Firaz Baran/Köln
Albûma “Rojava” sala 2013ê li Mîr Muzîkê derketiye. Di albûmê de stranên ku cih girtine ev in:
Jinên Azad, Azadî, Kurdin, Hunermend, Rojava, Gulên Ber bi Roj, Penaber, Çavşîn, Sewda, Hewreman, Cigera mi, Rizayê Xalid, Aynûr û Sînemê.
Amadekarên Albûmê
Produktion: Mir Multimedia 2013
Rêvebir, Aranjör: Memo Gül
Studios: Mir Tonstudio / Düsseldorf
Rast Studio / Istanbul û Stduio Çiftçiler / Siegburg
Tomar: Hüseyin Çiftçi, Ciwan Ayaz
Mix: Hüseyin Çiftçi – Merdan
Mastering: Reinhard Kobialka – Topaz, Köln
Nivîsa Biyografiyê: Kakşar C. Oremar
Fotos: Jörg Schanze
Grafik: Bülent Kılıç/www.bulentkilic.com
Orkestraya Albûmê
Schlagzeug: Bernhard Spiess Bass: Emanuel Stanley (2,5,8,10)
Bass: Nurhat Şensesli E-Gitar: Klaus Bittner (2,5,8,10)
Gitar: Erdinç Şenyaylar
KI-Gitar: Mazlum Adıbelli (Sewda)
Perkusyon: Ömer Arslan
Perkusyon: Fethi Ak (Azadî)
Bağlama, Divan, Sazbüş, Kopuz, Elektro Saz: Kemal Alaçayır
Bağlama: Memo Gül (Rojava, Rizayê Xalid)
Elektro saz: Memo Gül (Çavşîn, Aynûr)
Keman: Sinan Acar Grup Keman: Kenan
Mey, Zurna: Ertan Tekin Mey, Zurna: Kemal Ceylan
Ney, Zurna: Eyüp Hamiş
Keyboards, Akor Şifreleme: Hakan Pekinbudak (2,5,8,10)
Kanun: Recep Seber
Kemançe: Mizgîn Ayaz
Duet: Chopy Fetah (Azadî)
Helbest: Xelil Xemgîn (Gulên ber biroj)
Vokal Effekt: Memo Gül (1,6)
Koro: Cewad Merwanî, Dalia, Mazlum Adıbelli (Rewşen), Memo Gül, Berîvan

Diyarî
Kawa li ser albûmê diyariyek nivîsiye û gotiye:
“Di rewşa îro a welatê me de her kes xwedî erkên cuda radike. Rojavayê Kurdistanê ber bi azadiyê ve diçe. Lê astengî pir in. Di deme wiha de min xwest deng û hêza xwe tevlî hêza gelê xwe yê leheng bikim.
Hin dem û serdem hene ku mirovan dixin bin barên giran û wezîfeyên dîrokî. Ez weke hunermendekî Kurd li ser xwe ferz dibînim ku hemû êş û kederên gelê xwe bi awaz û helbestan beyan bikim. Rol û misyona ku doza Kurd û Kurdistanê daye ser milên me hunermend û hunerhêzan ev e.
Li ber xwestek û mercên demê em bi karekî nû, albûma “ROJAVA” pêşkêşî we dikin.
Li rex kedeke mezin min xwest ku li çar aliyên welêt eşqa xwe tevlî heza we ya hezaran salan bikim.
Ev 6. berhema min e. Di “ROJAVA” de daxwaza min ya sereke ew bû ku nirxên pîroz ên gelê xwe bi bîr bînim û rastiyên dîrokê baştir raxin ber çavan.
Xwezî û daxwaza min serfiraziya we ye û bi hêviya azadî û rizgariyê silav û hurmetên xwe pêşkêşî we dikim.
