lêdexin, em jê re dibêjin “Delalê Miya.” Hinek jî dibêjin, “Delalê Miya Qer”. Bilûr ji pez re jî xweş e. Min pezê xwe alimand bilûrê. Çawa ku dengê te nas dike, bilûra te jî nas dike. Wek mînak ez îro herim nav pezê xerîb û ez bilûra xwe pifekim ew pez e ji min bireve. Ji ber çi? Ew pez nealimiye. Dema ku te alimand bilûra xwe e werin. Bilûr asil a şivana ye.

Pez xwê yê hez dike. Maqama xwê jî heye. Min devê bilûrê şil dikir û xwê dirijand û dest bi maqamê dikir. Pez tê û bi zimanê xwe xwêyê ser bilûrê jî dixwe.

Her wiha, melodiya êrîşa gur a li ser pez cuda ye, melodiya ku dibêje gur kûçik êşandiye cuda ye, melodiya ku dibêje kûçik gur dûrxistiye cuda ye.

(Ehmedê Bilûrvan di bernameyê de bi lêdana her melodiyê cuda mînakan nîşan dide.)

Çîroka Bêjingbirê

Govenda Bêjingbirê jî bi bilûrê ledixin. Şivan bilûrvan bû. Axa jî xwediyê pez bû. Qîza axa şivan hez dike. Rojekê dengê bilûra şivan guhdarî dike. Diçe cem bavê xwe û dibêje: “Bavê min pezê me talan bûye.” Axa gotiye, “Keça min tu çawa dizane?” Gotiye: “Şivanê me bilûrê lêxist û digot ‘Bêjingbirê Araba talana mala bavê te bir”

Pez ji ava Fêradê derbas kirine. Yekî şerjê kirine û goştê wê biraştine û dixwin. Axa diçe cem şivan û dibêje: “Tu pezê min ji wî alî bîne vir, ezê qîza xwe te dim.”

Şivan dest bi bilûrê kiriye û bang li nêrî kiriye. Navê wî “Hêr Bilo” daniye. Dema ku nêrî dengê bilûrê dibihîze ketiye peşiya pez û xwe xistiye nav avê. Serê nêrî dikeve darekê û xelas nabe. Lê pez xelas dibe. Pez hat lê axa qîza soza xwe gerî û qîza xwe neda şivanê xwe.

Got: “Te pezê min xwêyê de. Av li cîhekî, tu li cîhekî. Te bang li pez bike. Ger pez vegeriya cem te ezê qîza xwe bidim te.”

Şivan xwê da pez û nêzîkî kaniyê kir. Ava kaniyê jî diherike. Pez reviya avê lê dema ku şivan dest bi bilûrê kir pez dev ji avê berda û vegeriyan cem bilûra wî. Tenê pezek veqetiya û çû av vexwar. Axa got: “Ez qebûl nakim. Pezekî min av vexweriye.”

Şivan bersiv da: “Te wî pezî bîne û serjêke. Aklê wê nemaye. Biçûk û hişk bûye. Haşê wê tuneye û çûye av vexwariye. Ê ku hatine heşê wan temam e.”

Rast jî pez serjêdikin û dibînin ku mejiyê serê wê hişk bûye.

Ji Ehmedê Bilûrvan hinek têbînî

* Hespan fêrî cîrîd û bazdanê dikirin. Bilûra cîrîdê jî heye.

* Ez ji Birahîmê Kor û Emînê Dodikî alimîm. Rehma Xwedê li wan be.

* Me bi bilûrê govendên wek Serpî, Hildanî, Dizo û Kerîboz (Delîlo) digerand.

* Hinek dibên “Dengê zirneyê xweş e.” Hinek dibêjin “Ney xweş e.” Ev hez kirine. Seydayê Dilbirîn dibêje: “Bilbilê dilşad, Dengê te ji xweştir / Ji dengê ney û bilûrê.” Yanê her kesek çi hez bike ew deng xweş tê. Ji bo min jî bilûr xweş e.

* Li gorî dîtina min bilûr kevnare saza Kurda ye.