Jiyan û Hunera Sîpan Xelat -1

Lorîn Markasî / Köln

Gelo stranbêj Sîpan Xelat kî ye? Kîjan xebat meşandiye û çi afirandiye?

Stranbêj Sîpan Xelat di sala 1979an de li gundê Baxçe yê Mûşê ji dayik dibe. Ev gund di navbera Mûş û Gimgimê de ye. 20 km ji dûrî herdu cihan e.

Gundê Baxçe li ser çiyayê Şerefdînê hatiye avakirin. Çiyayê Şerefdînê dikeve orta Çewlîg, Mûş, Gimgim, Kanîreş û Solhanê. Zozanên navdar ên Bertî û Koçeran li çiyayê Şerefdînê cih digirin.

Sîpan Xelat ji me re kete nav henekan û got:

"Dema ku gundiyên me dixwazin pesnê 
gundê me bidin dibêjin:

Kurdistan bûka cîhanê
Serhed bûka Kurdistanê
Şerefdîn bûka Serhedê ye.

Gundê me jî li cihê ku çiyayê Şerefdîn 
destpêdike hatiye ava kirin."

Muzîk û Gundê Baxçe

Sîpan Xelat endamê duyemîn ê malbateke 9 xwişk û bira ye. Heta sala 1994an li gundê Baxçeyê jiyan dike.

Dema mirov bêje “Gimgim” dengbêjî û çandeke dewlemend a stranan tê bîra mirov. Ez meraq dikim gelo gundê Sîpan jî wiha ye? Ew dibêje:

"Li gundê me çandeke muzîkê ya dewlemend heye. 
Em dawetên xwe bi stranan li dar dixin. 
Li gundê me her kes stranan dibêje. 
Wek mînak: Nîvê ciwanên gundê me li Stenbol, 
Antalya, Îzmîr, London, Almanya û Fransayê 
bi muzîkê re mijûl in."

Li Bursayê Dawetên Wek Mîtîngan

Sîpan Xelat di sala 1994an de li Bursayê bi cih dibe. Heta sala 2001ê li vî bajarî jiyan dike. Wê demê Rêxistina Parêzgeha Bursayê a HADEPê (Partiya Demokrasiya Gel) du komên muzîkê ava dike. Navê wan Dengê Aşitî û Koma Kerwan e.

Sîpan di van koman de wek solîst cih digire. Heft sal her hefte li ser dikê stranan dibêje. Ew vê pêvajoyê wiha rave dike:

“Dengê Aşitî û Koma Kerwan bi giştî ji 60 kesan pêk dihat. Em bi Dengê Aşitî re diçûn konseran. Di mîtîngan de jî em derdiketin ser dikê. Em bi Koma Kerwan re jî diçûn dawetan. Li Bursa û derdora wê gelek malbatên Kurdan jiyan dikirin. Me wê demê tim stranên şoreşgerî digotin. Ji bo vê jî dawet wek mîtîngan derbas dibûn.

Carekê daweta malbetek Sêerdiyan hebû. Li Navçeya Mewlana ya Bursa/Yildirimê… Bûk û zava kincên kurdî li xwe kiribûn. Qad tijî bû. Bi coş govendên mezin girêdan. Qada dawetê bû qada mîtîngekê.

Wê demê 30-40 otobusên polîsan hatin. Gel dorpêç kirin. Helîkopter jî hat. Bûk û zava hatin binçavkirin. Ji yekî re 16 sal û yê din jî 13 sal cezayê zindanê birîn.”

2001-2024: Xebatên Li Almanyayê

Sîpan Xelat di sala 2001ê de li bajarê Bremen ê Almanyayê bi cih dibe û tevlî xebatên Koma Rehşan dibe. Di vê komê de stranbêj Şarik Apo jî cih digire. Salekê bi hev re dixebitin.

Piştre Sîpan li Bremenê Koma Dengê Avaşîn ava dike. Çar sal di vê komê de wek solîst cih digire. Wê demê albuma “Siya Min” (Mîr Muzîk) derdixe. Piştre xabetên muzîkê bi serê xwe didomîne.

Di sala 2009an de kaseta bi navê “Bêrî”, di sala 2016an de jî kaseta bi navê “Mest” derdixîne. Ev herdû kaset jî bi mora Mîr Muzîkê derketiye.

Wî gelek Single jî derxistine. Navê çend ji wan ev in: Solîn, Çemê Dîjle, Destana Kobanê, Dil Perîşan im.

Sîpan Xelat di sala 2007an de li Kolnê bi cih dibe û heta niha jî li vî bajarî jiyan dike. Ew bi stranbêj Kewê re zewicî ye.