Kaseta Şehrîbanê Kurdî ya bi navê “Em Hatin” di heyama Akademiya Çand û Hunera Kurdî de derketiye. Stranbêj di vê kasetê de strana bi navê “Heval Kamuran” xwendiye. Ev stran di dîroka têkoşîna Kurdistanê de xwedî cihekî girîng e.
Di sala 1990an de li Girê Şêra 13 gerîlayên ARGKê tevlî kerwana şehîdan dibin. Yek ji wan Kamuran Dündar bûye. Piştî merasîma oxirkirina Dündar, li Nisêbînê serîhildanek destpêdike û ev serîhildan li hemû Bakûrê Kurdistanê belav dibe.
Perwer Yaş, di sala 2021an de li ser çîroka strana „Heval Kamuran“ lêkolînek girîng belav kiribû. Em pêşî li gotinên stranê binêrin, paşê lêkolîna Perwer Yaş bixwînin.
Heval Kamuran
Gotin û Muzîk: Heval Veysel
Sêzde heval bûn
Destê hev girtin
Mil dabûn hevdû
Ji hevre rastbûn
Şêrên ser çiyan
Wan marên xwîn mij
Dora wan girtin
Serî ne danîn
Heval berxwedan
Ji bo azadiyê
Wan canê xwe da
Şehîd namirin
Dikevin dilan
Heval Kamûran
Şehîdê kurdan
Şehîd namirin
Dikevin dilan
Çiyayê Stawrê
Bi darê mazî
Erş û ezman
Li hev kir gazî
Şehîdê kurdan
Şervanê kurdan
Xwe şewitandin
Laşê wan tazî
Ji bo azadî
Bo serfirazî
Heval Kamûran
Şehîdê kurdan
Şehîd namirin
Dikevin dila
Mezelê şehîdan
Li Nisebînê
Laşê wan anîn
Tev li bi xwînin
Şehîdê kurdan
Bêjin diya min
Ber bilêlînin
Ber çavê dijmin
Kurda hilînin
Bêjin bavê min
Sabrê bikşînin
Birê min rabî
Heyfê hilînin
Heval Kamûran
Şehîdê kurdan
Şehîd namirin
Dikevin dila
Li Bakur Agirê Serîhildanê
Lêkolîn: Perwer Yaş
Werger: Firaz Baran
Çavkanî: Perwer Yaş, ANF (Ajansa Nûçeyan a Firatê), 15.03.2021-Berlin
Girê Şêra herêmek çiyayî ye ku bi qasî 30 km dûrî navçeya Stewrê a Mêrdînê ye. Ev der di navbera gundên Barman û Kinifir û bajarokê Ewêna de ye. Balkêş e ku ev der heta 200 sal berê cîhê şêran bûye. Li gorî hin çavkaniyan ev herêm di dîrokê de ji bo
berxwedêran jî bûye stargeh. Loma jî jê re gotine Girê Şêra.
Girê Şêra tijî zinar û şikeft e. Ev der bihara sala 1988an dibe stargeha komeke din a berxwedanê. Gerîlayên ARGKê dema ku hatine herêma Mêrdînê, tespît dikin ku Girê Şêra cîhekî stratejîk e û li wê derê bi cîh dibin.
Ev der xala derbasbûna deriyên Amed, Garzan û Botanê bûye. Gerîlayên ARGKê li vir bi cih dibin û dest bi xebatan dikin. Ji aliyekî Çiyayê Mazî û Dêrikê, aliyê din Kerboran, Cizîr û Nisêbînê rexistin dikin. Hem gerîlatiya çiyayî, hem jî gerîlatiya bajarî diceribînin. Li dijî kolonyalîstan çalakiyên çekdarî pêk tînin û li gund, bajarok û navçeyan gel bi rêxistin dikin. Her wiha li vir perwerdeya bîrdozî-leşkerî ya gerîlayên nû jî pêk tînin.
Gerîlayên ku li bajaran xebata şoreşê dikirin ji destpêka sala 1989an ve yan di kemînan de şehîd ketin, yan jî bi saxî hatin girtin û dagirkeran wan înfaz kirin.
