Danasîn: Kaseta Kandil Dağı

Firaz Baran

Avakarê HUNERKOMê Hozan Sefkan (Celal Ercan) 16ê Nîsan a 1985an şehîd ket. Şehîd Sefkan yek kaset derxistiye. Navê kasetê “Kandil Dağı” ye.

Stranên ku di kaseta “Kandil Dağı”yê de cih digirin ev in:

Qandîl Dağı    – Gotin û Muzîk: Şehîd Sefkan
Dêrsim Dağı   – Gotin û Muzîk: Şehîd Sefkan
İhtiyar           – Gotin û Muzîk: Şehîd Sefkan
Savaş Esirleri – Gotin û Muzîk: Şehîd Sefkan
Ha Gerîla        – Gotin û Muzîk: Şehîd Sefkan
Kürdün Gelini – ?
Harman Yeri   – Gotin û Muzîk: Şehîd Sefkan
4 Mayıs           – Gotin û Muzîk: Şehîd Sefkan
Kulîlkê Welat  – Gotin û Muzîk: Ji Rojavayê Kurdistan
Salîho             – Gotin û Muzîk: Şivan Perwer

*

Gotinên Stranan

Kandil Dağı
Gotin û Muzîk: Şehîd Sefkan

Qandîl dağında ses var Qandîl dağı dumanlı
Dorukları gülmez olmuş yüreğinde çift yara
Kanıyor Karasungur, İbrahim yoldaş kanda
Doruklarından akıyor süzülerek ovaya
Gübreliyor toprağı can veriyor tohuma
Kızıl gülden tarlalar bırakıyor ardından
Çürümeye yüz tutmuş yatık deve dikenli

Qandîl dağı dumanlı
Dorukları gülmez olmuş
Yüreğinde çift yara

Qandîl dağı toprağı çatlak çatlak susuz yazda
Karasungur bir vurgudur
Deşiyor kuru çatlağı
Günyüzü görmemiş umut nice sevdalarla dolu
Yarınlar omuzunda fışkırıyor görkemli
Heybetli gür sesiyle toz duman kan içinde
Salıyor sularını susuz yaz çatlağına
Hücreler can buluyor bölük pörçüğe düşman

Di 3ê Gulana 1983an de Endamê Komîteya Navendî ya PKKê Mehmet Karasungur û şervanê PKKê Îbrahîm Bîlgîn li Çiyayê Qendîlê şehîd ketin. Strana Kandil Dağı li ser Karasungur û Bîlgîn hatiye çêkirin.

*

Dêrsim Dağı
Gotin û Muzîk: Şehîd Sefkan

Teman köyünü bastılar
Delîl Doxan’ı vurdular
Al kanlara buladılar
Şahitsin sen Dêrsim dağı
Şahitsin sen Dêrsim dağı

Dêrsim dağı Dêrsim dağı
Derelerin kanla dolu
Ahım yerde kalmayacak
Başı duman Dêrsim dağı

Neler gördün neler duydun
Şehîdlere kefen oldun
Delîl’i bağrına bastın
Anıtsın sen dersim dağı
Yücesin sen dersim dağı

O bir önder bir yiğitti
Kurtuluş yolundan gitti
Teslim olmadı direndi
O ölmedi Dêrsim dağı

Selam yüce komutana
Silah elde savaşana
Savaşıp şehîd olana
Selam olsun Dêrsim dağı

Ev stran li ser yek ji fermandarên pêşeng ên PKKê Delîl Doxan hatiye çêkirin. Delîl Doxan û 60 hevalên xwe di bihara 1980 de li kampên Filistîniyan li Lubnanê perwerdeya leşkerî dîtin. Armanca perwerdeyê “destpêkirina şerê gerîla” bû. Hemû plan li gorî wê amade kirin. Hêz di nava parêzgahan de hatin birêxistinkirin. Delîl Doxan wek Fermandarê Parêzgeha Dêrsimê vegeriya welêt û di sala 1980an de li gundê Temanê şehîd ket.

*

İhtiyar
Gotin û Muzîk: Şehîd Sefkan

(Vê stranê li ser kasetê Şehîd Mizgîn dibêje.)