Hozan Kawa, 21.09.2013″
*
STRANÊN ALBÛMÊ
Jinên Azad
Gotin û awaz: Kawa
Sê jinên azad, sê stêrkên li asîman
Bûn kevok firyane, dûr firyan
Bûn hêvî ji bona jin û jiyan
Dîsgotin
Hûn rengê gulan, ji baxçê Zîlan û Bêrîtan
Hevalên rojê, roja azadî û nû jiyan
Hevalên rojê, heval Sara, Leyla û Fîdan
De megrî dilê melûl de megrî
Kûr dinale dengê ney û bilûrê
Heland hinav cegeram hate xwarê
Vîna we kewand birîna dilan
Xemla we li nav karwanê şehîdan
Nû jînin, nalîn û lorîkên dayîkan

Azadî
Gotin: Kawa
Awaz: Memo Gül
Duet: Bi Çopiyê re
Rêwiyên azadiyê dimeşin
Ew ciwan û xortên keleş
Karwanên azadiyê dimeşin
Keçên delal gulên rûgeş
Wek lehiyan diherikin
Mîna bahoz û baranê
Her aliyê Kurdistanê
Dîsgotin
Azadî, Aşitî, Biratî
Yekîtî, wekhevi
Di tariyê de bûn ronahî
Evînên di dil de veşartî
Hesret dibarin ji wan çavan
Kefen qetandin bûn hêvî
Ew hesreta azadiyê,
biratiyê, yekîtiyê,
aştiyê wekheviyê
Rakirin xewin û xeyalan
Şîn kirin hêviyên dilan
Dîrok ji nuh ve zindî bû
Ew bûn xelata nîştiman
Fedayên agir û rojê
Şagirtên Mazlum – Egîdan
Bûne dengê azadiyê, biratiyê
*
Kurd in
Gotin û awaz: Kawa
Keç û xortan dest didan hev ji bo nîştiman
Dengê şoreşê bilind bû li hemû cîhan
Azadî vaye nêzîk bû bi govend û dîlan
Roj ronak bû gula reng da bijî Kurdistan
Dîsgotin
Kurd in Kurd in serbilindin Medya û Med in
Ew şervanê YPGê ne lawê Kurd in
Kurd in Kurd in serbilindin Medya û Med in
Ew şervanê YPGê ne keçên Kurdin
Lawê Kurda ketin cengê û li berxwedan
Ji mere anîn mizgîna buhara Kurdan
Ew bûn şûrê Rustemê Zal, agirê Kawa
Ew bûne tama jiyanê, ketin nav dilan
Navê şêrîn ey şoreşger hevalê me ye
Hebûna we xweş şadiye roj li me hilaye
Heya hebin çerxa jînê li me bigere
Em deyindarê we ne heval gelê me bi we re ye
*
Hunermend
Gotin û awaz: Kawa
Kawa ev stran bo şehîdên çand û hunerê afirandiye. Di destpêka stranê de dengê şehîdên stranbêj (Sefkan, Delîla, Mizgîn, Evdilmelîk) tê:
Hunermendê dozê hozanê gelê me
Stran helbest awaz li ser zimanê we
Hûn bûn kaniya huner hêviya dilê me
Eşq û şewqa jînê fedayên doza me
Dîsgotin
Huner bi şoreşê hate xemilandin
Stranên azadiyê we dan reşandin
Cihê hûn geriyan gul nergiz rengdan
Wek şelûl û bilbil deng û awazên we
Reng û dengên çiya bilbilên hunerê
Xwe berdan nava dil tu car nayê derê
Saz û tembûr bi dest de geriyan li her derê
Parêzvanên dozê kaniyên hunerê
Stêrken ezmanan dewrêş û hozan in
Lehengên gelê me jîr û qehreman in
Bi şoreş û huner bi ked û xudan in
Şopdariya pîroz Mizgîn û Sefkan in
Şîrove: Navê albûmê Rojava ye. Kawa di “Diyari”ya xwe de qala tekoşîn û berxwedana Rojava jî kiribû. Stranên albûmê jî li gorî wê hilbijartiye. Û ev jî bala mirov digire: Ne tenê stranbêj, her wiha gelek muzîkjenên nav û deng jî albûmê de cîh girtine. Navê Rojava giran e û hunermend li gorî wê tevgeriya ye. Sal 2013 e. Hên berxwedana Kobanêyê dernetiye. Lê hunermend gelê xwe nas dike. Dilê wî bi gelê berxwedêr re lê dide û diyariya xwe aniye ziman û gotiye: “Rojava ber bi azadiyê ve diçe. Ez ê hemû êş û kederên gelê xwe bi awaz û helbestan beyan bikim.” Em bi gotinên stranan berdewam bikin:

Rojava
Gotin û awaz: Kawa
Îro li Rojava raperîne hildikişe agirê şoreşê
