Çîroka strana Nivişta Gerîla (*)

Seyîd Evran, Behdînan, 25.09.2021 – ANF

Straneke ku nêzî du sala ne guhdar dikim. Her ku ez guhdar dikim pêşî pêlek xemgîniyê xwe li min radipêçe. Min digre dibe dûrahiyan. Li pişt wê pêla xwemgîniyê hêviyek bilind dibe û dest pê dike li navenda jiyana min bi cîh dibe.

Ez qala stranekê dikim. Yeka ku her guhdar dikim min dibe cîhanek û hesteke din. Ji ber vê min tim çêker û çîroka vê stranê meraq kir. Min dest pê kir li çêkerên stranê Şêro Hindê û Mehmûd Berazî geriyam. Ji ber ku min dixwest çîroka vê strana ku ji aliyê gelek mirovan ve bi xemgînî û hêvî tê guhdar kirin fêr bibim û binivîsim.

Di dawiyê de dîsa rêya min bi Rojava ket û yek ji karê yekemîn ku min kir dîtina Şêro Hindê bû. Dema wî vegot him xemgîn bûm û him jî dema xemgîn bûm tije hêvî bûm:

Bila Bibe Çîroka Hemûyan

“Keç û xortekî Rojavayî dilê xwe dikeve hevdû. Ez naxwazim bajar û navên wan bibêjim. Bila ew veşartî bimîne. Bila bibe çîroka kesên wek wan. Dest bi hevdîtinê dikin. Ew dibin evîndar. Lê dilê ji bo têkoşîna gerîla ya li çiyayên Kurdistanê lêdixe. Bi hev re biryar didin û tevlî gerîla dibin.

Pêşî diçin perwerdeya şervanên nû. Hevalên wan fêhm nakin ku ji hev hez dikin. Bi qasî ku ji hev hez dikin, welatê xwe jî hezdikin. Piştî perwerdeyê ew cihên cûda wazîfeyan digirin. Dest bi tekoşînê dikin. Bi salan hevdu nabînin. Ji bo welatê xwe şer dikin. Evîna xwe di dilên xwe de vedişêrin. Bi vê hezkirinê beşdarî çalakiyan dibin.

Çend sal derbas dibin. Rojekê dema di çiyayekî re derbas dibin hev dibînin. Demeke kurt li ser lingan diaxivin. Paşê xatir ji hev dixwazin û rêya xwe didomînin. Çiya bi çiya têkoşîna xwe berdewam dikin. Lê di wê hevdîtina kin de dilê wan careke din ji hev re lêdixe.

Dema ku Şoreşa Rojava pêk tê, gerîlaya jin vedigere Rojava. Welatê ku lê ji dayik û mezin bûye dest bi tekoşînê dike. Piştî demeke kurt gerîlayê mêr jî tê. Herdu axa ku bi şoreşê ve hatî xemilandin diparêzin. Lê hevdu nabînin. Di heman demê de gerîlayên jin di şerê li dijî DAIŞê de tevlî kerwanên şehîdan dibe.

Gerîlayê mêr dema ku vê xeberê distîne agahiyan kom dike. Dibîne ku hezkiriya xwe li Şengal, Kobanê û Girê Spiyê şer meşandiye. Ew jî li heman di nav şer de dimîne û derbên giran li DAIŞê dide. Hê jî têkoşîna xwe didomîne.”

Çêkirina Stranê

Şero Hindê diyar dike ku di nava gerîla de gelek çîrokên bi vî rengî yên tije hêvî, hesret û evîn hene. Hindê çêkirina pêvajoya stranê jî wiha vedibêje:

“Divê ev çîrok bi hunerê bihata vegotin. Me ev xebat wek peyama hevala jin nivîsand. Li welatê me evîna welat û evîna mirovan bi vî awayî derdikevin. Çîrokên me xwedî xemgînî, hesret û hêvî ne. Ji ber vê me navê stranê danî Nivişta Gerîla.”

Nivişta Gerîla
Gotin: Şero Hindê
Muzîk: Mehmûd Berazî
Deng: Şehrîban Guneş Xalid Dêrik Hacî Mûsa

Nav çiya û zinaran
Pey dilê kovî mame
Bûm bi bask (û) firîyam tevlî xeyalan
Deşta dûr pir dûr e
Li Rojava destara derdan e
Hêviya min dîtinek bû
Ji vê refê neqetiyam (û) Tevlî wê firîyam
Wek(î) koçeran gerîyam (di) bin baranê de
Henasê(hilmê) min bi vedeng e
Gava min bê deng e
Mêwa giyanê min lal e

Siwar hatin ji zozanan
Girtin serkêşiya dîlanan
Desmala rengîn
Destana mijê û baranê
Dodmaman xwe hilba kirin
Pismaman çok nîvçok kirin
Desmal dane destê xalana
Pûkê û leylanê

Rê kor e û pir sar e
Heyv (hîv) li jora mat maye
Stêrk ji çavan rijyan lê ez mam
Hespê boz dijene
Ber bi jora jor ve
Ji nav ewrên giyanan de dinhêre
Destê min ji te nabe
Lê pir, pir dereng e
Ji te re malekî ji kevrokan ava dikim
Derîyê wê (ji) şilêr be
Banê wê (ji) morîk be
Çira wê pêjna te.

(*) Ev gotar ji Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) hatiye girtin. Xwediyê gotarê Şehîd Seyîd Evran e. Gotar bi tirkî hatiye nivîsandin. Kovara Huner wergerandiye kurdî. Em Şehîd Seyîd Evran bi rêzdarî bi bîr tînin. Lînka stranê li jêr e:

Hier klicken, um den Inhalt von YouTube anzuzeigen.
Learn more in YouTube’s privacy policy.