Saçlarına aklar düşmüştü
Gözleri dolu dolu İhtiyar
Birilerine ağlar gibi
Oğlu şehîd bir ihtiyar

Ellerini ver dedi bana
Uzattım ellerim sımsıcak
Aldı bastı beni bağrına
Bir acı, bir hasret, bir ızdıraptı feryadı

Ağlama nur yüzlü ihtiyar
Kurdistan pınarlarla dolu
Bu kutsal sınıf savaşında
Aydın şehîd, Metin şehîd, Yusuf şehîd, Oğlun şehîd

Birgün mezarlıktan geçersen
Ağlama gururlu yiğit ihtiyar
Kalk desen de orda bir ölü var
Oğlun şehîd ülke için
Oğlun şehîd halkı için

(Tenê ev beyt ji aliyê Şehîd Sefkan ve hatiye gotin)
Onları yetiştirdim ben bugün için
Ölsek bin ekin ektim şehit verdim
Vursun dedim sömürgecilere oğlum şehîd
Gururluyum onurluyum oğlum şehîd

*

Savaş Esirleri
Gotin û Muzîk: Şehîd Sefkan

Demir parmaklıklar ve kelepçeler
Yıldırmadı kanlı zincirler
Boğdular yaktılar aç bıraktılar
Yılmadı yürüyor savaş esirleri

Kopardılar etlerini parça parça
Çektiler tırnaklarını birer birer
Ölüm oruçlarında işkencelerde
Yendiler ölümü savaş esirleri

Karanlık gecelerde kurşun sayıldı
Kafataslarından duvar örüldü
Ölümden korkarlar diye hesap görüldü
Bozdular hesabı savaş esirleri

Kimileri çekildi sephalara
Kimileri dilim dilim edildi
Can verdiler alev alev yana yana
Sır vermediler savaş esirleri

Di sala 1979an de dewleta Tirk li Bakurê Kurdistanê rejîma leşkerî îlan kir. Bi sedan kadro, alîgir û sempatîzanên PKKê hatin girtin. Piştî derbeya leşkerî ya 12ê Îlona 1980ê, hemû Kurdistan bû baregeha arteşa Tirk. Li ser sed hezar Kurd binçavkirin. Girtîgeh veguherî îşkencexaneyê. Ev stran ji bo berxwedêrên girtîgehan hatiye çêkirin.

*

Ha Gerîla
Gotin û Muzîk: Şehîd Sefkan

Mevziden mevziye fırlayan
canını savaşa adayan
Yorgunluk açlık susuzluk demeden
yılmadan savaşır gerîla

Ha gerîla gerîla gerîla
Cihanın umudu gerilla
Ha gerîla gerîla gerîla
Halkımın umudu gerilla

Yer gök inim inim inler
Sabahın il ışıklarında
Al kanlar içinde uzanır
göğsü paramparça gerilla

Bizde canımızı adarız
Uğruna düştüğün davaya
Her baktıkça kara namluya
Seni anacağız gerilla

Strana “Ha Gerîla” di nava gelê Kurdistanê de bû hît. 40 sal derbas bûye, lê dîsa jî di hemû şahî û çalakiyan de ciwan bi vê stranê dîlanê digerînin.

*

Harman Yeri
Gotin û Muzîk: Şehîd Sefkan

Harman yerinde çocuklar mahpuslarda
Ellerinde çapalar var kelepçe kollarında

Bakıyorlar damlardan ak yüklü bulutlara
Kör karanlık gecelerden sökecek şafaklara

Kimi kış kar yürümüş çıplak ayaklarıyla
Umut demiş ekmek demiş kıl kara çadırlarda

Birgün dur demiş gidişe küçücük parmaklarla
Yürümüş … üstüne diş tırnak çapalarla

Çökmüşler boğazına daha ilk gün doğarken
Tanklarla saldırmışlar ilk adımı atarken

Tanışmış birer birer süngüyle dipçiklerle
Ondördünde taptaze filinta mavzerlerle

Sürmüş atını dağlara dağın doruklarına
Seslenmiş … hazır bulut gibi

Dili … haykırmış parmaklıklarda
İpe cellada tükürmüş idam sephalarında

*

Kürdün Gelini
Gotin û Muzîk. Şehîd Sefkan

Munzur hırçın Munzur kızgın
Munzur kızıl kan akıyor
Ölülerimizin dehşeti
İşgalciye korku salıyor

Gelini de gelini Kürdün gelini
Dağlara verir mavzere verir
İşgalciye vermez elini

Bir ağ gibi suyu sarıyor
Genç kızlarımızın saçları
Süngü uçlarında dona kalıyor
Bebelerin hıçkırıkları/ilk gülüşleri