Îro li Rojava serhildane bilind dibe ala şoreşê
Serhildan û raperîna gel bi xwe re tîne şahî û mizgîne
Dîsgotin
Roj mizgîniyê ji me re tîne
Roj pîroze, Rojava
Warê Egîd û Şehîda
Roja me naçe ava
Tirs û xufa hêza gelê me, textê neyaran dilerizîne
Tirs û xufa hêza gelê me, dilê dişminan ditrsîne
Keç û xortên dilsoz û dilpak, ala şehîdan dihejînin
Ev çend sal û çendî zemane
Li me çêbû çend fermane
Êdî ji bo me nema gumane
Şoreş geşbû li Kurdistane
*
Gulên Ber Bi Roj
Gotin û awaz: Kawa
Duet: Xelîl Xemgîn
Di destpêka stranê de Xelîl Xemgîn ev helbesta jêr dixwîne:
Ey gulên ber bi rojê,
Hûn bûn ava jiyanê,
Gulên kesk sor û zer
We şîn kir xemla xwezayê
Bûn ala sê rengîn li ber bayê welate min hejiyan
Bayê Bakur, bayê Başûr Rojava û Rojhilat
Bila hûn baş bizanibin her yek ji we
Bûn hêviyên azadiyê
Hûn bûn agirê Zerdeşt û Mazlûm
We ronî da şevên tarî
Di sedsala bîst û yekan de lehengiya jina Kurd
Mîna du guleyên Arjîna me û hevalên xwe
Wekî Dîjle û Firadê
Li ser singa Rojhilata Navîn
Jiyana gelan diherkîne û diherke
Piştî helbesta Mamoste Xelîl Xemgîn stran dest pê dike:
Panzdeh gulên ber bi rojê revandin
Şitlê gulan yek bi yek qetandin
Bê av hiştin gulên me çilmisandin
Wesle wesle kirin wan şewitandin/peritandin
Dîsgotin
Gulên ber bi rojê
Ey fedayên dozê
Tîrêjên roja me
Xemlên jiyana me
Panzdeh gulên kesk, sor û zer li Xerzan
Bûn mêvanê Mizgînê li Tatwan
Ewin gulên ber bi roja Kurdistan
Kulîlkên Adarê rûmeta jinan
*
Penaber
Gotin û Muzîk: Aram Tîgran
Wek strana “Hunermend” strana “Penaber” jî bi dengekî cuda dest pê dike. Mamoste Aram Tîgran û Kawa diaxivin. Mamoste strana “Penaber” distirê û dibêje: “Ev kilamê ji Kawa re hediye dikim.” Kawa jî dibêje: “Sax be Mamoste Can. Sihatê te xweş.”
Karwanek wa dîsa bi rê ket
Bû wek koçeran felaket
Xeml û xêza wan karwana reşin
Bi derd û kul, li pey hev dimeşin
Dîsgotin
Penaberim penaber, wek koçeran der bi der
Welat bi welat digerim, bûme wek teyrek bê per
Hey wax li min hey wax li min, hey wax li min penaberim
Hey wax li min hey wax li min penaber û koçerim
Karwan karwanê penaberî
Ronahî li wan bûye tarî
Bi derd û kul û keder digrî
Nizanim saxe yan jî mirî
Karwan karwanê kul û derdan
Dev ji mal û milkên xwe berdan
Digerin wek koçeran der bi der
Rih û can, mal û milk li ser dan
*
Çavşîn
Gotin û Muzîk: Kawa
Navê te çi şêrîne
Li ser lêvan hingivîne
Bejn û balê dixemilîne
Rû geşe çavên şîne
Dîsgotin
Eman eman çav şînê
Eşqa min nerevînê
Ezê ji te hezbikim
Heya roja mirinê
Çav şînê yara delal
Gerden ji ava zelal
Dil bişke cebar nabe
Evîndarê te me yar
Çav şînê sebra dila
Dermanê derd û kula
Dil bûye derya xwînê
Ji ber jana evînê
*
Sewda
Gotin û Muzîk: Kawa
Li serê min da eşqa evînê
Birîn zêde bûn li birînê
Ji bo min nema tama jînê
Sewda sewda li serê min da
Dîsgotin
Sewda sewda, li serê min da
Sewda sewda, li dilê min da
Weke derba kêr û xencerê
Di kezeba min de, jan da
Sal derbasbûn wek avê çeman
Dil meskenê kul û xeman
Çiqas zore eşqa dilan
Sewda tu korbî, bi her du çavan
*
Hewreman
Gotin û Muzîk: Gelerî
Dîsgotin
Hewreman, Hewreman
Hewreman, Hewreman şêwênî hewargey dilan
Hewreman Hewreman pir le kîjoley ciwan
Par ew çax zemane, nawbangit le cihana
