Qasîdeyek: Çûm Bedlîsê

Rojîna Gulê – Köln

Li ser serîhildanên Kurdan gelek stran û qasîde hene. Yek ji wan qasîdeya bi navê “Çûm Bedlîsê” ye. Hozan Şemdîn di kaseta xwe ya bi navê ‘Desmala Govendê’ de xwendibû.

Me xwest em vê qasîdeyê biweşînin û şîroveyên Mamoste Şemdîn bigirin. Mamoste dibêje: “Dema ku em li welat bûn derwêş dihatin nava malan û qasîde (beyt) digotin. Me jî guhdarî dikir. Çi zilm hatiye serê gelê Kurd? Bi van beytan rave dikirin û em pê hîşyar dibûn.

Qasîdeya Çûm Bedlîsê jî li ser şehîdên serîhildana 1913an e. Benda -malik- dawî min lê zêde kiribû. Ez şehîdên Serhildana 1913an bi rêzdarî bi bîr tînim.”

Çûm Bedlîsê
Tekst û Muzîk: Ji derweşen gel li herêma Serhedê û Şemdîn

Çûm Bedlîsê gelî gelî
Çûm Xeydayê gelî gelî
Jê derketin cotek welî
Şêx Şabedîn Seyîd Alî

(Dîsgotin)
Birin birin şêxêm birin
Birin birin kekêm birin
Birin şêxem darde kirin
Birin kekêm darde kirin

Çûm Bedlîsê di kortê de
Dara qatlê di ortê de
Çûm Xeydayê di kortê de
Dara zilmê di ortê de
Darda kirin şêx darê de
Kindir qetiya aliyê Xwedê de

Ji Bedlîsê çûm Tetwanê
Du şêx rabûn ji Hîzanê
Rêberên dîn û îmanê
Serîhildan ji bo Kurdistanê
Rêberên dîn û îmanê
Şehîd bûn ji bo Kurdistanê

(Nîşeya kovara Huner: Ev bend -malik- Mamoste Şemdîn nivîsiye)
Hela rabin ji xeva giran
Ka binêrin kirinên van
Zilma neyar çû asîman
Kuştin zarokên dergûşan
Xeniqandin şêxên îman
Xelkê me bê hêvî hiştin
Darda kirin şêxê Kurdan
Kurdê me bê zana hiştin

Hevpeyvîn bi Hozan Şemdîn re

Cihê qasîdeyan di muzîka kurdî de çi ye?

Ji aliyê zargotina de dewlemendiyê ku ketiya nav civaka me yek dengbêj in, yek jî qasîdebêj in. Ewqas girîng e.

Tiştê me yê nivîskî ji aliyê seyda û meleyan hatiye nivîsandin. Însanên me yê zargotinên wê xurt gişt olî de pêş ketine. Feqiyê Teyran, Meleya Cizîrî, Ehmedê Xanî, Cegerxwîn, Seydayê Tîrêj…

Mesela çîroka zembilfiroş jî beşa olî hatiye.
Însanên me yên ku meletî kirine û seyda bûne her tim civata wan hebûye. Dîsa dewrêşên ku erbane dixistin û pê re stranên olî digotin hebûn.

Maqamên qasîdeyan ji maqamên dengbêjan cûdaye. Maqamê qasîde û beytan taybetin. Xweşikbûnekî wan cûda hene. Naveroka qasîdeyan motîfên olî tê de ne.

Serîhildanên welatê me û zilma li ser welatê me jî bi qasîdeyan hatiye ziman. Mesela li ser serîhildana Şêx Seîd, bûyera Zembilfiroş, li ser dardakirinê li ser rêberên Kurdan qasîda gotine.

Her wiha mewlûda kurdî… Maqama beyt û qasîdeyan e. Maqamê olî ne.

Çanda qasîdeyan di kîjan zarava û olên Kurdan de hene?

