DENGBÊJIYA HERÊMA BOTANÊ

Bahadîn Robar

Bêgûman Kurd hemû girîngiyê didin dengbêjiyê û di her herêm û deverên Kurdistanê de, her zarava û xwediyên ol û baweriyên cuda li gorî şert û mercên erdnîgarî, rewşa xwezayî, aborî, şer û ceng û kelepor û edetan dengbêjiya wan jî teşe girtiye.

Li hin herêmên Kurdistanê yên sarma û berf û baran zêde lê dibare dengê dengbêjan hişk û bilez e. Yanî gotinên xwe li ser hev û bi dengek tîz dibêjin. Herêmên germ jî di stranan de dengê xwe nerm û dirêj dikin.

Vêca herêma Botanê jî herêmek germ û çiyamend û xwedî deşt û zozanên dewlemend e. Li vê herêmê dema dengbêj stranek Heyranok an jî Pehîzok distirê hinavê mirov weke ronê li ser êgir dihelîne û mirov mest û serxweş dike.

Gelek dengbêjên navdar ên mîna Meryem Xan, Elmas Xan, Nesrîn Şêrwan, Hesen Cizrawî, M.Arif Cizrawî, Seîdê Hemo, Mehmûd Hesen Kirorî, Evdilezizê Leşker, Salihê Şirnexî, Cemalê Mihê, Fadil Cizîrî û bisedan yên din di Botanê de bûne dengê şer û şîn û şahî û evînên gelê kurd.

Dema mirov ji dengê Evdilezîzê Leşker û Fadil Cizîrî strana “Heyran Jaro” guhdarî dike mirov bi xwe re dibe deşt û zozanên Kurdistanê digerîne û tîne li tenişta evîndara/ê mirov datîne. Pesn û heyranî, hez û girêdan û hesret û bêrîkirina ji bo yarê bi deng û awazek wisa herikbar, nerm û pêlpêlî, xembar û dilsoj distirin ku mirov xwe têde winda dike.

An jî dema Cemalê Mihê strana Mîrana Zer distire mirov dibe xortek / keçek 17-18 salî û bi agirê evînê dijoje. Kanî û robarê heyranok û pehîzokan Botan û Behdînan e. Hema hema hemû dengbêjên Botanê bi sedan Heyranok û Peyizokan ji ber dizanin. Jixwe dema qal bibe qala Lawikan herêma Botanê dibe payîtext û ji evîndaran re lawik dibin çek û rext.

Bêguman dengbêjên Botanê li ser xweşikbûn û azadiya Kurdistanê jî gelek stran çêkirine. Dema Seîdê Hemo an jî bi navê xwe yê din Seîd Axayê Cizîrî dibêje “Ey felek felek sed carî felek kanî Kurdistan ka Birca Belek”, mirov dixwaze bibe pizotek agirê dara berû û bikeve paşila dijminên dagirker. Herwiha dilê mirov dibe çivikek û li ser birc û kelatên Kurdistanê dixwîne.

Dîsa strana “Ez Xelef im Xelef im” ku ji bo Xelefê Şofî li Cizîra Botan ji bo şerê azadiya Kurdistanê yê di sala 1853’yan de di navbera dewleta Osmanî û Şervanên Êzdîn Begê de qewimî pesn û zirtê şervanên Kurd tê dayîn ku mirov ji guhdarîya wê têr nabe.

Botan ji hêla çand û zimanê xwe ve dendika Kurdistanê û Kurdewarîyê ye. Nexasim ji hêla dengbêjiyê ve hema hema hemû teybetmendiyên deng û awaza civaka kurd di xwe de dihewîne. Gelek cureyên dengbêjiyê yên awaz, mijar, rîtm û mebesta wan ji hev cuda hene. Bo nimûne cureyek stranên navê wan Bêlîte hene ku ev cure stran biliv in (hareketli). Bi gelemperî di dawet, nîşan û di ber karan de tê strandin. Ez ê li jêr di beşa Bêlîteyan de berfireh qala vê xalê bikim.

Di Dengbêjiyê de Rola Jinê

Ez dixwazim di dengbêjiya Botanê de xalek taybet ji bo dengbêjên jin vekim û qala wan bikim. Weke tevahiya Kurdistanê li herêma Botanê jî dergûşa dengbêjiyê ji hêla jinan ve tê hejandin.

Ligel astengîyên ol, bawerî û eşîrtîyê jî li herêma Botanê jinan hertim pêşengiya dengbêjiyê kirine. Pêşî stran ji devê jinekê derdikeve û piştre dengbêjekî mêr wê stranê di koşk û diwanan de berbilav dike.

Tore û adetên civakê yên hişk nehiştiye jin bi awayek serbest û azad hunera xwe ya dengbêjiyê di nava dîwan û civatan de pêşkêş bike, lê belê jinê rê û rêbazên cuda ji xwe re afirandiye ku hêlîna dilê xwe veke.

