Jiyan û Hunera Cewad Merwanî – 1

Firaz Baran / Neuss

Cewad Merwanî stranbêj e. Ew di sala 1965an de li gundê Boşatê (Farqîn) hatiye dinyayê. Dibistana seretayî li gund, dibistana navîn û lîse li Farqînê xwendiye.

Wî di sala 1981an de komek muzîkê ya bi navê Zembîlfiroş ava kiriye. Di navbera salên 1981 û 1993an de anku 12 sal piranî li Amed û Êlihê û temamê Bakûrê Kurdistanê stranbêjî kiriye. Çûye konseran û tevlî dawet û şahiyên bûye.

Serîhildana 1925an

Cewad Merwanî ji malbatek welatparêz e. Du apê bavê wî Memed Elî û Abdurrahman tevlî serîhildana Şêx Seîd bûne. Memed Elî tê îdamkirin û Abdurrahman jî di şer de şehîd dikeve. Cewad Merwanî li ser şehîdan van agahiyan dide:

“Navê bavê min Memed Elî ye. Dema ku tê dinyayê navê apê wî yê şehîd lê kirine. Navê birayê min ê mezin jî Abdurrahman e. Ew jî navê apê bavê min ê şehîd e.

Dema ku xeberê apê min Memed Elî hatiye dayîka xwe diçe Amedê. Dibîne ku gelek mirovên me hatine îdamkirin û cenazeyên wan li erdê ne. Di nava şehîdan de li kurê xwe digere. Hirkayê apê min nas dike. Bi tayê pirs û hinekî neqişendî bûye. Dapîra min dixwaze cenaze bigire lê nadine wê.

Dema ku em diçûn Amedê bavê min ji min re wiha digot: ‘Li rojhilatê sînemaya Dîlanê hêzeke arteşê hebû. Di nava artêşê de beşek hebû. Hemû kesên ku hatin îdam kirin li wir definkirin. Çalekê dikolin û hemû şehîdan bi hev re defin dikin. Şêx Seîd jî di nava gora komî de ye.’ Bavê min ev gotin ji dapîra xwe bîhîstiye.”

Malbata Girtiyan

Malbata Cewad Merwanî malbatek girtiyan e.

Kekê wî Ezîz di sala 1993an de êsîr ketiye û 22 sal di zindanê de dîl hatiye girtin.

Pismamê wî Mehmet Boşatlıoglu ev 30 sal in li zindanê ye û dagirker wî bernadin.

Kekê wî yê mezin Ebdirrehman 6 sal li zindanê girtî ma ye. Gelekî îşkence lê tê kirin. Piştî ku ji girtîgehê derdikeve diçe gund û çavên xwe winda dike. Niha bi her du çavan nabîne. Ebdirrehman îro 70 salî ye.

Kekê wî Ehmed 4 salan di zindanê de dîl tê girtin.

Birayê wî Mehmûd 18 sal li zindanê girtî ma ye.

Pismamê wî Mufîd (Di heman demê de hevjînê xwuşka Merwanî ye) 6 sal li zindanê girtî ma ye.

Biraziyê wî Melîk di dema YPSê de dîl hatiye girtin. Wê demê 21 salî bûye û cezayê muebetê lê tê birîn. Melîk kurê Mehmûd e.

Gundê Boşatê

Cewad Merwanî ji gundê Boşat (Boyunlu) ê Farqînê ye. Ev gund 8 km dûrî Farqînê ye. Li gund kela, hug, gelek şikeft û sarnic hene. Lê gund hêj nehatine lêkolîn kirin.

Îro hemû nifûsa vî gundî kurd in. Lê Cewad Merwanî dibêje, sed sal berê Ermenî jî hebûne û berî jenosîdê bi hev re jiyan kirine.

Piştî salên 90î dewlet zextê li vî gundî dike û gundiyan dike cerdevan. Li Boşatê tenê du malbat cerdevaniyê qebûl nakin. Yek ji wan Mala Ebdulwahad e û xwedî gelek şehîd in. Yek jî malbata Cewad Merwanî cerdewaniyê qebûl nake.

Ji ber vê sedemê di sala 1993an de malbat ji gund tê derxistin. Wê demê ji malbatê 8 kes di girtîgehê de bûne. Endamên mayî koçî Amed, Edene û Stenbolê dikin. Merwanî wê serdemê wiha vedibêje:

“Gundî bûne cerdevan. Îro jî li gund 110 cerdevan hene. Wê demê gelek zext li malbatê kirin. Lê me li ber xwe da û em hê jî li ber xwe didin.”

Siyaseta Bajêr

Cewad Merwanî di sala 1989an de ji Partiya SODEPê ji bo Meclîsa Şaredariya Farqînê hatiye hilbijartin. Ji serokê şaredarê Farqînê 2.500 zêdetir dengan distîne.

