Ji çiraxên hunera kurdî

Çavkanî: Ev gotar ji rojnameya Ronahî hatiye girtin. Li ser jiyan û xebatên stranbêj Bengî Agirî ye.

Can Yusif

Hunermend Bengî Agirî stûnek hunerî ya gewre ye. Hunermendekî afirîner û xwedan hestekî hêja ye. Dengekî çiyayî ye ku çêjek (tahmeke) taybet û hesteke bilind dide stranê. Wî di şert û mercên herî dijwar de şoreş û evînê bi dengê xwe, bi awaz û hunerê gihand ba hev.

Bingî Agirî hunermendekî ku bi hesteke xweş dinivîse û awazan çêdike, tembûrê lê dixe û distrê, bê ku xwe bibîne û xwe bide diyarkirin, hunermendekî yekgirtî yê ku di nivîsandin, sazbendî, lêxistin û stranbêjiyê de serkeftiye.

Çend Navdarên Amûdê

Ew kurê bajarê Amûdê ye, bajarê helbestvan û rewşenbîran, bajarê zanist û çandê, dergûşa şaristanî û dîrokê. Amûdê dayîka gelek nivîskar û hunermenda ye. Nivîskar Selîm Berekat, helbestvan û rojnamevanê navdar Ehmed Huseynî, helbestvan Cemîl Darî, Beşîr Mela Newaf, romannivîs Heysem Huseyn, Mihemed Nûr El Huseynî û hwd. ji Amûdê derketine.

Amûdê ku di dema dagirkeriya Fransayê de bi cesareta gelê xwe ya li dijî dagirkeriyê dihat naskirin… Ev bajarê birîndara sînemayê sala 1936an jî rastî bombebarana balefirên Fransiyan hatibû. Armanca vê yekê ew bû ku ruhê welatparêziya gelê wê vemirîne û wan koçberî Tirkiyeyê bike.

Herwiha rêjîma Baasê ji bo ku dîroka Kurd li Rojava ji holê rabike, nifşek tevahî yê rewşenbîr ji gelê Amûdê qir kir. Dema ku di roja 13ê Mijdara 1960î de agir bi sînemaya Şehrezadê xistî, bo sedema şewitandina laşên 283 zarokan.

Amûda Bavê Mihemed, Amûda berxwedêr, Amûda têkoşer ku di dîrokê de serî li ber dijmin û dagirkeran netewandî…

Dema welat tê desteserkirin û ji gelê xwe re dibe girtîgeh û mişextbûn… Ji aliyê dizek û rêgiran ve tê birêvebirin, ku serwet û dewlemendiya wê weke mal û milkê kesane bi dest dixin…

Rewşa Dagirkirinê

Belgeyên welatparêziyê didin kê bixwaze û kesê ku wan napejirîne îxanetê tometbar dikin û cudahiyê naxin navbera komên çete û mirovên zanyar û welat, dibe hêlîna dagirker û talankeran û welatê ku nola bihuştê dibe kavilên şewitî û şûnwarên beredayî…

Wê demê gelê welat neçar dimîne, yan qebûl bike ku bi heqaret û kole bijî, yan jî bê alî bimîne û bêdengiyê bipejirîne û li rex desthilatdarê welat raweste, yan jî hewl bide ku dengê xwe li hemberî bêedaletî û zulmê bilind bike û xwe amade bike ku mişext bibe li derveyî welatê serdest, an jê veşartî di mêvandariya rayedarên dewletê û jêrzemînên wê yên ku ne layiqê mişkan e bimîne…

An jî li hember dagirkeriyê serî hilde û li ber xwe bide û hêviyê di giyanên ku hene ji ava jiyanê zuwa kirine biçîne û ji wan re bayê rûmeta mirovatiyê vegerîne ku azadiya kesayet û civakê bi qedisîne.

Hilbijartina Welatpareziyê

Ji ber vê yekê gelek ji zarokên Amûdê, welatparêzî ji xwe re hilbijartin û di destpêka salên heştê yên sedsala borî de tevlî refên tevgera rizgarîxwaza Kurdistanê bûn û beşeke din ji kurên wê yên dilsoz bi helbestên xwe, bi gotinên xwe yên şîrîn piştgirîya wan kirin, bi têlên tembûrên xwe, bi awazên xwe yên xweş, bi stranên xwe yên şoreşgerî û niştimanperwerî yên sorkirina şoreş û tolhildanê dikin piştevaniya wan kirin.

Bengî Agirî

Koma Agirî avakirin ku bibe piştgir û navnîşana şoreşê û şoreşgeran, di nav van xortên welatparêz de, yên di destpêka ciwaniya buhara emrê xwe de çend hunermendên navdar hebûn. Ji wan jî muzîkjen û hunermend Bengî Agirî bû ku bû sembola huner û çanda bajarê Amûda leheng.

Stranbêj, muzîkjen û bestekarê kurd Bengî Agirî (Ebdulrezaq Derwîş) di 6/8/1969 de li bajarê Amûdê hatiye dinyayê.