Ev pêvajo bi şehadeta Binevş Agal (Bêrîvan) dest pêdike. Agal li Cizîrê di 18ê Çileya 1989an de şehîd dikeve. Mehên pêşî Nafî Îmret (Nizar), Enver Ökten (Bawer) û Adil Arslan (Baran) jî şehîd dikevin. Tekoşîna azadiyê bi xebatên wan dixwest ku serîhildana gel amade bike. Şehîdên nemir bi xebatên xwe bingeha vê armancê li heremê avêtin.
Rêxistina Eyaleta Mêrdînê
Di dawiya sala 1989an de Süleyman Aslan (Sari Huseyin) bû berpirsê Eyaleta Mêrdînê. Ew fermandarekî gerîla yê xwedî tecrube bûye. Erka wî bi taybetî birêxistinkirina bajaran bûye û di nav wan de Cizîr û Sîlopî jî hebûye. Aslan di Çile ya 1990 de wek endamê Komîteya Navendî ya PKKê tê hilbijartin.
Sari Huseyîn û yekîneyên gerîla ji rojên dawî yên Sibata 1990an li dijî hêzên dewleta Tirk dest bi êrîşan dikin. Di heman demê de “Komîteyên Serhildan”an ava dikin ku agirê serhildana gel pêxin.
Süleyman Aslan belavokek dinivîsîne û di 28ê Sibata 1990î de li Cizîrê tê belav kirin. Di belavokê de Newroza gelê Kurdistanê pîroz dike û wiha dibêje: “Dewleta Tirk a faşîst wê êşê tam bike.”
13 Gerîla Şehîd Dikevin
Di 14ê Adara 1990an de komek gerîla li Girê Şera amadekariya Newrozê dikin. Milîsek serdana wan dike û hebên xewê dixe xwarina gerîlayan. Artêşa Tirk bi piştgiriya helîkopteran bi sedan leşker û tîmên taybet sewqî herêmê dike. Gerîlayên ku artêşa Tirk ferq dikin tevdigerin, lê ew li xew re dikevin. 13 gerîla di xewê de yek bi yek tên qetilkirin. Di nava şehîdan de fermandarên weke Silêman Aslan (Sarî Huseyîn), Abdullah Avcî (Salah) û Ebdulkerîm Temel (Zinar) jî hebûye. Milîsê xayîn piştî 6 mehan ji aliyê ARGKê ve tê kuştin.
Cenazeyên Şehîdan Dibin Mêrdînê
Ji bilî fermandaran şehîdên Girê Şêra ev in: Abdulkadir Alptuğ (Bedran), Zekî Dogan (Îsa), Mahsum Tepe (Haşim), Diyan Oso (Îbrahîm), Kamuran Dundar (Zana), Omer Kavak (Necdet), Cesur Şahîn (Dogan), Hıdır Yalçin (Şervan), Galîp û gêrîlayekî dinê navê wî hîna jî ne diyar e.
Cenazeyên 13 gerîlayan yek li ser ya din dixin qemyonekê. Pêşî dibin Stewrê û piştre jî dibin morga nexweşxaneya dewletê ya Mêrdînê. Dagirkeran heta wan salan cenazeyên gerîlayan yan diavêtin Newala Qesaban, yan jî cîhekî şehîd ketine bi girseyî diveşartin.
Teqîna Hêrsê
Çima kolonyalîst bi vî rengî heqaretê li cenazeyên gerîlayan dikin? Ji ber ku axa şehîd pîroz e. Bi taybetî gorên gerîlayên jin ji bo gelê Mêrdîn/Botanê bûbûn ziyaretgeh. Ji ber ve yekê kolonyalîstan gorên şehîdan nedixwestin.
Gelê Kurdistanê ev heqareta li cenazeyên zarokên xwe qebûl nedikir. Heta şahidiya parçekirina cenazeyan jî dikir. Ev heqaret hêrsa gelê Kurdistanê bilind dikir.
Şervanên Kurd bêhna azadiyê digirtin. Ew mizgînvanên rojên xweş bûn. Lê kenê wan li ser rûyê wan dima. Vê yekê xemgîniya gelê Kurdistanê zêde dikir. Wek helbestvan Evdilla Pêşew gotiye:
“Li ber her çemekî
Li ber her mizgeftê
Li ber deriyê her malê
Li her quncikê
Di her şikeftê de
Li serê her çiyayekî
Di bin her darê de
Li vî welatî
Li her milekî axa bin ezman
Şehîd radizin“
Ev yek erdnîgariya Kurdistanê efsûnî dikir. Ev rewş ne li gorî dewleta kolonyalîst bû.