Jinê hem weke dayîk, hem jî weke keçek ciwan dema ku bêyî dilê wê hatî zewicandin êş û azarên xwe bi stranan daye der. Lê belê nekarîye êş û derdên xwe ji her kes û civakê re bêjin. Lewre dema keçek bêyî dilê xwe dizewicandin wê keçê di ber kar û barê xwe de, li çol û çiyan, di ber palehî, berî, dar û sergîn berhevkirin û piştî kişandinê de li ser bêçaretî û bêşensiya xwe stranên dilşewat distira. Ev stran ji hêla hevalên wê yên kar ve dihat bihîstin û wan jî ji derdora xwe re behsa rewş û strana wê keçê dikirin û bi vî awayî berbilav dibû.

Dîsa keçan li ser evîndarê xwe, dayîkan jî dema dergûşa xwe dihejandin an jî karek derveyî gund û kesan dikirin li ser bav û birayên xwe yên dimirin an jî dihatin kuştin, yên dihat girtin û cezakirin, yên diçûn leşkerîyê û li ser şer û cengan stran digotin û ev stran bi awayekî digihîşt dengbêjên zilam.

Bi rastî jî dema mirov dêhna xwe dide stranên dengbêjiyê mirov dê bibîne û bizane ku piranî ji dev û hestên jinan hatine honandin. Dema min lêkolîn û xebat ji bo pirtûka xwe ya bi navê “Antolojîya Dengbêjan Botanê” dikir ez li rastî gelek mînakên cihê keyfxweşî û yên dilşewat hatim.

Weke mînak, Meryem Xan (di sala 1904’an li gundê Xêrxwer ê Basana Şirnexê ji dayîk bûye) ji ber ku dengbêjî dikir ji hêla hevjînê xwe ve li rastî gelek pêkutî û zordarîyan hatiye. Heta êdî nekariye debar bike û ji mala mêrê xwe yanî ji gundê Zivingê (Yoncalı) ya Kerborana Mêrdînê reviye û derbasî Başûrê Kurdistanê bûye.

Nimûneyek din jî bêjim. Nesrîn Şêrwan ku ji eslê xwe ji Şêrwana Sêrtê ye li gundê Bêlizer ê Şirnexê zewicîye, ji ber ku dengbêjî kiriye ji aliyê hevjînê xwe ve li rastî tehdît û lêdanê hatiye û ew jî neçar maye ku bireve û biçe Başûrê Kurdistanê.

Herwiha dema min li ser dengbêjên Botanê lêkolîn dikir min dît ku ji sedî 70-80 dengbêjên me strana pêşî ji dayika xwe bihîstine. M. Arif Cizrawî, Fadil Cizîrî, Îsivê Evdirehman, Hacî Ehmedê Şilyanî, Salihê Şirnexî, Silêmanê Sofî û gelek dengbêjên din ên bi nav û deng ji dengê dayîka xwe bibandor bûne û dest bi dengbêjiyê kirine, lewre dayîkên wan dengbêj bûne.

Derdbêj: Kurdistana Spêrtî

Yanî ez dixwazim vê bêjim ku li Botanê hema hema her jinek dengbêjek veşartî ye. Ez dibêjim dengbêj lê dema min li ser jiyana wê bi dengbêja hêja Kurdistana Spêrtî re sohbet dikir, got; “ez DERDBÊJ im.” Ji ber ku jinên kurd gelek derdê serdestiya mêr û ya dewleta dagirker û zordar kişandine xwestine vê qêrîna di dilê wan de civiyayî bi awayê dengbêjiyê bînin zimên û bigihîjinin raya giştî.

Kurdistana Spêrtî û Henîfa Şirnexî jî li ser şopa Meryem Xan û Nesrîn Şêrwan û bi hezaran jinên din ên ku nekarîne dengê xwe bigihînin roja me dengbêjiyê dikin. Ev herdu jinên dengbêj hema hema hemû cure stranên dengbêjiyê distirin. Pehîzok û Lawikan, Bêlîte û Heyranokan, stranên şer û  yên şînê bi awayek profesyonelî distirin.

Fato Korê

Jinek din a dengbêj heye ku ez li vir qala wê nekim wê ev gotar kêm bimîne. Belê, Fato Korê ku herdu çavên wê kor bûn, ji destpêka salên 1900’î heta sala 1986’an bi hezaran stran straye. Bi taybetî dema mirov ji dengê wê guhdarîya strana Eskerîkê û strana Delal dike mirov dibe heyranê deng û hunera wê.

Herwiha li Botanê Xezala Eliyê Mijinî, Feyrûşah, Hediya Botî, Xatûna Xelîl, Xerîca Evdel, Neama Xelîl û gelek jinên din dengbêjiyê dikin û di nava civakê de hezkirin û keyfxweşîyek zêde li hemberî wan heye. Gelek stranên binavûdeng ji hest û dilê jinan hatine gotin.

Weke mînak, strana “Were çîyayiyê”, “Heyran Jaro”, “Mihemedo Ronî”, “Mîro Bihar e”, “Kanîkilê”, Ehmedê Mala Mûsa” û gelek stranên din ji hêla jinan ve hatine çêkirin û ji sed salan zêdetir e li ser zimanê dengbêjan ji bo nifşên nû tên veguhestin.

