Çîroka Strana 13ê Nîsanê

Di 13ê Nîsana 1981an de li Amedê Doza Sereke ya PKKê dest pê dike. Dozgerê kolonyalîst ji bo kadroyên pêşeng ên PKKê daxwaza îdamkirina komî dike.

Dema ku ev agahî tê bihîstin Şehîd Çiya gelekî lê bandor dibe û stranekê dinivîsîne. Gotinên stranê li jêr e:

Roja 13ê Nîsanê

Gotin û Mûzîk: Şehîd Çiya

Roja 13ê Nîsanê
Li bajarê Diyarbekir
Vebû doza tekoşêran
Dijî cuntaya kedxwaran
Vebû doza partîzanan
Dijî cuntaya faşîstan

(Dîsgotin)

Hezar nased heytê û yekan de
Nav xwînê de bin zilmê de
Digotin „Bijî Serxwebûn
Bimre cuntaya kedxwaran”
Digotin „Bijî Serxwebûn
Bimre cuntaya faşîstan”

Hepisxane tije kirin
Bi şev bi ro lêdan kirin
Bi lêdanê wan rûreşan
Kuştin zarokên dergûşan

Çi bû li Kuba Wîetnam
Îro dibe li Kurdistan
Bi darvekirin û lêdan
Her dem bû karê kedxwaran

1981: Yekemîn Greva Birçîbûnê

Ji bo şermezarkirina daxwaza îdaman hunermend û welatparezên Kurd di Gûlana 1981an de li bajarê Almanya Kölnê çalakiyek a greva birçîbûnê li derdixe. Ev çalakî li ber avahiya konsolosxaneya Tirk tê lidarxistin.

Şahîn Engîzek we demê 11 salî ye. Ew jî beşdarî çalakiyê dibe û alîkariya çalakgeran dike. Ji wan re sazê lêdixe û stranan dibêje. Engîzek li ser çalakiyê van agahiyan dide: “Wê demê Konsolosxaneya Tirk li Chlodwigplatzê bû. Li wir erdekê şîn hebû. Hevalan li wir du kon vekirin. Şehîd Çiya, Şivan Perwer, İsmet Doğru (Sadun), Doğan Karakoç, Muharrem Aral, Seyîdxan, Amele, Ata û birayê xwe Ramazan, Seîd Yildirim, ji Berlînê Smaîl, ji Hannoverê Bêrîvan, Birahîmê Mereşî, Salih Aslanê Midyadî, Xemgîn Bîrhat, Zozan û xwuşka xwe Guler û welatparez beşdarî çalakiyê bûn.”

Çalakger der barê zindanan de agahiyan didin raya giştî ya Alman. Helbestvanê mezin Cegerxwîn wê demê li Swêdê jiyan dike. Dema çalakiyê serdana çalakgeran dike û serkeftinê ji wan re dixwaze. Yekemîn greva birçîbûnê ya alîgirên PKKê ye li Ewropayê ev çalakiye.