Li Du Bajaran Gel Hêrsa Xwe Nîşan Dide
Beriya Girê Şêra jî dagirkeran cenazeyên gerîlayan neda û parçe kiribû. Mîna 9 gerîlayên ku di 4ê Kanûna 1989an de li Ava Mezin şehîd ketibûn. Ev nêzikatiya hovane li Nisêbîn û Cizîrê hêrsa gel zêde kiribû.
Loma jî di 14ê Adara 1990î de li her du bajaran gelê Kurdistanê dikanên xwe girtin. Li hemberî komkujiya Girê Şêra gel jiyan rawestand. Rayedarên dewleta Tirk soz dan ku 13 cenazeyên şehîdan radestî malbatan bikin. Malbat û gel li ber nexweşxaneyê kom bûn.
Kamuran Dundar (Zana)
Dem derbas dibû û alozî ji Mêrdînê heta Nisêbînê û ji wir jî li tevahiya herêmê belav bû. Ji ber ku di nav 13 şehîdan 5 jê ji wan li Nisêbînê bûn. Yek ji wan jî kurê Yusuf Dundar Kamuran Dündar bû. Yusuf Dundar endamê Meclîsa Şaredariya Nisêbînê bû û ji SHPê hatibû îxrackirin.
Kamuran di sala 1970 de ji dayik dibe. Navê Kamuran Bedirxan e. Malbata wî yek ji malbatên naskirî yên welatparêz ên Nisêbînê bûye. Kamuran di sala 1988an de tevlî PKKê dibe û perwerdehiya xwe li Akademiya Mahsûm Korkmaz dibîne.
Dayîka Fehîme Vedibêje
Navê dayîka Kamuran Fehîme ye. Dayîka Fehîme li ser serpehatiya kurê xwe wiha diaxive:
“Em ketin pey Kamuran. Piştî demekê em hîn bûn ku ew çûye cem Serok Apo. Min ji bavê wî re got:
‘Ez nikarim li ber xwe bidim. Ez ê ji Serok re nameyekê binivîsim û bêjim ku 5 zarokên min hene, lê tenê kurêkî min heye. Ji kere#ma xwe wî bişînin.’ Bavê wî pêşî hêrs bû û got: ‘Tu dîn î?’ Lê paşê qebûl kir. Me li ser navê min name nivîsand û bi rêya nasên xwe yên li Qamişloyê gihand partiyê. Ji wir jî çûye ber destê Serokatî.
Pişt re em hîn bûn ku Serokatî di dewreya perwerdeyê ya ku Ka#muran lê amade bûye de name xwendiye û jê pirsiye: ‘Kamûran, tu li malê kurê tenê yî? Em te bişînin malê?’ Kamuran jî gotiye:
‘Serokê min, diya min rast nabêje, birayê min li Îzmîrê dijî.’
Hewldana nameya min têk çû. Dema ku şehîd ket ez li Îzmîrê bûm. Şehadeta wî ji min veşartibûn. Di televizyonan de her tim nûçeyên li ser Nisêbînê derdiketin, lê ji ber ku ez bi tirkî nizanim, ji bilî peyva Nisêbînê min tiştekî fêm nedikir.
Kesekî jî ji min re tiştekî nabêje. Herî dawî min nekarî li ber xwe bidim û ez bi otobusê ber bi Nisêbînê ve bi rê ketim. Helbet dilê dayîkê ye, tiştekî hîs dike. Xortekî Kurd li ber otobusê rûniştibû û rojname dixwend.
Min got: ‘Kurê min, ka bixwîne di rojnameyê de çi nûçe hene?’ Xwend û got, ‘Gerîlayê bi navê Kamuran Dundar hatiye kuştin û li Nisêbînê bûyer derketine.’ Ez di cihê xwe de mam û bi vî awayî gihiştim Nisêbînê.”
