Hozan Mizgîn: Strana “Oy Gul”

Firaz Baran

Sala 1984an Koma Berxwedan kaseta duyemîn derxistiye. Navê kasetê “Koma Berxwedan 2” nivîsandine. Wêneya berga kasetê ev e:

Piştî sala 2001ê li Almanyayê Mîr Muzîk ava bûye û 16 kasetên komê wek kaset û CD bi hev re derxistine. Wêneya wê xebatê jî ev e:

Wê demê navê kasetê dikin “Bîngol Şewitî-1984”.

Koma Berxwedan heya 1992 li ser bergên kasetan de tenê navê stranan nivîsiye. Bergên kasetan yek qatek e û kaxizek zirav e. Lewma gotinên stranan nenivîsandine û gotin û muzîk kê çêkiriye di nav de cih nagirin.

Dema ku Mîr Muzîkê 16 kaset bi hev re derxistiye Nivîskar Kakşar Oremar xebatek baş kiriye. Xwediyê hemû stranên Koma Berxwedan diyar kiriye û Mîr Muzîkê jî li ser bergan ev lêkolîna Oremar parve kiriye.

Her wiha Kakşar Oremar pirtûkek jî amade kiriye û hemû gotinên stranên komê parve kiriye. Wêneya wê pirtûkê li jêr e:

Stranên kaseta “Bîngol Şewitî-1984” ev in:

Canê Canê
Stranbêj: Serdar
Gotin û Muzîk: Şehîd Delîl Doxan

Çiqas Delalim
Stranbêj: Xedîce (Hêlîn)
Gotin: Cigerxwîn, Muzîk: Koma Berxwedan

Çemê Munzur
Stranbêj: Koma Berxwedan
Gotin û Muzîk: Gelêrî
Herêm: Mêrdîn

Dayê Dîlane
Stranbêj: Seyîdxan
Gotin û Muzîk: Seyîdxan

Dîlan
Stranbêj: Çiya û Zozan
Gotin û Muzîk: Çiya

Oy Gul
Stranbêj: Koma Berxwedan
Gotin û Muzîk: Şehîd Mizgîn

Bîngol Şewtî
Stranbêj: Zozan
Gotin û Muzîk: Gelêrî
Herêm: Bîngol

Ax, Ax Kurdistan
Stranbêj: Xemgîn Bîrhat
Gotin: Çiya, Muzîk: Îsa Berwarî

Gula Welat
Stranbêj: Dilar
Gotin û Muzîk: Fikret

Hey Lê Gulê
Stranbêj: Koma Berxwedan
Gotin: Şehîd Mizgîn, Muzîk: Gelêrî

Miho
Stranbêj: Gulê
Gotin û Muzîk: Gelêrî
Herêm: Kurdên Qefqesyayê

Hîlwanê
Stranbêj: Seyîdxan
Gotin û Muzîk: Şervanên Azadiyê

Strana “Oy Gul” Hozan Mizgîn afirandiye. Ka em gotinên stranê binêrin:

Oy Gul
Stranbêj: Koma Berxwedan
Gotin û Muzîk: Şehîd Mizgîn

Oy gul, oy gul, oy gulê gulzarê
Rabe em herin Kurdistanê gulîzarê
Gulê bingeh danîne oy gulê
Keç û xurt gişt rabûne oy gulê
Bi xwendîn û zanabûn oy gulê
Canê xwe rê danîne oy gulê

Gulê zîndan tijî bûn oy gulê
Li çiya gelek şehîd bûn oy gulê
Bi hingavtin û lêdan oy gulê
Zîndana şêr şehîd bûn oy gulê

Gulê xerîbî nexweşe oy gulê
Gava welat bindest be oy gulê
Dilê mirov nexweşe oy gulê
Mirov herdem rûreşe oy gulê

Gulêm rabûn bang dikin oy gulê
Bang keç û xortan dikin oy gulê
Rabe em dest bidine hev oy gulê
Em herin welatê xwe oy gulê