Mijara dengbêjiyê mijarek berfireh e, lewre pêwîst nake em zêdetir bikevin nava çîrok û dîroka wê. Li Botanê gelek jêrcureyên dengbêjiyê hene. Ez ê hewl bidim yek bi yek li gorî meqam, rîtm, armanc, naverok û kargerîya wan li jêr binivîsim.

LI GORÎ REWŞÊ CUREYÊN DENGBÊJIYÊ

Dengbêj li gorî navandina civakê dibin du bir û weke Dengbêjên Dîwanê û Dengbêjên Dîlanê tên binavkirin.

A- Dengbêjên Dîwanê: Ew kesên stranên bipîvan û serbest di dawet, şahî û şînan de, di şevên payîz û zivistanan yên dirêj de li şevbihêrkan bi awayek xwezayî distirin in. Bi awayê guhdarî û şagirtan li ber destên hostayan hîn dibin. Dengbêjên Dîwanê dibin du bir.

1. Dengbêjên Mîr û Began: Ev ew dengbêjên ku di bin xizmeta mîr û beg, axa û malmezinan de bûne û wan kesan ev dengbêj xwedî dikirin û li dîwanên wan dengbêjî kirine.

2. Dengbêjên Gerok ên Nava Gel: Ev dengbêj ne girêdayî tu kesan in. Di nava gel de geriyane û ji aliyê gel ve hatine xwedîkirin.

B- Dengbêjên Dîlanê: Ev dengbêjên şahî û dîlanan in. Stranê rîtmîk distirîn. Ev jî dibin du bir.

1. Dengbêjên Amûrjen: Dengbêjên ku bi rîtma amûrên muzîkê stranan distirin. (Dawet, sinet, nîşan qesîde, beyt, cem û hwd.)

2. Dengbêjên Bêamûr: Dengbêjên ku di dîwan, civat, di rêncberî, medrese û di ber kar û baran de bêyî ku amûreke muzîkê bikar bînin stranan distirin.

Dengbêjên Botanê

Dengbêjên di “Antolojîya Dengbêjên Botanê” de hatine nivîsîn 63 kes in. Ji wan 10 jin û 53 mêr in.

Aşiq Selîm
Cemalê Mihê
Elmas Xan (Elmas Mihemed)
Emerê Beyazê
Esker Cizîrî
Evdila Goyî
Evdila Silopî (Evdila Girik Emo)
Evdilbaqiyê Filfêlî
Evdilcelîl Nûran (Evdilcelîl Bilbil)
Evdilê Heyder
Evdilezîzê Leşker (Evdilezîzê Simê)
Evdirehmanê Bermirî (Evdirehmanê Dêrşewî)
Fadil Cizîrî
Fato Kore
Feqe Xalidê Sehdo
Feqe Lavij
Feyrûşah
Hecî Ehmedê Şilyanî
Hemedê Yexmûr
Hesen Cizîrî (Hesen Cizrawî)
Husên Erener
Îsivê Çolî
Îsivê Evdirehman
Îsivê Mihemed
Îsivê Xanê
Kurdistana Spêrtî (Kurdê)
M. Arif Cizrawî
Mihemedê Batû
Mamoste Mihyedîn
Mehmûdê Alê
Mesût Cizîrî
Meryem Xan (Meryemxan)
Mehmûd Hesen Kirorî
Mehemedê Îsiv
Mehemedê Salihê Mela Sadiq
Mehemê Emerê Cangîr
Methiyê Evdilqadir
Muasê Şirnexî
Nesrîn Şêrwan (Nisret Omer Osman)
Nehmetê Îsiv
Ne’ama Xelîl
Nezîrê Eliyê Mijinî
Nûredînê Mele Smayîlê Kaligî
Nûredîn Cizîrî
Pîrê Evînê (Evdila Sezaî)
Rêzanê Batû
Ramazan Bilbil
Reşîdê Evdê Seîd
Salihê Şirnexî
Seîdê Elîkî
Seîdê Hemo (Seîd Axayê Cizîrî)
Salihê Simsar (Salihê Hamid)
Silêmanê Şindî
Salihê Xalid
Seîdê Kokel
Silêmanê Sofi
Silêmanê Şirnexî
Şakiro (Şekir)
Xatûna Xelîl
Xezala Eliyê Mijinî
Xelîlê Serigî (Xelîlê Serikê Mehemê Oso)
Xerîca Evdel
Xoce Hisên (Hecî Silêman)
Dengbêjên ku me xwe gihandîye wan, bes nexwestin em qala wan bikin 6 kes in:
Hekîmê Şirnexî
Henîfa Şirnexî
Mehemê Fermanî
Mehemê Mehmûd
Nehmetê Salihê Simsar
Nezîrê Şirnexî
Dengbêjên ku em di derbarê wan de negihîştin agahiyên rast 5 kes in:
Beşîrê Mijinî
Eliyê Hezexî
Ferhanê Biryanî
Îsivê Emerê Diwanê
Selîmê Mistê

* Bahadîn Robar nivîskarê pirtûka “Antolojîya Dengbêjan Botanê” ye. Ev pirtûk di sala 2021ê de ji aliyê Weşanxaneya Ar ve hatiye çapkirin.