Li Benda Cenazeyê Dimînin
Endamên din ên malbatê şehadeta Kamuran ji dayika xwe vedişêrin. Pêşî diçin Stewrê û paşê diçin Mêrdînê. Halîl Dûndar pismamê Kamuran Dûndar e. Ew jî diçe li ber nexweşxaneyê û benda cenazeya Kamuran Dündar e. Halil Dündar, wê rojê wiha
vedibêje:
“Cenazeyê me nehat dayîn. Danê êvarê Mebûsê Mêrdînê Ahmet Turk telefona dozgerê Mêrdînê kir. Piştî telefonê ji me re gotin:
‘Em ê sibê saet di 7an de cenazeyê we bidin. Lê bi şertekî… Hûnê wî bêdeng binax bikin.’ Me erebeya xwe li ber nexweşxaneyê park kiribû. 15ê Adarê saet 05.00an tîmeke taybet bi tundî li ca#mên wesayîtê xist û got, “Werin cenazeyê xwe bigirin.” Li ser vê yekê me yekser ji standa telefonê ya ewil telefonî xizmên xwe yên li Nisêbînê kir û agahî da wan.”
Terora Dewletê û Serîhildan
Cenazeyê Kamuran Dundar saet di 07:00 de anîne Nisêbînê. Li mizgeftê wecîbeyên olî tên kirin. Di vê navberê de gel hêdî hêdî pêşî li mizgeftê û piştre jî li goristanê kom dibe.
Dema ku şehîdê nemir defin dikin, hêjmara gel dibe hezaran. Gel dixweze ji bo sersaxiyê ber bi mala malbata Dundar biçe. Lê dewleta Tirk helwesteke provokatîf û êrîşkar digre.
Ji saet 10:00an hejmara gel 10 hezarî derbas dike. Hêzên dewleta Tirk guleyan li gel direşînin. Ciwanê bi navê Şemsettîn Çîftçî yê 19 salî bi guleyan tê kuştin.
Ev êrîş dibe xala dawî. Gel bi kevir û daran li ber xwe dide. Leşker û polîsên Tirk ber bi qereqolan ve vedikişin. Piştî nîvro tîmên taybet ên ji Sêrt û Mêrdînê tên bajêr û êrîşî gel dikin.
Bi dehan kes ji xelkê birîndar dibin. Bi sedan kes tên binçavkirin. Dîroka 15ê Adara 1990î rayedarên dewleta Tirk ên li Enqereyê matmayî dihêle.
Tirsa Gel Radibe
Ev dîrok ji bo gelê Kurdistanê rojekê girîng e. Tirsa dilê gel di vê rojê de radibe. Ji xwe armanca şehîdên Girê Şêra jî ew bû ku Newroza 1990an de gel rabe ser piyan. Şehîdan, roja Newroza nedîtin. Lê bi şahadeta xwe gel ji bo serîhildanê rakirin.
Ev agahî jî balkêş e… Kamuran Dundar û çend gerîlayên ku pê re şehîd ketibûn di sala 1989an de li Akademiya Mahsum Korkmaz xwendekarên dewreya “Ber bi Serhildana Gel” bûn. Şehadeta 13 gerîllayan Bakur şiyar dike û tirsa ku ketiye nava gelê Kurd ji holê rakiriye.
Hefteya Krîtîk
Panoramaya wê heftiya krîtîk ku “ruhê 1990î” yê Kurdistanê nîşan dide:
16ê Adar: Ji bo serhildana Nisêbînê yekem destek ji Qamişloyê hatiye. Bajarê ku li kêleka Nisêbînê ye û bi têla sînor ji hev hatibû veqetandin… Zêdeyî 50 hezar welatiyên Qamişloyê li ser sînor kom dibin û bi dirûşme û tilîliyan piştgirî didin gelê Nisêbînê.
Di heman rojê de li Cizîr, Silopiya, Hezex, Midyad û hin navçeyên din jî gel dikeve nav qadan. Li zanîngehên Firat, Çukurova, Înonû û Dîcleyê jî çalakiyên ji bo bîranîna Halebceyê dibin xwepêşandanên dilsoziya bi Nisêbînê re.
17ê Adar: Çalakiya esnafên Nisêbînê didome. Cenazeyê Şemsettîn Çîftçî tê astengkirin. Dewleta Tirk ji tirsa serhildaneke nû cenaze bi dizî defin dike.
18ê Adar: Hêzên dewletê bi zorê dixwazin dikanan vekin. Lê gelê Nisêbînê çalakiya xwe didomîne. Girtiyên PKKê jî ji bo piştgiriya Nisêbînê dest bi greva birçîbûnê dikin.
