Çîroka Desmala Min

Veysî Varli

“Desmala Min” stranek navdar e. Bi dehan kesi ev stran xwendiye. Emê gotin, nota û çîroka stranê parve bikim. Gotinên stranê li jêr in:

Desmala min şalkî reş e
Kawa kubar tê dimeşe
Desmala min şolkî reş e
Kewam gozel tê dimeşe

Kulbirîn im çavê reş e ezîzêm
Ka desmalê em herine malê
Xewna şeve çavê reş e ezîzêm
Ka desmalê em herine malê

Desmala min ne şahmat e
Ne min parva nîşan da te

Eziz were mi birevîne bi şîrînêm
Ez ê bivim kevaniya te
Şirin were mi birevîne, bi ezîzêm
Ez ê bivim bermaliya te

Desmala min şalkê şîn e
Lawik were mi birevine
Desmala min şalkê şîn e
Eziz were mi birevine

Tu desmalê ji mi ra bîne, bi ezîzêm
Felek canê tu bivîne
Tu desmalê ji mi ra bîne, bi ezîzêm,
Felek canê min bibîne

Desmala min ne gevez e
Bejn û bala mi etlez e
Lawik were mi birevîne, bi ezîzêm
Tu desmalê ji mi nexwaze
Ezîz were mi birevîne, bi şîrînêm
Tu desmalê ji min nexwaze

Şîna Dayîkekê

Rehmetî Mele Abdulahê Mûşî çîroka vê stranê ji min re gotibû. Li gundekî girêdayî Mûşê û aliyê Erziromê pêk hatiye.

Keç û xortek ji hev hez dikin. Keçik şalê serê xwe dide wî xortî. Ev kevneşopiyeke kurdan a kevn e. Hûn bi dayîna şalê soza hezkirinê didin.

Paşê malbateke din tê xwezinciya vê keçikê. Bavê wê “erê” dike û soz dide wan. Li ser vê yekê keçik xwe dikuje. Diya keçikê şînê dike. Strana Desmala Min şîna dayîkê ye.

Foto: Şeroyê Biro

Çawa Belav bû

Gelo stran di nav gel de çawa belav bû? Şeroyê Biro dema ku diçe Sovyetê vê stranê di Radyoya Êrîvanê de dibêje. Piştî wê ev stran di nava gel de deng dide û belav dibe.

Maqam: Huseynî
Pîvane: 12/8
Şêwe: Nîvçember e.

Sarisozen Stranê dike Tirkî

Piştî ku ev berhem di Radyoya Êrîvanê de hat weşandin, werdigerînin tirkî. Di arşîva TRT û Wezareta Çandê a Tirk de wiha tê qeyd kirin:
Çavkanî: Nuri Üstünses
Notîst û Berhevkar: Muzaffer Sarısözen

Sarısözen navê stranê dike “İpek Mendil Dane Dane”. Sarisozen li erdnîgariya Kurdistanê bi sedan stranên kurdî berhev kirine. Muzîka wan girtiye û li ser wan gotinên tirkî nivîsiye. Dema qeydkirinê negotiyê ku “Ev stranên kurdî ne.”

Strana ku ji bo tirkî hatiye wergerandin (İpek Mendil Dane Dane) ji aliyê gelek hunermendên wek Ahmet Aslan, Burhan Çaçan, Sadik Gurbuz ve hatiye gotin.

Ji aliyê tempo, pîvane û melodîk ve ferqa van herduyan tune. Ji ber şîrovekirin û xemilandinê cudahiyên piçûk hene.

Şîn û Govend

Li erdnîgariya kurdan de piranî car dayîk şînê dikin. Ev stran jî ji aliyê dayikekê ve hatiye gotin. Şîn e, lê stranek rîtmîk e û li herêma Serhadê tevî stranê Sê Gav tê gerandin.

Gelo çima li ber şînê govendê digerînin? Firaz Baran dibêje du sedemên vê hene:

“1- Civaka Kurdistanê carna şînê dixe nav govenda gelêrî da ku jê dersê werbigire. Mînak: Strana Aşê Îwe. Li herema Elbistan, Semsûr û Pazarcik.
2- Carinan jî mirov ji bêhişbûnê ber nalînan direqisin.
Ez bawerim Serhadî ji bo ku dersê werbigrin xistine nav govendê.”