Hemû ol û zaravayên gelê me qasîde hene. Maqamên olî li Rojhilatê Kurdistanê, mintiqa Hewremanê di nav Yarsaniyan de gelek navdar e.
Qasîdeyên kurmancî, dimilî û soranî hene.

Dema te behsa qasîdeyan kir tenê Misilman neya bîra mirov. Ew maqamekê olî ye. Di nav Êzidiyan jî gelek xurt e.

Em dikanin bêjin ev maqamek Kurdistanî ye. Gelek ol di nav me de hene û her ol van maqaman ji bo xwe bikartîne.

Mesela cem Alawiyan beyt (deyîş) heye. Deyîş jî tiştekî olî ye. Kesekî Êzidî bimire. Bi qawilan rê dikin û erbaneyê lêdixin. Kesekî Alawî bimire. Bi tembûrê dewriyeyan dibêjin û wisa rêdikin. Kesekî Misilman bimire. Mewlûda kurdî dixwînin. Ev çandek Kurdistanî ye û tesîra xwe li ser olan kiriye.

Xwezaya welatê me jî tesîr li qasîdeyan kiriye?

Xwezayê Kurdistanê xweş e. Miletê me miletêkî xwezahez e jî. Xwezayê xwe hezdikin. Civaka Kurdistanê civakekî kollektîv e. Ji ber ku li ser çiya û zozanan dijîn. Yek jî welatê me Kurdistan welatekî xêr û bêr bûye. Ango dewlemend bûye.

2 hezar sal berê… Tu jiyana xwe li xwezayê berdewam dike. Tu nikare avê çêbike. Gerek kaniya wê hebe, çavkaniya wê hebe. Dar… Însan nikare daran çêbike. Xwezayî heye. Mêrg (çimen)… Ew dihelêkî çavên te têr bibe. Dema ku mirov pêwîstiya jiyanê ve têr bû fikir û rihê xwe de motivên însanî û civakî pêş dikevin.

Mirovên me qiymetek mezin daye xwezaye. Tu berhemên dar, ber,
kanî, çiya û heywanan jiyan dike. Motîfên stranan û qasîdeyan li gorî wê hatiye afirandin. Tu nikare xeyalî maqamekê çêbike. Gerek jiyana te ve
girêdayî be.

Miletê Kurd miletekî Xweda hawîn e. Yanê bîr û bawer e. Bîr û bawêriya xwe bi xwezayê ve heye. Mesela em rojê sond dixwin. Li ser nan sond dixwin. Ziyaretên me jî yan dar e, yan av e.

Mesela cem me Dara Gincir hebû. Herkes diçû pînek jê girêdida û xwe re mirazê xwe dixwest. Hinekan mirazê xwe dinivîsand û diavêt avê. Digot, “Zindiyên bahrê mirazê me bibîne.”

Mamoste em dikarin bêjin ku muzîka olî jî ziman parastiye?

Erê, çawa na. Her ol muzîkê bikartîne. Wek mînak: Ola Îslamê pêwîste dengê mele xweş bibe. Medreseyên me zimanê me parastine. Hetanî îro jî meleyên me şiroveyê Quranê bi kurdî dikin.

Medrese ziman parastiye. Dersên medreseyan kurdî bû. Dîsa seydayên me kurdî dîvan nivîsandiye. Seyda û dengbêjan ziman parastine. Çima? Seyda civatê re kurdî diaxifin. Kesek dimire mewlûda kurdî dixwînin. Rojê Îni mele û seyda Quranê dixwînin û şiroveyê rojê kurdî dikin.

Pîrên Alawiyan, Pîrên Êzidiyan jî wisa… Min 4-5 bername çêkir li ser qasîdeyan. Seydayê Dilbirîn hatibû. Pirtûka xwe yê helbestê jî hene. Mevanên Rojava, Merdînê, Amedê û Dimilî hebûn. Pêwîste gelek lêkolîner di nav gelê me de bigerin û li ser muzîka olî lêkolînên berfireh bikin. Ev mîrateyek netewî ye. Çiqas bê belgekirin, em ewqasî xizmeta gel dikin.