Dengbêj Metînê Mûşî û Strana Seyîdxanê Ker

Hilmî Akyol

A- Dengbêj Metînê Mûşî kî ye?

Metînê Mûşî (Metîn Seydanlî), sala 1972yan li gundê Xirbê Feqiya (Mûş) ji dayîk bûye. Kurmanc in û pêşiyên wan ji binê Xetê hatine Serhedê. Ji Eşîra Hesenan, ji bavê Seyidan in.

Heta bîst û yek saliya xwe li gund maye, cotkarî kiriye û heywan xwedî kiriye.

Ji 15 saliya xwe ve dengbêjiyê dike. Carinan navber jî daye. Li gundê xwe û gundên dora xwe stran gotiye. Bavê wî jî dengbêj bûye. Lê herî zêde dengbêj Huseynê Orgînosî wî bandor kiriye.

Sala 1988an li gund zewiciye. Hevala wî ji gundê Kirkomê ye. Sala 1994an mala bar kiriye û li Sakaryayê bi cîh bûye. Du salan li Sakaryayê maye. Karê lêkirina avahiyan kiriye.

Sala 1996an vegeriyaye û li bajarê Mûşê bi cîh bûye. Deh sal li Mûşê maye. Li Mûşê karê dengbêjiyê û karê karkeriya avahiyan kiriye.

Sala 2006an mala xwe biriye Stenbolê. Li Stenbolê dengbêjiyê dike. Di saziya çandê de dixebite. Bûye berpirsê dengbêjan. Neh zarokên wî (ku pênc kur û çar keçik in) hene. Ev agahî ji devê dengbêj hatine nîvîsandin.

B- Strana Seyîdxanê Ker

Bi kurtî: Strana “Weylo Weylo” qala şerê Seyîdxanê Ker dike û ji nêrîna keça wî Dîdarê vedibêje… Şer li kavila Mele Mistefa (Melezgird) diqewime. Pesnê lehengiya Seyîtxanê Ker û hevalên wî dide. Balê dikişîne ser diyalogên waliyê Mûşê Nedayim Beg û M. Kemal û bêçaretiya walî li pêşberî van mêrxasan nîşan dide. Gotinên stranê li jêr in:

WEYLO WEYLO

Weylo ha weylo weylo weylo weylo
Weylo weylo dayê ez nemînim dîsa ji mêran ra
Dîdarê dibê Besê Têlê rebenê rabin îro serê sibê li Qazgolê li me lê da
Dîdarê digotî Besê Têlê rebenê rabin îro serê sibê li Qazgolê li me lê da
Esker nema di herçar welayetê Romê da kişyan ser berxê Mala Bişar û Seydo li mîrata Milazgirê di kavila Mele Mistefê da
Seydixan bi sê denga gazî kirî digo;
– Dewrêşo, lê lawo! Dûrî mi here. Qey bîra te nayê? Mi diranê te dikşandin di şerê Îranê, di textê Qereyaziyê da
Evdilhemîd bi sê denga gazî kirî digo;
– Dewrêşo, lawo! Dûrî mi here. Qey bîra te nayê? Mi diranê te dikşandin di şerê Deşta Mûşê, di Pozê Avzûtê da,
Tewfiq bi sê denga gazî kirî digo;
– Dewrêşo, lawo! Dûrî mi here. Qey bîra te nayê? Mi şer xweş kiriye şerê paşiyê li mîrata Milazgirê, di kavila Mele Mistefê da

Siwarên Bişarê Mala Seyda nazikin nazenînin
Li ser qarpûza zîn in
Ji Çiyayê Mêrdînê vegeryane, berê xwe dane welatê Serhedê tên çawa dilezînin, Wez ê bala xwe didimê berxê Mala Ûsivê Seydo, Bavê Silhedîn, Seyidxanê Ker di nav da nîne
Weylo ha weylo weylo weylo weylo
Weylo weylo dayê ez nemînim dîsa ji mêran ra
Hahîîî

Weylo ha weylo weylo weylo weylo
Weylo weylo dayê ez nemînim dîsa ji mêran ra

Dîdarê digotî; Besê Têlê, rebenê! Dilê mi ji halê berxê Mala Bişarê Seydo ra, dilekî bi derd e, bi kul e, wayê bi birîne,
Agirê kulê bikeve mala Misto Kemal e li Enqerê sekinî têlê li ser têlê ji welatê Mûşê, ji Nedayim Begê, ji waliyê Mûşê ra dişîne,

Digo; – Nedayim Bego! Em li dinyayê hene, çar ordî ne,
Heyfa navê me nîn e,
Mala Bişarê Seydo çar kurd in li welatê Seydo radibin vê siyaseta hanê nav me da digerînin,
Eger win serê vana jê dikin ji mi ra dişînin bişînin, win naşînin vê qanûn û nîzama teze ji orta min û xwe helîn e,

Nedayim Begê digo; – Mistefa Kemal Paşa li Enqerê sekinî ye, bi halê berxê Mala Bişarê Seydo nizane,
Berxê Mala Seydo li ser piştê merekiyan e, gulê mala Bişarê Seydo tên meriv ji xeyban e,
Şerê mala Bişarê Seydo ne fena şerê qeherman û dêwan e,
Milyaketê asîmanan li orta meydanê ji şerê Mala Bişarê Seydo ra …. Lolo Xazî Mistefa Kemal Paşa tu ji mira neşîne têlefûn û têlqirafan e, Wez ê ji te ra bixwînim şecerê kurdan e,
Bidim yek yek methê mêran e,

Helehelê mêranê xwe dane serê çiyan e,
Hemo û Helo bira ne xweyê dozde bimban e,
Eliyê Feqî Silê eskerî kiriye bi qanûnan me dizane,
Tewfiq û Evdilhemîd li orta meydanê fenanî gurê ordiyan e,
Elîcan fenanî gurê bikeve nava keriyan e, carê pezekî biqetîne ji şivan e, Fesîh Mihêyê Mîrze li orta meydanê fenanî telpekî ewrê li wasîman e,
Seyidxan gaziya mêr û peyayê wan e, seroke li ser wan e,
Şêx Barû ji mala Bûbê ye guriye li ser xefîf makînê ye, karê wî nîşan e,
Rojê ji eskerê dewletê nekuje pêncî can e,
Gava li ser nanê êvarê rûdinê dibê gelî bira îro me tişkî nekir bira nanê êvarê li me heram be

De lêxin birawo lê xin
Bavê bavê min o de win lê xin,
Win ê ji merekiya peya bin qûndaxê mîratê tifinga li erdêxin,
Eskerê Misto Kemal giran e win ê navê revê pêxin,
Win ê serê eskerê reben nexin emirqûlî ne, çavê dêw bavê wan li rê ne,
Win ê serê yuzbaşî û bînbaşiyan lêxin,
Weylo ha weylo weylo weylo weylo
Weylo weylo dayê ez nemînim dîsa ji mêran ra,
Hahîîî