Di sala 1991ê de dema ku partiya Kurd HEP hat damezrandin, bi tevahî 10 endamên meclîsê (Serokê şaredarê jî di nav de) beşdarî HEPê dibin. Piştî wê ji bo gel hîn bêtir tevdigerin.

Xebatên Hunerî li Ewropayê

Cewad Merwanî di sala 1993an de mecbûr dimîne û bi alîkariya Tevgera Azadiya Kurdistanê derbasî Şamê dibe. Bi pêşniyara Rêber Apo ji bo xebatên hunerî tê Ewropayê.

Kar û barên xwe yên hunerî li Akademiya Çand û Hunera Kurdî berdewam dike. Li Swîsre, Hollanda, Avustralya, Rusya, Kanadayê û bajarên cûda yên Almanyayê kar û xebatên şoreşê û hunerê dimeşîne.

Heta niha pênc albûmên wî derketine. Navê albûman:

Penaber, Dem, Xumxuma Tîgrîs, Dergûşa Stranan û Aheng e. Yek jî ji bo platforma dîgîtal amade kiriye û dixwaze demek nez de belav bike.

Wî li Almanyayê di warê nivîskî de jî xebateke pir girîng kiriye. Stranên Kurdî berhev kiriye û wek pirtûk çap kiriye. Mînak “Stranên Rîtmîk” du cîld û “Stranên Arşîva Radyoya Êrîvanê” çar cild in.

Niha jî li ser du pirtûkên cuda dixebite. Ew dixwaze ku navên pirtûkan bike “Dengbêjên Bakûrê Kurdistanê” û “Stranên Radyoya Bexdaye”. Her yek ji wan penc cîldan difikire.

Hunermend Cewad Merwanî di sala 1986an de zewiciye û bavê sê zarokan e.

Stranên Li Ser Şehîdan

Cewad Merwanî ji bo şehîdan van stranan çêkiriye:

Hezro Sê Bira, Hebûn, Hevalê Fazil, Şehîd Osman, Dilşîrîn, Harûn, Lo Cemalo, Apê Taliya, Geliyê Teyara, Hevalê Emîn.

Strana li ser Fazil Botan

Fazil Botan endamê Konseya Leşkerî ya HPGê bû. Di 15ê Hezîrana 2022an de tevlî kerwanê şehîdan dibe. Cewad Merwanî ji bo şehîd Fazil Botan du stranan çêdike. Yek behsa Şerê Zapê ya sala 2008an û ya din jî behsa şehadeta Fazil Botan dike.

Di zivistana 2008an de di navbera HPGê û artêşa Tirk de şerekî mezin derket. Me hûrgiliyên vî şerî di hejmara yekem a kovara Hunerê de weşandibû.

HPG di şer de bi serketiyeke mezin bi ser dikeve. Fazil Botan û Rengîn Botan Koordînasyona Şerê Zapê dikin. Fazil Botan di vî şerî de derbên giran li artêşa Tirk dixe. Taktîkên ku wî pêk anîne dikeve dîroka şer.

Her wiha, Fazil Botan xebateke girîng jî pêk aniye. Tunelên şer ên li Zapê bi rêveberiya wî dest pê dike. Tunelên şer di parastina Herêmên Parastinê yên Medyayê de roleke diyar dilîze. Cewad Merwanî li ser şerê Zapê ev stran nivîsandibû:

Zap
Gotin û Muzîk: Cewad Merwanî

Gurmî ketî nav çiya
Her der ji ber hejiya
Li Xakurkê li Zapê
Govenda şer geriya
Li Xakurkê li Bamernê
Govenda şer geriya

Hember hêza gerîla
Leşker kete ber piya
Ew leşkerê tirsonek
Revî revî reviya

Tijî hatin vala çûn
Siwar hatin peya çûn
Wek gurgura ewrê stewr
Zirt û fort tev vala çûn

Zap cîhê mêrxasane
Lê herkesî nabane
Keç û xortê wî jîr in
Rê nadin arteşane
Keç û xortê wî jîr in
Rê nadin dijminane

Lê bi zirt û gefan tên
Hezar carî poşmane
Wek leşkerê bêzirav
Nîvê şeva bazdane

Gelek hatin hindik çûn
Ji hev bela wela bûn
Qaşo mêrxasê şer bûn
Li hatinê poşman bûn

Lê Qandîl hêsane
Li ser datê fermane
Canê keç û xortê Kurd
Ne ewqasî erzane
Canê keç û xortê Kurd
Kî dibêje erzane

Kurd nayên tu lîstikan
Êdî bi xwe hesiyane
Arteşa ji hev ketî
Ve yekê baş dizane
Generalê sisto pisto
Ve yekê baş dizane