Le ciwanî bêwêne, bukî em Kurdistane
Ciwane kiçî ew deşte, rûxsar bî beheşte
Jîn û mêrg û kanî, cê gay seyran û deşte
Hewreman ciwane hewargey aşiqane
Le ciwanî reng deda, her weko cây jiwane
*
Cigera Mi
Gotin û Muzîk: Volkan Yağan
Bê eyro meberve cîger
Tenê diyağ made
Ewro rozamava çenê
Be destê xo made
Dîsgotin
Hala wurzê cigera mi
Hala wurzê rindeka mi
Hala wurzê havala mi
Bejna tuya sûre cîger
Çaye biya zerdî
Ez çaye bibervî cîger
Zonyatu verdî
Roz gîno peye kowu cîger
Hete mara yeno
Be vengê xo wodarime
Kowu serde şero
*
Rizayê Xalid
Gotin û Muzîk: Gelêrî
Herêm: Serhed
Çavkanî: Dengbêj Şakiro
Wî de hey lo lo hê, hey lo Rizayê
Tu gula mala Emerî lo gidî Rizayê
Tu berxê mala Xalidî, hey wex li min wiy çibikim Rizaye
Qesasê serê dijmin û neyaranî, heya dunya li min û te avabe
Ezê di dîwana mîr û hakiman de rûnim
bikşînim bêjim hey wax li min gidiyê Rizayê
Wî de hey lo lo hê, makûlê hey lo çibikim Rizayê
Rizakê ezê ji bo te çûme Mûşa şewitî, lê bûme mêvan
Pêrîşanê bejna bavê Koroxlî,
Di nav hemû mer û zilaman dê, Mîna şitla gul û sêvan,
Ez neminim Li Milazgirê, di hevşa bavê koroğlîde eskerî romê li hev civiyan
Reben ezim dibên Rizayê Xalid kuştine,
Hinek dibên girtinê berê wî dane hepsa Mûşê li nav girtiya lo lo hey lo Riza
Dîsgotin
Tu gula mala Emerî lo gidî Rizayê
Tu berxê mala Xalidî heywax li min wiy çibikim Rizayê
Qesasê serê dijmin û neyaranî, heya dunya li min û te avabe
Ezê di dîwana mîr û hakiman de rûnim
Axx bikşînim bêjim hey wax li min gidiyê Rizayê
Wî de hey lo lo hê, hey lo Rizayê
Rizakê ezê ji bo te çûme Muşa şewitî, li ber dikanê
Perîşanê bejna bavê Koroxlî, li pêçanê, li girêdanê,
Heyran li gotinê maqûla wiy li qisedanê
Belkî xwedê kulekê bixe mala kafir keşîşê Nordînê,
Ferîkê Muşê gîzma bavê Koroxlî jar berdanê
Ez nemînim, hinek dibêjin Rizayê Xalid kuştine,
Hinek jî dibên derman danê, lo, lo, hey lo Rizayê
*
Sînemê
Gotin û Muzîk: Gelêrî
Herêm: Mêrdîn
Çavkanî: Miradê Kinê
Dîsgotin
Sînemê Sînemê hawara Xwadê Sînemê
Keçka gunda Sînemê, rabe, rûne vê demê
Îşev mêvanê teme, sibê li ser rêka xwe me
Sibê li ser rêka xwe me duşem, sêşem, çarşemê
Hawara Xwadê Sînemê hawara Xwadê Sînemê
Sînemê dilovanê, têr nabim ji xeberdanê
Sînem rabû bi giranî, awirê çevan li min danî
Te ez kuştim, helandim, te agir berda vî canî
Hawara Xwadê Sînemê hawara Xwadê Sînemê
Sînemê bejn ziravê, kinikê bejn ziravê
Keçik meşiyan ber avê, delal meşiyan ber avê
Min sund xwerî bi Quranê
Ji xeyînî te min kes nave
Hawara Xwadê Sînemê hawara Xwadê Sînemê
*
Aynûr
Gotin, Muzîk: Gelêrî
Herêm: Mêrdîn
Çavkanî: Emînê Erbanî
Heyfa min tê bi bejna zirav
Bûye wek rihana bê av
Ketî tora yekî bê bav
Hêstra dibarîne her gav
Lê Aynûr zalim Aynûr
Lê Aynûr, gawir Aynûr
Lê Aynûr, kafir Aynûr
Lê Aynûr, xayîn Aynûr
Kul û xem ji bîr nabe
Dawî halê me çawa be
Lawik tucar bi te şanabe
Dawî dilê wî xweş nabe
Ev çi xemla bûkatiye
Kêfa te ji bo kê ye
Tu bûyî dosta xelkê ye
Te dilê min daye kê ye
Nivîsa Kakşar Oremar
Kakşar Oremar wê salê (2013) li ser Kawa gotarek nivîsiye. Ev nivîs jî li ser berga albûmê hatiye weşandin. Nivîsa Oremar li jêr e:

Kawa, 2013. Roja danasîna albûma “Rojava.” Wêne ji malpera Kawa hatiye wergirtin.
