Li Herêmên Parastinê yên Medyayê xebatên çand û hunerê di sala 2001an de hate destpêkirin. Bi demê re bi dehan şoreşgerên hêja yên ku di beşên muzîk, şano û sînemayê berhem hildiberandin tevlî karwanê şehîdan bûn. Yek ji wan jî mamosteyê muzîkê Bîlal Oztan, anku heval Devrîm bû. Heval Devrîm di 1ê cotmeha 2014an de şehîd ket. Stranbêj Bermal Çem ji kovara me re behsa xebat û ramanên mamosteyê şoreşger heval Devrim kir:
Hevalê Devrîm di sala 1964an de, li Dîlokê ji dayik bûye. Ew mamosteyê muzîkê bû. Di sala 1999an de ji Holandayê tevlî Tevgera Azadiya Kurdistanê dibe. Di sala 2001an de jî li çiya saziya çand û hunerê tê avakirin. Heval Devrîm jî yek avakarê vê saziyê bû. Ew di wê demê de tevlî Koma Mizgîn jî dibe lê ji ber ku li Ewropayê jî bi heman navî komek muzîkê hebû wan navê koma xwe guhertin û kirin ‘Awazê Çiya’. Hevalê Halîl Uysal ji hevalê Devrîm re klîbek kişandibû. Ev klîba yekem bû ku li çiya hatibû kişandin. Ev klîb wê demê di Medya TVyê de hat weşandin.
Hevalê Devrîm li çiya giranî dida muzîkê û hevalên xwe perwerde dikirin. Hevalekî teorîk bû û bi felsefeyê re gelek eleqedar bû.
Beriya tevlîbûnê di nava xebatên hunerê de cih digirt. Herwiha bi komên cuda re derdiket ser dikê û pêşkeşiya muzîkê dikir. Wî ji populîzmê hez nedikir. Car caran bi min re jî diket nava nîqaşan û digot: “Dîmen ewqas ne girîng e. Ya girîng perwerdekirina mirovan e.” Wî dixwest ku em pêşiyê teorî û zemîna xebatê deynin piştre bikevin nava pêkanînê. Wisa dipeyivî ku carinan ez digîriyam; Lê paşê ez diçûm cem wî û min digot: “Hevalê Devrim, gotinên te rast in, tu rê li ber min vedike.” Wî jî ji min re digot: “Lêgerînên te hene, tu hevaleke jêhatî yî. Tu dikarî gelek xebatan bikî. Loma ez te ewqas rexne dikim.”
Wî nedixwest ku karê muzîkê tenê ji çêkirina albûman, kişandina klîban û awazan pêk were. Ew wê demê di nava Koma Mizgînê de cih digirt û nedixwest bi komekê re sînordar bimîne. Pêşniyazek kir û got: “Ez ê mirovan perwerde bikim. Min bişînin Mexmûrê. Ez dixwazim ciwanên li wir perwerde bikim.”
Li Mexmûrê Dibistana Şehîd Serhed Ava Kir
Heval Devrîm di sala 2003an de çû Mexmûrê. Ew pêvajo pêvajoyeke tevlihev bû. Pêvajoya destpêkirina tasfiyekariyê bû. Ji bo hilberandina xebatê pêwîst bû te li ber xwe bidaya.
Hevalê Devrîm ev rewş dît û bi keda xwe dest bi perwerdehiyê kir. Li Mexmûrê Dibistana Şehîd Serhed ava kir. Ev hewldanên wî nêzîkatiyeke binirx bû. Wî di navbera salên 2003 û 2013an de li wê derê mamostetî kir. 10 salan bênavber şagirtên xwe fêrî saz, gîtar, çelo, amûrên pifdanê û hema bibêje fêrî hemû enstrûmanan kir. Dîsa perwerdehiya teoriya muzîkê jî da.
Niha hemû ciwanên ku li Mexmûrê li saz û gîtarê didin û li ser muzîkê dixebitin şagirtên hevalê Devrîm in. Dîsa hemû ciwanên ku li dibistanên Mexmûrê bi awayekî fermî mamostetiya muzîkê dikin xwendekarên hevalê Devrîm in.
Li Mexmûrê Koma Penaber a muzîkê heye niha û ew hevalên ku di komê de cih digirin jî hemû şagirtên heval Devrîm in. Hinek şagirtên wî jî bi awayekî takekesî xebatên xwe yên muzîkê didomînin.
Dibistana Şehîd Serhed deh salan vekirî ma û zarok li cem hevalê Devrîm mezin bûn. Zarokên ku di 8-9 saliya xwe de dest bi dibistanê kiribûn bûbûn 18-19 salî. Mînak hevaleke bi navê Bêrîvan heye. Teoriya muzîkê, notayan û bikaranîna enstrumanan pir baş dizane. Ew jî xwendekara hevalê Devrîm e. Hevala Bêrîvan wêneyên xwe yên ku di zarokatiya xwe de li cem hevalê Devrîm xwendiye nîşanî min da.