Saydam bir camdı kırılan yüzleri
Bahara açılmış çiçekler gibi
Kahpece kurşunlanmış genç vücutları
Toprağı suluyor kızıl kanları

*

4 Mayıs
Gotin û Muzîk: Şehîd Sefkan

Bir 4 Mayıs sabahında
Sardı güneşi kara bulutlar
Kurşun yağıyordu yağmurla beraber
İki genç yiğidin üzerine
Hüseyin ile Seyfi’nin üstüne

Deldi kurşunlar bedenlerini
Aktı kanları yağmur sularıyla
Besledi büyüttü kan göllerini
Deve dikenlerine inat

Ne kurşun susturdu haykırışlarını
Ne yağmurdu söndürdü isyan ateşini
Taşıdı kızıl bayrağı iki yiğit
Soldurmadılar kan göllerini

*

Salîho
Gotin û Muzîk: Şivan Perwer

Lê lê dayê ez destê xwe ji çek û rextê xwe bernadim
Bira tu zanibe heger can û ruhê xwe jî bi ser dim
Dayê welat bindest e vê dozê nikarim tu car berdim
Ax de menal menal lê dayikê
Reşa xwe deyne lê xwe hînke, dema me nîne ji bo şînê ax…

Gelî heval û hogiran hunê bi zixit û lîlan laşê me rakin
Ala rengîn bi ser me dakin, gulek sor bi serê me de çakin
Ax de menal menal lê dayikê
Reşa xwe deyne lê xwe hînke, dema me nîne ji bo şînê ax…

Heyran hûnê herin hevre doza xwe tev berdewamkin
Bes e bêjin hûn pêşmergi em te ji bîr nakin
Em sond dixwin te dilşad kin
Ax de menal menal lê dayikê
Reşa xwe deyne lê xwe hînke, dema me nîne ji bo şînê ax…

Portreya Şehîd Sefkan

TEV-ÇAND Ewropayê di 16.05.2024an de bo Hozan Sefkan daxûyaniyek nivîskî weşand. Daxûyanî li ser jiyan û xebatên Hozan Sefkan e. Daxûyanî li jêr e:

Îro 39. salvegera şehadeta hunermendê şoreşger Hozan Sefkan (Celal Ercan) e. Ew di 16ê Nîsana 1985an de li Heftenînê tevlî kerwanê şehîdan bû. Ew pêşengê bi sazîbûna çand û hunera kurdî ye.

Hozan Sefkan mîlîtanê Şoreşa Kurdistanê bû. Di havîna sala 1982an de ew û Hozan Mizgîn ji Lubnanê derbasî Almanyayê bûn.

Wazîfeya wan bilindkirina çand û hunera kurdî bû. Hozan Sefkan dema ku çû Almanyayê bi hunermendên Kurd re hevdîtin pêk anî û sazîbûnê pêşniyar kir. Piştî amadekariyek baş di Hezîrana sala 1983an de bi pêşengtiya Hozan Sefkan Kongreya Çand û Hunerê hate liderxistin.

Hozan Sefkan di kongreye de dibêje: “Divê eniyeke çand û hunerê bê avakirin. Divê sazî û şaxên eniyê hebin. Li Kurdistanê têkoşîna rizgariya netewî tê meşandin. Divê eniya çand û hunerê bibe hêza moral a tekoşînê. Divê ev enî bersiva herî mezin bide kolonyalîst, qedexe kirinan, asîmîlasyon û îşkenceyê.”

Di kongreyê de Komela Hunermendên Welatparêzên Kurdistan (HUNERKOM) hat ava kirin û gelek bîryarên girîng hatin girtin. Bi vî avayî xebatên çand û hunerê bû xwedî sazî.

Hozan Sefkan û hevalên xwe navenda HUNERKOMê li bajarê Kölnê û şaxên saziyê jî li Hollanda, Frankfurt, Hannover, Stuttgart, Berlîn û Stockholmê vekirin.

Li navendê û şaxan de komên muzîk, şano û govendê birexistin kirin. Dîsa kasetên muzîkê derxistin, şano lîstin, şev û bîranînên şehîdan amade kirin.

Di heman demê de bi pêşengtiya Hozan Sefkan Koma Berxwedan jî hat ava kirin û kom bû dengê şoreşa Kurdistanê.

Çand û hunera Kurdî di sedsala 20. de rastî asîmîlasyon û qedexeyên giran hatibû. Xebatên HUNERKOMê çand û hunera kurdî zindî kir û pêşxist.