19ê Adar: Piştî Nisêbînê esnafên Cizîrê jî dikanên xwe girtin. Gelê Cizîrê bi daketina kolanan hevgirtina xwe ya bi Nisêbînê re nîşan dide.
20ê Adarê: Pîrozbahiya Newrozê ya li Cizîrê ku ji zû de destpê kir, veguherî serhildanê. Cizîriyên ku hejmara wan ji 10 hezarî derbas dibe dadikevin qadan. Dewleta Tirk li ser gel guleyan dibarîne. Di encama êrîşê de Salîh Elçîoglû, Mehmet Yilmaz, Yusuf Şahîn, Emîn Gun û zorakê bi navê Abîdîn Tuncer qetil dike. Gel serî hildide û li Cizîrê buroyên dewletê şewitandine. Serhildan berê xwe dide Silopiya û Hezexê.
21 Adar: Dewleta Tirk qedexeya derketina derve îlan kir. Gel guh nade qedexeyê. Berxwedana li Cizîrê dewam dike. Bi he#zaran xwendekar li Stenbol, Enqere, Ege, Eskîşehîr, Çukurova, Amed, Erzirom û zanîngehên din hatin cem hev û cara ewil
Newroz bi girseyî pîroz kirin. Di heman rojê de xwendekara pola sêyemîn a Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Dîcleyê Zekiye Alkan jî bi armanca şermezarkirina terora li Nisêbîn û Cizîrê ya li ser gel, li Amed-Mêrdînkapiyê pankart vekir û bedena xwe da ber agir.
22ê Adarê: Li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê cara yekem e ku bi girseyî dikan hatin girtin û çalakiyên boykotê yên xwendekaran tên lidarxistin. Gel jiyanê dide sekinandin û bêdengî komkujiyan protesto dike.
Helwesta Medyaya Tirk
Ev şiyarbûna ya Bakur Enqerê dihejîne. Hikûmeta Tirkiyê ya di bin serokatiya Yildirim Akbulut de bêçare dimîne. Çapemeniya Tirk şaş dibe ku çi binivîsîne. Manşeta Rojnameya Gunaydin a 24ê Adara 1990an wiha ye: “Gelo Tirkiye dê meşên wiha bidîta? Xwedêyo, ev çi êş e.”
Ev sernivîs bêçaretiya dewleta Tirk nîşan dide. Li hemberî serîhildana gelê Kurd Ji çapemeniyê heta desthilatdariyê Tirk bêçare dimînin. Rojnameya Gunaydinê wisa
dinivîse:
“Duh em wek milet qehr bûn. Di dîroka komara me de cara yekem e… Ku li navçeyek a me ji hezaran welatî derketin kolanan û me dirûşmên ‘Cidaxwaz’î bihîstin. Me hîs kir ku li Cizîrê di dilê me de xencer kirin. Her çend pir bi êş be jî, dema dîtina rastiyê ye.”
Serîhildan hetanî dawiya meha Avrela 1990an berdewam kiriye. Çapemeniya cîhanê serhildana Kurdan bi van manşetan tomar kiriye:
* Întîfada Kurdan dest pê kir (TAZ, 22.03.1990)
* Serhildana li Kurdistanê (Frankfurter Rundschau 22.03.1990)
* Nerazîbûna Kurdan li Tirkiyê karekterek girseyî distîne (The Independent, 22.03.1990)
* Întîfada li Kurdistana Tirkiyê (Folket i Bild, 22.03.1990)
* Li Kurdistana ‘Kovî’ de Serhildana bi xwîn (Kölner Stadt Anzeiger, 19.04.1990)
* Tevgerên bi xwîn (Le Monde, 06.04.1990)
Çavkanî
– Bi nivîskar Medenî Ferho û hunermend Seyîdxan re li ser Girê Şêra axaftin.
– Hevpeyvînên Fehîme Dündar û Halil Dündar ji bo belgefîlma “Serhildan” ku li Stêrk TVyê hat weşandin.
– Murat Karayilan: “Anatomiya Şerekî: Li Kurdistanê Xeta Leşkerî”, Weşanên Mezopotamya
– Alî Yilmaz: “Veguherîna Tarî: Arşîva Siyasî ya salên 90î”, Weşanxaneya Dogan Kitap
– Arşîva rojnameyên Serxwebûn, Milliyet, Cumhuriyet, Günaydın û Güneş