Îşxanê Aslan û Stranên ji bo Zarokên xwe

Rojîna Gulê

Dibe ku helbestvanên gelê Kurd bêhêjmar in. Lê di muzîka kurdî de helbestvanên stranan kêm in.

Îşxanê Aslan helbestvanê stranan e. Stranbêj û berhevkar Cewad Merwanî dibêje: “Îşxanê Aslan ji 300 (sêsed) zêdetir stran nivîsandine.”

Ev jimarek pir girîng e… Merwanî (em li ser telefonê pê re axivîn) agahiyek hêja jî da: Apê Îşxan mafê telîfî yên hemû stranên ku nivîsandine da Deutsch-Kurdisches Kulturinstitut. Ji xwe quruşek pere jî nexwest. Wî hemû stranên xwe wek diyarî dan saziyê. Ez dikarim bêjim Apê Îşxan dergahek welatpareziyê ye.”

Stranên li ser Zarokên xwe

Strana wî ya herî navdar “Yara Min a Bedew e” ye. Nêzîkî 200 stranbêjan ev stran gotine. Ewqas hatiye hezkirin û deng daye. Lê, di vê gotarê de em ê tenê behsa sê stranên wî bikin.

Îşxanê Aslan li ser zarokên xwe (Leyla, Nazê û Almast) sê stran nivîsandine. Stranên ku Aram Dîkran gotine ev in:
1- Leyla Leyla Bihar e
2- Naza Min a Bedew e
3- Almast

Gotinên van stranan û axaftina Leyla Îşxan li jêr e:

Leyla Îşxan û bavê xwe Îşxanê Aslan. Foto ji malpera rojnameya Xwebûnê hatiye girtin.

Leyla Leyla
Îşxanê Aslan

Tu bedewî tu nazikî Leyla Leyla
Qîza Kurda çiqa rindî Leyla Leyla

(Dîsgotin)
Leyla Leyla Leyla
Leyla Leyla bihar e
Dilê min zarezar e
Leyla Leyla bihar e
Dilê min zarezar e
Leyla Leyla êvar e
Hêviya te me de were
Leyla Leyla bihar e
Dilê min zarezar e

Tu kulîlka çiyayê Kurda Leyla Leyla
Tu dermanê dilê xorta Leyla Leyla

Almast
Îşxanê Aslan

(Dîsgotin)
Almasta min ji dersê tê
Dersdara min ji dersê tê
Ji dersê tê ha ji dersê tê
Delala min ji dersê tê

Çavreşa min kewkubar
Birî giştî û bû dersdar
Ew ê girtî zaf hez kir
Xwendina bilind xelas kir

Şiva biriyê bû qelem
Destê nazik bû melhem
Teşîrêsê bû dersdar
Bêrîvan bû derbedar

Dersdara zimanê dê
Dastana zimanê dê
Qelem hilda dest pê kir
Xebera pêşîn wa lê kir

Lawik biçûk e delal
Hînbûna renga şeman
Gerek hez kin xwendinê
Şahrezar kin rû dinê

Naza Min e
Îşxanê Aslan

(Dîsgotin)
Naza mine pir bedew e
Dêmê nazik dinalîne
Gerdenqazê weka sedef
Sûretê sor henarîne

Bijangê wê pencê tavê
Weka dura tên dirijin
Çavê belek wekî hîvê
Şermoke ne û mêrkuj in

Xal û xetê gerdena zer
Rû esmana ew bûne rêz
Zilfê zêrîn eniya gever
Wek kembera bûne hemêz

Lêvê nazik pir nazî ne
Sorawazî, kaxezî ne
Dota Kurdan pir bedew e
Memik ziyaret qudretî ne

Axaftina Leyla Îşxan

Rojnamevan Gülcan Dereli di 28ê Hezîrana 2021ê de hevpeyvînek bi Leyla Îşxan re diweşîne. Leyla Îşxan di vê hevpeyvîna ku di rojnameyên Xwebûn û Yenî Yaşam de hatiye weşandin de wiha dibêje:

“Ez Leyla Îşxan Aslanova Ankosî, 13ê cotmeha 1974an, li Ermenistanê, li bajarê Yerîwanê (Rewanê) hatime cîhanê.

Bavê min Îşxanê Aslan Ankosî rojnameger û rojhilatzan e. Gelek salan karê dîplomasiya Yekitiya Sovyet, Îran û Afganistanê kiriye.

24 salan li Radyoya Rewanê di beşa kurdî û televîzyona Ermenîstanê ya netewî de wek rojnemeger kar kiriye.

Dayika min Lûsika Huseyin Ankosî di dibistana gundê Elegezê de mamosteya zimanê kurdî û ermenî bûye. Lê di sala 1980î de li Radyoya Rewanê axaftinên kurdî kiriye.

Ez, xwişka min Nazê û Almast, birayê me Reşîd di malbateke welatparêz û kurdperwer de mezin bûne.

Ji xeynî dibistanê, her wisa me xwişk û bira, koleja muzîka navendî, beşa Fortêpiyanoyê xwendiye.

Rast e, me dibistana zimanê rûsî xwendiye, lê zimanê malbata me kurdî bû. Bavê me digot ji bo zanebûna zimanê dayikê divê em timî stranên kurdî guhdarî bikin. Ji ber bikin û bistrên.

Bi vî awayî me zimanê dayika xwe ji bîr nekir, lê pê re me ji muzîka neteweya xwe hez kir, kurdayetî kete nava ruhê me û bû pareke jiyana me.”