Hozan Sefkan, di sala 1984an de vegeriya welêt. Wî, di nav du salan de eniya çand û hunerê saz kir, kesata Koma Berxwedan a yekem amade kir û kaseta xwe ya solo jî derxist. Her wiha ji bo pirtûk, kovar, meş û şevên wê demê gelek wêne xêz kir. Dîsa di nav du salan de li Ewropayê bi dehan şev hatin lidarxistin. Di hemûyan de Hozan Sefkan bû amadekarên van şevan û bi dehan bajaran jî stran û awazên xwe parve kir.

Hozan Sefkan di sala 1984an de vegeriya Kurdistanê. Li Başûrê Kurdistanê tevlî yekîneyên gerîla bû. Li vir jî ne tenê bi çeka xwe, bi amûr û dengê xwe jî moral da rêhevalên xwe û nirxên şoreşê bi awayekî hunerî îfade kir.

16ê Nîsana 1985an ji bo şoreşa Kurdistanê rojeke reş e. Wê rojê di encama komploya Partiya Komunîst a Iraqê de li Heftanînê 8 mîlîtanên PKKê ku di nav wan de Hozan Sefkan, Rauf Akbay û Îdrîs Okmen jî hebûn şehîd ketin.

Hemû jî ji bo têkoşîna gerîla ya ku nû dest pê kiribû xwe perwerde kiribûn. Weke mînak, Rauf Akbay li zanîngeha Goethe xwendîbû, Federasyona Komeleyên Kurd li Almanyayê (FEYKA KURDISTAN) damezirandibû û hem di warê teorîk û hem jî di warê pratîkî de kedeke girîng dabû şoreşê. Her yek ji wan têr û tijê xwe ji bo şoreşê amade kiribûn. Lewma şehadetên 16ê Nîsanê ji bo şoreşa Kurdistanê windahiyeke giran bû.

Şehîd Sefkan xwest ku eniya çand-hunerê bibe yek ji stûnên herî girîng ên şoreşa Kurdistanê. Bi vê armancê bingeha eniya çand û hunerê danî. Li ser vê bingehê bi sedan kasetên kurdî û bi hezaran stran hatin nivîsandin. Dîsa bi sedan komên muzîk, govend û şanoyê hatin avakirin. Ev hemû nirx nîşan didin ku şoreşa Kurdistanê şehîdên xwe û armancên wan ji bîr nake. Ew ala ku şehîdan emanetî wan kiriye hildigire.

Barbarên kolonyalîst dixwestin çand û hunera Kurdî tune bikin. Ji bo vê jî li pey hev qedexe û komkujî pêk anîn. Xwestin nav, ziman û stranên Kurdan ji holê rakin. Têkoşîna hemû şehîdan ev armancên kolonyalîstan têk bir û deriyekî nû yê jiyanê li pêşiya gelê Kurd vekir. Bi pêşengiya şehîdan li Kurdistanê serdemeke nû ya çand, huner û wêjeyê dest pê kir. Bîranînên şehîdan eniya çand-hunerê ronî dike. Ji bo vê jî em dibêjin “Şehîd Sefkan jiyan dike û wê her tim pêşengiya gelê Kurdistanê bike.”

Ji bo xebatkarên çand û hunerê

Hunera Şehîd Sefkan girêdayî gel û têkoşînê bû. Wî bi stran û wêneyên xwe berxwedan, têkoşîna çekdarî, îşkence û şehadet anî ziman.

Îro jî: Sê sal e me xeberek ji Rêber Apo negirtiye. Gelê me yê Efrînê li Şehba û Helebê dûrî axa xwe, di nava şert û mercên gelekî dijwar de jiyan dikin. Gerîla li dijî her cure çekan şerekî mezin dimeşîne. Gelê Kurdistanê di hilbijartinên şaredariyan de serkeftinên mezin bi dest xistin û berxwedaneke mînak nîşan da.

Loma em dibêjin: Xebatkarên çand û hunerê wek şehîdan tevbigerin. Divê erkên şoreşê pêk bînin. Divê di berhemên xwe de rewşa gel û têkoşînê vebêjin. Stranên ku em dinivîsin, şanoyên me, klîb an fîlmên ku em dikişînin, wêneyên ku em xêz dikin divê moral û hêzê bide gel. Divê îradeya gel ya têkoşînê zêde bike.

Ala Hozan Sefkan nakeve.

Şehîd Namirin