Beriya hevalê Devrîm, li Mexmûrê saziya çand û hunerê hebû, lê tenê ji bo pêdiviyên rojane yên wek şevbihêrk, dayina fîlm û klîban bi cih dianî. Hevalê Devrîm li Mexmûrê yekemîn dibistana hunerî ya perwerdehiya muzîkê ava kir û li wê derê pergaleke zanistî û xurt bi pêş xist.
Xeyala Orkestrayê
Daxwaz û xeyala heval Devrîm ew bû ku orkestrayeke mezin ava bike û muzîka kurdî bi cîhanê bide nasîn. Ji bo vê xeyala xwe pêk bîne ji 20-30 ciwanên ku hemûyan jî enstruman bi kar dianîn komek ava kiribû û bi hev re derdiketin ser dikê. Heval Devrîm xeyalên xwe yên ji bo wan zarokan wiha dianî zimên: “Ez dixwazim orkestrayeke mezin ava bikim, li cîhanê bigerim û bi riya vê orkestrayê muzîka kurdî bi hemû cîhanê bidim nasîn. Em ê li gel van zarokan biçin Rojhilata Navîn û welatên Ewropayê. Ev zarok zarokên penaber in. Ji xeynî vê wargehê cîhanek din nedîtine. Ew fêrî muzîka kurdî bûne, dikarin enstrumanan bi kar bînin, xwe gelek bi pêş jî xistine. Ji ber vê ev zarokên penaber dikarin huner û muzîka kurdî ji cîhanê re pêşkeş bikin.”
Heval Devrîm bi şev û roj dixebitî ku zarok û ciwanan perwerde bike û vê xeyala xwe pêk bîne. Ew qet bêzar nedibû.
Dema ku aloziya salên 2003-2004an bi dawî bû, Şaredariya Mexmûrê û Saziya Çand û Hunerê ya Mexmûrê jî piştgirî dan hevalê Devrîm. Hem gel hem jî ciwanan ji hevalê Devrîm gelek hez dikir û jê re rêz digirtin. Lewre jiyana heval Devrîm jî pir sade bû û ew her tim bi gel re bû.
Hevalê Devrîm ji aliyê teorîk ve xurt bû. Ji Kurdistan, Tirkiye û Ewropayê hunermend dihatin û bi heyranî li wî guhdarî dikirin. Ew di muzîkê de pir kûr bû û xwediyê gelek ezmûnên jiyanê bû. Temenê wî jî hebû û wî gelek cih dîtibûn. Li seranserê cîhanê geriyabû. Lê hemû xeyalên xwe li Mexmûrê bi cih kirin. Wî digot: “Ez li her derê cîhanê geriyame, lê Mexmûr ji bo min cuda ye. Tiştên ku ez li vê derê hîn bûme, min li tu derekê nedîtine. Gel û zarokên Mexmûrê gelek tişt fêrî min kirin.”
Serdema Nexweşiyê
Hevalê Devrîm di sala 2013an de nexweş dikeve. Bijîşkên başûrê Kurdistanê nekarîn nexweşiya wî teşhîs bikin. Divê ew biçûya rojavayê Kurdistanê. Şagirtên heval Devrîm li pey wî digiriyan. Dema ku ew dê biçûya me hev dît. Ez hembêz kirim û got: “Xeyala min ew bû ku ez orkestrayeke binavûdeng a cîhanê ava bikim û ji bo vê yekê ez gelek xebitîm. Lê diyar e ku ez ê nikaribim vî karî bibim serî; ev ciwan, hûn, nifşên nû dê vê yekê bibin serî. Ez bi vê bawer im.”
Hevalê Devrîm li Şamê diçe cem bijîşk. Li wê derê teşhîs dikin ku nexweşiya tumor a mejiyê pê re çêbûye. Bi demê re jî çareseriyek nayê dîtin û aliyekî wî felc dibe. Heval Devrîm li nexweşxaneyê şehîd dikeve. Heval cenazeyê wî tînin Rojava û li Dêrikê vedişêrin. Gora heval Devrîm niha li Dêrikê li Çiyayê Cudî dinihêre.
Nezîkatiya Şagirtan
Şehadeta heval Devrîm bandor li ser gelek kesan kir. Bi taybetî gel û xwendekarên Mexmûrê… Piştî hevalê Devrîm xwendekaran mamosteyên din qebûl nekirin. Digotin “em li vê dibistanê ji kesekî din dersê nagirin.” Loma ew avahî niha wek muzexaneyekê tê parastin.
Hevalê Devrîm gelek ciwan perwerde kirine. Hûn niha biçin Mexmûrê, hûn ê baştir bibînin… Di gelek malan de yan gîtar, saz an jî bilûr hene.
Lê hevalê Devrîm ji aliyê civaka me ya giştî ve baş nehat naskirin. Ji ber ku ew ne hevalekî ku li ber kamerayê bû. Her tim xwe dida perwerdekirina zarok û ciwanan. Me jî ew baş neda nasîn. Bila ev nirxandinên me hinekî bibin rexnedayina me. Hevalê Devrîm nemir e. Lewre şagirtên ku wî perwerde kirine niha bûne mamoste û zanîn, ezmûn û helwesta wî ya şoreşgerî zindî dikin…
Ez hevalê Devrîm bi rêzdarî bi bîr tînim.