Firaz Baran/Köln
Koma Awazê Çiya klîbek nû amade kiriye. Komê klîb ji bo strana “Agir” kişandiye û li malpera Med Hunerê weşandiye.
Gotin û muzîka stranê Awazê Çiya saz kiriye û stranê endamê komê Zanyar Zenda gotiye. Strana “Agir” ji bo bîranîna endamê Awazê Çiya Şehîd Agir Serîhildan (Aram Merdanî) hatiye saz kirin. Klîb bi dîmenên şehîd Agir Serîhildan hatiye xemilandin.

Awazê Çiya 15ê Tebaxa 2025an albûma “Dara Jiyanê” derxistibû û strana “Agir” di vê albûmê de parve kiribû. Lînka klîba “Agir” ev e: https://www.youtube.com/watch?v=8tNyijjcqU4

Gotinên stranê wiha ye:
Agir
Gotin û Muzîk: Awazê Çiya
Stranbêj: Zanyar Zenda
Bindestê bêriyên te nîgeranim
Loma nakewe elem bêhedanim
Dibare ser min de baran
Dibare ser min baran
Milek Agire milekê din xembarim îro
Bihara îsal bê te dibişkive
Li biharê geryane şemala te
Tu dildarek biharîne
Tu dildarek biharîn
Rojên çiyayî lêger û ji bêriyên te ne
Xema te bareke her ser milaye
Te bar kir hawirdor ma bêtebate
Li ber çavan dil agire
Li ber çavan agirê dil
Dûrî çavan tu gernasekê ji Mahabade
Kurtejiyana Agir Serîhildan

Agir Serîhildan (Aram Merdanî) di sala 1996an de li Mahabadê ji dayik bûye. Li zanîngehê di warê wênesazî û sînemayê xwendiye û lîsansa bilind wergirtiye. Her wiha di warê muzîkê de lêkolîn kiriye û bûye hostayê lêxistina gîtarê.
Agir Serîhildan di sala 2019an de bûye gerîla û di nav xebatên TEV-ÇANDê de cîh girtiye. Di warê wênesazî, sînema û muzîkê de xizmeta şoreşê kiriye û bûye endamê koma Awazê Çiya.
Agir Serîhildan di 6ê Çileya 2025an de, di encama qezayek trafîkê de tevlî kerwana şehîdan bûye. TEV-ÇANDê bo bîranîna Agir Serîhildan daxûyaniyek parve kiribû û gotibû: “Hevalê Agir rewşenbîrekî jêhatî û hunermendekî afirîner bû. Bi dîsîplîn, fedakarî û hevaltiya xwe mînakek bêhempa bû.”





