Xwediyê strana “Welato” stranbêj Baran Dilbihar e. Stranê nivîsandiye û muzîka wê çêkiriye.
Bo vê stranê, çend roj berê, di nav şer de li bajarê Halebê klîbek hate amade kirin. Klîb li taxa Şêxmeqsûd û Goristana Şehîdên Berxwedana Eşrefiyê hate kişandin.
Malpera Hunergeha Welat, klîba “Welato” roja 17ê Kanûnê li ser Youtubeê weşand. Derhênerê klîbê Can Soz e.
Aranjeya stranê Hikmet Mîlan çêkiriye. Di stranê de tembûr û ûd Mihemed Bilko, zirne Welat Hec Nasir bikaraniye.
Stranê Baran Dilbihar dibêje. Vokalîstên stranê jî ev in: Fatmê Ebdo, Niyazî Dilpak, Sozan Bilal, Mihemed Bilko û Emîne Mihemed.
Di klîbê de endamên Koma Agirî û Koma Vejîn cîh digirin. Her wiha ev komên govendê jî beşdarî klîbê bûn: Koma Stêrkên Efrînê, Koma Koçeran û Koma Kobanê.
Cil û bergên klîbê Mustefa Hesen, Bêrîvan Mose û Ehmed Xerîb amade kiriye. Hunergeha Welat spasiyên xwe bo Navenda Cemîl Horo û Hilala Zêrîn pêşkeş kiriye (ji bo piştgiriya wan).
Gotinên stranê li jêr in:
Welato
Gotin û Muzîk: Bahar Dilbihar
Me çi hebe welato
Bo te dê bidin
Pir hêjaye li ser te
Cerg û dil bidin
Carek tenê ne bese
Canê xwe bidin
Ger me hebe jînek din
Emê hê bidin
Ger tu nebî em hebin
Bê te dê çibin
Mayîna bê te li jîn
Jar û mest dibin
Em tev bi hev ji bo hev
Dil û dîlberin
Tû azad bî welato
Hingî dê hebin
Parêzvanên te gelin
Bi hevre ji dilin
Kurd ,Ereb û Siryanin
Cûr bi cûr gulin
Bi peyman û sozin tev
Bo te welato
Rojhilat va bubar tê
Bi dest de sorgulin
Stranbêj Niyazî Seydo bo klîbê ajansa ANHAyê axiviye û gotiye: “Em dixwazin moralê gelê xwe bilind bihêlin. Welat nirxa herî bi qîmet e û can û bedelên giran jê re hatin dayîn. Çawa ku şervanên me li eniyên şer bi çekan şer dikin, hunermend jî divê bi hunera xwe parastina welat bikin.”