Turneya Popstar Taylor Swift a bi navê “Eras” bi dawî bû. Turneya konserê di Adara 2023an de li Arizonayê dest pê kir û êvara Yekşema borî li Kanadayê qediya.
Taylor Swift li pênc parzemînan geriya û 149 konser da. Di van konseran de 10 milyon bilêt hatin firotin.
Tûra “Eras” êvara yekşemê li bajarê Vancouver ê Kanadayê bi konserekê bi dawî bû. Konsera dawî ya ku li Stadyuma BC Place hat lidarxistin ji aliyê 60 hezar kesî ve hat temaşekirin.
Li gorî texmînên kovara bazirganiyê Pollstarê, stranbêj ji rêze konseran zêdetirî du milyar dolar qezenc kiriye. Ev jî dibe turneya herî mezin di dîrokê de.
Li gorî kovara der Spiegel jî rekora kevn di destê popstarê Brîtanî Elton John û koma Coldplayê de bû. John bi turneya xwe ya xatirxwestinê (Farewell Yellow Brick Road) mîlyarek dolar qezenc kiribû.
Swift li ser Instagramê nivîsand ku turneya wê “beşa herî baş” ya jiyana wê bûye.