Bi derbasbûne demê re Hozan Kawa
Kakşar Oremar, 15ê Tebaxa 2013, Almaniya
Jiyan hingî xweş û watedare ku mirov bi hesrete li salên dû xwe nenêre. Dema sal li pey salê armanca yekê pêşveçûn be, hingî ramanên piroz biser ketine. Ger wiha nebe êdî nizanim ferqa me însan û heywanên rû erdê ye di çi waran de hebe?
Kawa hê 12 salî bû ku ket bin bandora dengbêjên herêmê û ew eşqa îlahî an ji heza ji hunerê zû di nava hîsên wî de hêlînekê germ ji xwe re çêkir. Bandora dengbêjan li ser destpêka karê wi pir zêde bûye. Deng û awazên Mihemed Arifê Cizîrî, Şakiro, Reso, dengbêjên Radyoya Yêrîvanê helbet bi bilindbûna agirê şoreşa Bakure Kurdistanê û hunera Koma Berxwedan jî rêyeke nû li ber Kawayê dengxweş û nûgihişti vekirin. Wî zû biryar da ku ne bi tirki belki bi zimanê xwe yê şîrîn hunereke nû pêşkêş bike.
Kawa ji sala 1996an û pêde bi awayeki profesyonal dest bi kare hunerê kir. Lê lêgerina wî li pey wê hunerê bû a ku bikaribe bi awayê herî baş xîtabî dilan bike. Kar û hêza ji armanceke wiha re sal bi sal zêde û zêdetir bû. Ew wiha li ser destpêka karê xwe diaxive: “Dema ku min dest bi karekî wiha kir, ez wê demê wek dema xişimtî û bêtecrubetiyê” a xwe di karê huner de binav dikim. Min digot: Em çawa xwe bidin naskirin, qebûlkirin û hezkirin.”
Ev carê pêngava yekê bû ku ciwanekî Kurd di bêîmkaniyên madî û manewî de hiltanî. Eşqa wî kûr, asoyên ramanên wî dûr û mêjî jî tije hêz û pilanên nû bû. Di vî karê han de helbete şoreş û îmkanên hereketa siyasî a gelê Kurd bi hemû awayan hevkarî dikir ku Kawayên me berê piyê xwe baştir bibînin. Reya xwe durist hilbijêrin û nekevin xizmeta siyaseta Kemalîzm û asîmîlasyone.
Pengava du-duya: “Ez ketim nava lêgerinê û min ji xwe pirsî ka divê Kawa wek hunermend xwedî çi nasname û stîla xwe ya taybet be?”
Ew di karekî wiha da sal bi sal pêş dikeve û dibe şervanekî dest rengîn ê tevnê hunera Kurdî. Êdî ew dem jî hatibû ku baştir ji berê rêya xwe peyda bike. Çimkî bi hezaran heyran û guhdarên wî jî çêbibûn û li benda wan berheman bûn ku di gelek waran de têhnatiya wan bişkêne. Wî ji xwe re armanca herî mezin kire ew ku sal bi sal di vê qadê de pêş bikeve. Berhemê dawiyê “Rojava” jî şahidiya vê rastiyê ye.
Qonaxa sêyê: “Ez di hunera xwe de gehiştim vê qenaetê: Hinek dem û serdem hene ku mirovan dixin bin erk û barên giran lê pir pîroz. Ev dema ku gelê Kurd tê de dijî qonaxeke ku „deriyê azadiyê” vebûye û divê em ber bi hundirî mala azadiyê ve bimeşin…”
Ew wek hunermendekî xwedî piresîpên wijdanî-exlaqî dixebite ku bibe xwedîka civakê û wiha dibêje: “Ger di vê rewşa hesas de em liv û lebata xwe zêdetir nekin, dîsa çax yê bê û ji me derbas bibe. Yanî dîsa dîroka reş yê dubare bibe.”
Ji hemû civakan re hunermend û rewşenbîrên ku di nava civakê de cihê xwe girtine, hatine naskirin.
