Daxûyanî: Hozan Mizgîn Sembola Hunera Şoreşgerî ye

Kevana Zêrîn û TEV-ÇAND Ewropayê ji bo Hozan Mizgîn daxuyaniyeke nivîskî weşandin. Daxûyanî li jêr e:

Îro 11ê Gulanê ye. Roja Şehîdên Çand û Hunerê ye. 32 sal berê, di 11ê Gulanê 1992an de avakarê HUNERKOM û Koma Berxwedanê, fermandara eyaleta Xerzanê Hozan Mizgîn tevlî refên şehîdan bû. Em di şexsê Hozan Mizgîn de hemû şehîdên Kurdistanê bi rêzdarî bi bîr tînin.

Kolonyalîstên barbar dixwestin çand û hunera Kurdî tune bikin. Ji bo vê jî li pey hev qedexe, asîmîlasyon û komkujî pêk anîn.

Rêber Apo, artêşa gerîla, berxwedêrên zindanan, Tevgera Azadiya Jinê, gelê Kurdistanê û Eniya Çand û Hunerê ji bo pêşîgirtina li van armancên qirêj têkoşînek dîrokî dan.

Kurdistan êdî hatiye guhertin. Rewşa ku em di salên 1960, 1970 an 1980 de tê de bûn, têk çû. Lê divê neyê jibîrkirin: Ev serdema nû bi dayîna bedelên mezin hat afirandin. Bi saya dehhezaran pakrewanên me yên ku her yek wek çiyayekî bi hêz û pîroz in, kolonyalîst têk çûn û çanda me misoger bû.

Rêber Apo di sala 1982an de Hozan Mizgîn û Hozan Sefkan ji bo afirandina Eniya Çand û Hunera Şoreşê erkdar kiribû.

Bi pêşengiya şehîdên me Sefkan, Mizgîn û Çiya di sala 1983an de HUNERKOM hate avakirin. 1986an li Rojavayê Kurdistanê (Li bajaran komên muzîk, govend û şanoyê hatin ava kirin), 1991an li Bakûrê Kurdistanê (NÇM) û 2001an de jî Çiyayê Qandîlê (Dibistana Şehîd Sefkan) Eniya Çand û Hunerê bû xwedî sazî.

Bi rêya sazîbûnê bi sedan komên muzîkê, govendê û şanoyê hatin ava kirin. Xebatên sînemayê û wênesaziyê hatin kirin.

Di nav van salan de bi sedan şoreşgerên Eniya Çand û Hunerê şehid ketin. Keda şehîdan armancên kolonyalîstan têk birin û deriyekî nû yê jiyanê li pêşiya gelê Kurdistanê re vekirin. Bi pêşengiya şehîdan li Kurdistanê serdemeke nû ya çand, huner û wêjeyê dest pê kir.

Rêheval Sefkan, Mizgîn, Çiya, Serhad, Bêrîvan (Binevş Agal) û Kasım Ozden (Sîpan) delîla vê yekê ne.

Rêheval Newîla, Xebat (Qamişlo), Mihemed Salih, Mihemed Zekî, Rêhan, Xalid Sofî, Rizgar û Xebat (Tirbêspiyê) delîla vê yekê ne.

Rêheval Alî Temel, Sarya, Hogir, Evdilmelîk Şêxbekir, Şefîq, Mordem û Baran delîla vê yekê ne.

Rêvalan Yekta Herekol, Halîl Dag, Zanîn, Bawer, Hêvî Şanoger, Daxistan Koçer, Zerdeşt Munzur, Fedakar, Devrîm Dîlok û Mazdek Ararat delîla vê yekê ne.

Rêber Apo dibêje. “Li Kurdistanê her tişt ji nû ve tê afirandin. Ne tenê welatekî azad, mirov û netewe jî ji nû ve tê afirandin. Xwediyên vê dîrokê şehîd in. Her kêliya têkoşîna azadiya Kurdistanê bi xwîna şehîdan hatiye afirandin. “

Hozan Mizgîn di stranên xwe de berxwedana zindanan, êşên gelê me û têkoşîna gerîla anî ziman. Hunera ku hemû şehîdên me afirand dîroka me jî belge kiriye. Hunera şoreşgerî û berxwedanî pêş xistine. Weke Eniya Çand û Hunerê em jî şopdarên wan in. Êşa Efrînê, serhildana gelê Wanê, tekoşîna Rojava û çiyayên Kurdistanê û berxwedana zindanan çavkaniyên hunera me ne.

Hozan Mizgîn, ne tenê di eniya hunerê de, di dîroka gerîla de jî fermandareke girîng bû. Gerîla bi saya keda Hozan Mizgîn li eyaleta Xerzanê bi cih bû. Di salên 1991 û 1992an de Xerzan hate guhertin. Wê milîs organîze kirin. Li gund, navçe û bajaran komîte ava kirin. Bêhejmar gund bi keda Hozan Mizgîn bandor bû û bûn welatparêz.

Bi boneya 11ê Gulanê em şehîdê nemir rêheval Mizgîn careke din bi rêzdarî bi bîr tînin û dibêjin: Bîranînên şehîdan eniya çand-hunerê ronî dike. Şehîd Namirin û wê her tim pêşengiya gelê Kurdistanê bikin.