Ji du dê û bavên kurd (Mihemed û Bedîa) ku bi eslê xwe ji bakurê Kurdistanê û xelkê eşîra Omrîyan ji gundê Xerabê Baba yê girêdayî bajarê Mêrdînê bûn. Ew ji ber zilm û zordariya Tirkan reviyabûn Rojava û li Amûdê bi cih bibûn.

Bengî Agirî dibistana seretayî, navîn û amedayî li bajarê Amûdê xwendiye. Piştî wê di sala 1998an de çûye Şamê ji bo qedandina xwendina xwe ya zanîngehê û li wir di fakulteya wêjeyî, beşa civaknasiyê de, li zanîngeha Şamê xwendiye.

Meyla xwe ya ji bo muzîk û stranbêjiyê ji biçûkatiya xwe de, di dema dibistana navîn de dest pê kiriye û dengê wî bandoreke mezin li derdora xwe kiriye.

Koma Agirî Ava Dibe

Di sala 1987an de wî û komek hevalên xwe wek (Şiyar Agirî, Peywan Arjîn, Hekîm Sefqan, Elî Mensûr, Rêber Agirî, Sefqan Orkêş, Mehmûd Remezan, Tariq Derwîş, Xalid Derwêş û Ebdulqadir Mihemed Alîya…) Koma Agirî ya Amûdê damezirandine.

Komê yanzdeh kasêt ji stranên şoreşgerî û folklorî derxistiye û Bengî Agirî beşdarî di hemûyan de jî kiriye.

Wî di Koma Cûdî û Koma Zîlan de jî stran gotine, herwiha ew yek ji damezrînerên Hunergehê ye ku di sala 1992an de li Helebê hatiye damezrandin û ku tê de endamên navdar û afirîner ên hemû komên hunerî yên Rojavayê Kurdistanê beşdar bûne.

Ji sala 1988an heta 1999an wek endamekî çalak di koma Agirî Amûdê de berdewam kiriye.

Sala 1997an çûye Beyrûtê û di xebatên kovara Sorgul de xebitiye û bi Medya Rênas re li Beyrûdê di avakirina komeke hunerî de beşdar bûye. Di heman salê de, di sala 1999an de, dîsa vedigere bajarê Amûdê û beşdarî şahiya Newrozê dibe.

Ber bi xeribiyê

Ji ber şert û mercên zehmet ên jiyanê, zextên ewlehiyê, ji ber zilm û zordariya hêzên ewlekariya Sûrî di dawiya sala 1999an de ji Rojava derketiye. Hezkiriyên xwe, welatê xwe û koma xwe ya Agirî li pey xwe hiştiye û di dilê wî de hezar derd û keder û di çavên wî de robarên hêsir ber bi Ewropayê ve diçe û di dawiyê de li Elmanyayê bi cih dibe.

Ji ber evîn û hezkirina xwe ya ji bo stranbêjî û muzîka Kurdî, li derveyî welat û li dûrî welat û gelê xwe, xebatên xwe yên hunerî û çandî domandiye û gelek stranên şoreşgerî û welatparêzî nivîsandiye û çêkiriye.

Di sala 2009an de tevlî Koma Berxwedanê bûye û li welatên Ewropayê beşdarî gelek helkeftên niştimanperwerî, ahengên netewî û cejnên Newrozê dibe û heta roja me ya îro jî têkoşîna xwe ya hunerî di Koma Berxwedan de berdewam dike.

Afirîneriya Bengî Agirî

Wî gelek stranên şoreşgerî nivîsandine û çêkirine û du albûm ji stranên şoreşgerî û niştimanperwerî derxistine. Piraniya muzîka stranên wî ji aliyê wî ve hatine çêkirin. Ji gotinên helbestên helbestvanên wek Beşîr Mela Newaf, Nezîr Mela Newaf, Derwîş Agirî, Yunis Behram û Diljan Cûdî sûd wergirtiye.

Ji stranên wî yên herî navdar e ku bandorek mezin li ser dilê girseya gel kirine ev in:

– Jiyana şehîdan
– Kurdo Marş
– Berxwedana YPG
– Ey Kevok.

Di dirêjahiya xebatên xwe ya hunerî de, wî zêdetirî sed stran gotine. Li ser 50 stran nivîsandine û muzîka zêdetir ji heftê stranan çêkiriye.

Wî li gel stêrkên hunerî yên sereke yên wekî hunermendên navdar Xelîl Xemgîn, Seyîdxan, Şemdîn, Diyar Dêrsim û Xemgîn Bîrhat û yên din re di gelek helkeftên neteweyî û cejna Newrozê de stran gotine.

Ew niha jî komên zarokan li Berlîn û Dortmundê di warê stranbêjî, lêxistina tembûrê, noteya mûzîkê û amûrên mûzîkê de perwerde dike.

Di karê wî yê hunerî de serkeftin, afirînerî û geşbûna zêdetir jê re dixwazim.