Kesên wiha divê bibîne pêşewa û pêşeng ji bo bêtir naskirina heqîqet û ratiyên ku gel tê de dijî. Sedan sale ku gelê Kurd ji bo azadî û serxwebûna xwe nirxên xwe yên herî hêja û giranbuha dibexşînin. Ew can-cigerê xwe dişewtînin, lê rêya azadiyê û doza xwe ya rewa bernadin. Mina çiyayên Kurdistanê bihêz û mezin in nikarin terka doza xwe bidin. Kawa di van bîst salên derbasbûyî de tim li rex hevalên doza Kurdistana xwe maye: “Bandora heri mezin ji çaxê esareta Serok Öcalan li ser his û hunera min çêbûye. Ji bona wê ji min agirê dilê xwe bi heliyam belavî nava gel kir.”
Îro Kurd di filtera dem û çaxekî dijwar lê pir girîng de derbas dibin. Vê rewşê li Bakur hereket geş, li Başûr destkeftên mezin û li Rojavayê Kurdistanê ji bandoreke pozîtîv li ser xebata hemû gelê Kurd çêkiriye.
Hunermend ji xwe bi awayekî kûr û berfireh di nava rewşa heyî de dibînin. Hozan Kawa haydarî rewşê ye û hestên xwe di vê albumê de derdibire. Çimkî li Rojavayê Kurdistanê rûreşiya mirovan, bêbextî û bêedaletiya hinek insanên hov û kor wateya jiyanê li ber çavên me reş kiriye. Ew zarokên me dikujin, mal û namûsa dayîk û xwişkên me ji xwe re helal dibînin. Armanca wan ya herî mezin tenê ev e: Ji bo tunekirina me çi ji destê wan tê dikin.
Taybetmendiyeke berçav ya Hozan Kawa ew e ku ew li gor rewş û jiyana civakê berhemên xwe diafirîne. Wihaye ku ew bi hemû hisên xwe dixwaze bersivê bide têhnatiyên ku di nava rihê gel da hene. Rojekê “Ava Evînê”, rojekê li ser Newrozê, carna li ser şehadeta mamostayê jiyanê “Ferzad Kemanger” û vê carê jî bi hemû agir û şewata dilê xwe dengê xwe yê Kurdî û bilind digehîne Rojavayê Kurdistanê. Ew xweştivîbûna wan bi bîra her kesî tîne û wek ewladekî şîrhelal ê vê axa dêrîn bi bira dîrokê tîne ku wan di tengasiyan de em ji bîr nekirin, divê îro em jî destê xwe bidin destê wan: “Çeka min ya herî mezin huner û dengê min e. Min xwest disa jî bi vê rê pêngaveke bihêztir bavêjim û bikevim xizmeta doza welatê xwe. Bav û kalên me dibējin: Biçûkê bira, şirînê ber dilê dayîk û bavê xwe ne. Lewra ji “ROJAVA” biçûkê dayîka me Kurdistan e, em bi qasî dîrokekê deyndarê keda wan in.”
Belê Hozan Kawa bi bîra me tîne ku birayê biçûk anku Kurdên Rojavayê welêt di şert û mercên gelekî zehmet de, destê me teva girtine, em hembez kirine û îro jî êdî wijdan û xîret biryarê didin ka gere em çi bikin? “Rojava” wek berhemê Hozan Kawa yê vê carê bersiveke di cîh da ye ku mirov xebateke wiha teqdîr bike. Ew li ser vê hesreta xwe wiha dibêje: “Min li ser xwe ferzeki şeriî-netewî û exlaqî-dîrokî dit ku vê carê êş û elemên Kurdên Rojavayê Kurdistanê beyan bikim. Ji ber wê navê CDya min ya vê carê “ROJAVA” ye.”
“ROJAVA” bi naveroka xwe dewlemend e û dîsa jî li çar perçên Kurdistanê digere. Hem şehîdên keç û jin, hem hunermendên cangorî û fidakar Sakîne, Leyla, Fîdan, Delîla, Mizgîn û Sefkan, hem ji yekiti, aştî û biratiya gelê Kurd bi bîra me tîne.
Xwezî, hesret, bîr, raman û daxwazên Hozan Kawa homanîstî û helbete bihîstîna van hesten însanî bi dengeki wiha xweş hê jî xwedi tamekê xweştirin. Spas bo te û hemû dengên xwedî helwestên însanî û dîrokî.