Eskerek çû yek din hat
Daxwaza wan pek nehat
Li pey raya ketine
Lê ji Amedê bersiv hat

Fermanek çû yek din hat
Daxwaza wan pek nehat
Li pey raya ketine
Lê ji Wanê bersiv hat
Lê ji Hekarî bersiv hat
Lê ji Kurdistan bersiv hat

Bi Hev re Birîndar Bûn

Cewad Merwanî û Fazil Botan di sala 2001ê de li Xakurkê hevdu nasdikin. Di salên pêş de ew gelek caran hev dibînin. Cewad Merwanî di sala 2014an de diçe Kurdistanê. Teqînek pêk tê. Di vê teqînê de Fazil Botan û Cewad Merwanî birîndar dibin. Cewad Merwanî bîranînên xwe wiha parve dike:

“Hevalê Fazil, bi taktîkên xwe derbên mezin li dijmin da. Mînak zivistana 2008an li Zapê dîrok nivîsand. Helbet bi keda hemû lehengan… Dijmin cenazeyên xwe jî ranekir û derket çû. Min wê demê li ser berxwedana Zapê stranek nivîsand.

Di Newroza sala 2014an de ez, Amele, Seyîdxan û Sosin çûne welat. Dema em gihîştin welêt, Amele çû Şengalê. Em jî çûn Til Temirê. Me li wir hevalê Fazil dît. Min wî hembêz kir û halê wî pirskir. Di wê kêliyê de li kêleka me teqînek çêbû. Dema teqîn çêbû destê min li ser milê wî bû.

Li wir çar heval şehîd ketin. Di wê teqînê de ez û heval Fazil birîndar bûn. 12 perçe li laşê min ketin. Du perçe hîn di laşê min de ne. Yek di destê min ê rastê de ye. Ket nav hestiyan. Ew destê min niha %40 dixebite.

Baranê jî dest pê kir. Bi texmîna min dora nîvro bû. Em ji bo bernameya Newrozê çûbûn welat. Lê min plan dikir ku 2-3 mehan li wir bimînim û stranên nû berhev bikim.


Parçeyên jehrî bûn. Em anîn Sêrekaniyê. Ji wir jî birin Qamişloyê. Li nexweşxaneyê cîh tunebû. Em birin malekê. Di vê navberê de min gelek xwîn winda kir. Lê min hewl da ku bi çavkaniyên heyî, bikaranîna dermanên êşkêş, ava fêkiyan û rêbazên kevin hinekî xwe baş bikim.

Ji wir hatim Silêmanî û ji wir jî hatim Ewropayê. 18 rojan li nexweşxaneyê min derman kirin. Lê îro jî her sê mehan carekê diçim. Ew cihê jehrîn kontrol dikin. Me wê demê ev bûyer neda çapemeniyê.

Hevalê Fazil bi giranî birîndar bû. Parçeyek li serê wî ket. Paşê demekê dirêj hat dermankirin. Lê mixabin hevalê Fazil şehîd ket. Ez hevalê Fazil bi rêzdarî bibîrtînim.”

Fazil Botan di dîroka ARGK û HPGê de yek ji fermandarên leşkerî yên diyar bû. Cewad Merwanî dema ku xebera şehadeta bihîstiye gelekî bandor bûye. Wê demê jî strana “Hevalê Fazil” nivîsiye. Gotinên vê stranê wiha ne:

Hevalê Fazil
Gotin û Muzîk: Cewad Merwanî

Dîsa xeberek reş hat
Ji lehengê Kurdistanê
Ev axa pir tînîye
Bi xwînê tê avdane

Keç û xortên me yê hefat
Fazilê me yê Botanê
Cangorîne her deman
Bo yî azadiya gelan in

Pêşêng bû xoşeng bû
Rû bi ken bû reng bi reng bû
Li şer baz û piling bû
Fazıl baz û piling bû

Bûn awazê bilbila
Avê kaniyê di xul xula
Nexşe nebat û gûla
Text vedan li nava dila

Tov reşandin li her ciya
Sêwirîn li deşt û çiya
Pir bi coş û xwezane
Nebatên tav û siya

Ax li Zagrosan şemalek bilind bûye geş û hêl
Waye refê siwaran tên rêheval in çil bi çil
Di eniya cengê de saf girtine mil bi mil
Çavên xwe digerînim ez nabînim kanê hevalê Fazil
Kanê heval kanê Fazil

Lehengiya ku we kir
Di dîrokê de kesî nekir
Gelan bi we xwe naskir
Gel bûn şîr hûn bûn şekir

Teyrê hur in pencê şêr
Dijmina tar û mar kir
Li civat û şahiyan
Awazan behsa we kir