Lorîn Markasî
Hunergeha Welat, ji bo şervanên Çemê Firatê û Bendava Tîşrînê klîbek kişand. Klîb 31ê Kanûnê li ser Youtubeê hat weşandin. Navê klîbê “Guje Çemê Me” ye. Gotinên stranê û dîmenên klîbê hevdu temam dikin. Her wiha moralê bilind dike û berpirsiyariyê tîne bîra her kesî. Gotinên stranê li jêr in:
Guje Çemê Me
Gotin: Îbrahîm Feqe û Şêro Hindê
Muzîk: Mehmûd Berazî
Biska bade hevalê
Keziya te çemê Firate
Çi beroje eniya te
Ha li pirêke kefiya xwe
Nexşê wê li bake
Van neyaran belake
Dîsgotin I
Pira me ye çemê me ye
Şetyanê wan rondikan
Bila kelek bigê wara
Guje çemê me
Beden dan ber bendeva
Çelengo lo hevalo
Qaç kir keriyê keftara
Bejnê merda mertala
Nêvtenga zer du ta ke
Wan kelexan binav ke
Dîsgotin II
Pira me ye çemê me ye
Yan hebûne yan neman
Wan hevalan çog girêdan
Guje çemê me
Birîna te çîçeke
Bîn benavê hevalê
Dil sîbera mala me
Keça daykê bilîlîne
Van dêwan dagerîne
Kesî me ji pêv we nîne
Ji nêv pêla wê xwîne
Roja xayîna wê bê
Wê bên meydana tolê
Li pey soza van çav reşan
Li pişta nifşê camêran
Me xwe ragirt hevalo
Rejîsorê klîbê Xalid Dêrik e. Di klîbê de Selah Ibrahîm stranê dibêje. Tevî wokalîst û teknîsyenan zêdetirîn 50 kes bo klîbê xebitiye. Hûn dikarin li ser Youtubeê, di nav malpera Hunergeha Welat temeşe bikin.