Koma Berxwedan

Firaz Baran

Koma Berxwedan sembola muzîka siyasî ya kurdî ye. Kom, di navbera 1983 û 1999an de çalak bû. Di vê nivîsê de ez ê van 17 salan binirxînim. Ez ê çend pirsan bipirsim û li bersivan bigerim:

1- Navê komê ji ku tê?
Koma Berxwedan di sala 1983an de hat damezrandin. Navê xwe ji slogana Mazlûm Dogan “Berxwedan Jiyane” digire. Endamê Komîteya Navendî ya PKKê Mazlûm Dogan di sala 1980î de li girtîgeha Amedê pirtûka bi navê “Berxwedan Jiyane” nivîsandiye.

Ev pirtûk di Avrela 1981ê de hatiye çapkirin. Di sala 1982an de, Mazlûm Dogan li zindanê, roja Newrozê çalakiya fedaî pêk anî. Şehadeta wî bandorek mezin li tevahiya pêkhateya PKKê û civaka Kurdistanê kir. Her wisa hunermendên Kurd jî…

Ji ber vê yekê hunermendên Kurd dema ku dixwazin di sala 1983an de komekê muzîkê ava bikin, navê komê dikin “Koma Berxwedan”.

Pirtûka Mazlum Doğan

2- Koma Berxwedan li ku hat damezrandin?

Koma Berxwedan li bajarê Kolnê (Almanya) hate damezrandin. Koln ji bo Kurdan bajarekî girîng e. Em dikarin sedema vê yekê wiha rave bikin:

– Piştî têkçûna 1975an yekemîn saziya dîplomatîk a ku ji aliyê Kurdan ve hatiye vekirin Komîteya Amedê bû. Di sala 1981 de li Köln Hansaringê hatiye damezrandin.

– Rojnameya Serxwebûn di sala 1982an de li Koln Ebertplatzê dest bi weşanê kir.

HUNERKOM di sala 1983an de hat damezrandin û li Kolnê Ebertplatz dest bi xebatên xwe kir. Koma Berxwedan bû koma sereke a HUNERKOMê.

– Ev 40 sal in herî zêde weşanxaneyên şoreşê pirtûkan çap dikin. Weşanxaneya Serxwebûnê Koln Neusser Strasse hatiye vekirin.

Balkêş e ku ev çar sazî pir nêzî hev in. Di navbera wan de herî zêde 200 metre heye. Ji ber vê yekê, Ebertplatz ji bo welatparêzên salên 80yî xwedî cihekî manewî ye.

Dîsa yekemîn greva birçîbûnê ya Kurdên li Elmanyayê di sala 1981an de li Kolnê hatiye lidarxistin. (Binêre) https://kovarahuner.org/muzik/ciroka-strana-13e-nisane/

3- Koma Berxwedan çend kaset derxistin? Navên wan û kîjan sal derketine?

Koma Berxwedan, di navbera salên 1983-1995an de 16 kaset derxistin. Navên kasetan li jêr in:

Koma Berxwedan     1983 Weşanên Hunerkom
Berxwedan Jiyane    1984 Weşanên Hunerkom
Dîlan                       1985 Weşanên Hunerkom
Welat Gula Cîhanê    1987 Weşanên Hunerkom
Kaniya Welat            1987 Weşanên Hunerkom
Botan                      1987 Weşanên Hunerkom
Peşmerge                1988 Weşanên Hunerkom
Kulîlken Newrozê      1989 Weşanên Hunerkom
Şad Bibe Welatê Min 1990 Weşanên Hunerkom
Amed                      1991 Weşanên Hunerkom
Meşa Azadi              1992 Weşanên Hunerkom
15ê Tebaxê              1993 Weşanên Hunerkom
Klamên Klasîk          1994 Weşanên Hunerkom
Klamên Bijartî Weşanên Hunerkom
Koma Berxwedan Bi Mêvanên Xwe Re Dibejê -Weşanên Hunerkom

4- Endamên Koma Berxwedan kî bûn?

Damezrînerên Koma Berxwedan: Sefkan, Mizgîn, Xalid, Seyîdxan, Çiya, Zozan, Xemgîn Bîrhat, Zinar û Serdar e.

Hunermendên ku beriya sala 1990î tevlî komê bûne ev in:
Xelîl Xemgîn (1986)
Şemdîn (1988)
Cemal Tîrej (1988)
Azad (1989)
Diyar (1989)
Hekîm Sefkan (1990)
Peywan Arjîn (1990)
Ali İkizer (1990)
Eylem (1990)

Hunermendên ku piştî sala 1990î tevlî komê bûne ev in:
Serhad, Beser Şahîn, Merdan Zirav, Cevad Merwanî, Cafer, Binewş, Yasîn Poyraz, Helîn, Mehmet Yapıştıran, Memo Gül û Zarîfe.

Her wiha Armanc (Ji Efrînê ye. Strana ARGK gotibû), Burhan, Guler, Fîkred û Türkan İpek jî di dîrokên cuda de endamên komê bûne.

Salên destpêkê… Kesê sêyem ji çepê Şehîd Sefkan e.

5- Koma Berxwedan li ser kîjan mijaran stran çêkirine?

Koma Berxwedan bû dengê muzîkê yê Tevgera Azadiya Kurdistanê.
Li ser şehîdan şîn kir.
Berxwedana gel, gerîla û tekoşerên zindanan îfade kir.
Sirûdên ku moral dida gel çêkir.

Wek mînak: Rêheval Egîd, Hey Şoreşgerên Kurdistan, 15ê Tebax, Peşmergeyên Qehreman…

Komê, stranên gelerî jî wekî çandeke qedîm a gelê me qebûlkir û xwend.

6- Şehîdên Koma Berxwedan kîne?

Sefkan (Celal Ercan): Di 16ê Nîsana 1985an de li Başûrê Kurdistanê şehîd bû.

Mizgîn (Gurbet Aydın): Di 11ê Gulana 1992an de li Tatwanê şehîd bû.

Çiya (Gazi Sayan): Di 16ê Gulana 1997an de li Hewlêrê şehîd bû.

Serhad (Sülayman Alpdoğan): Di 22ê Tirmeha 1999an de li deşta Faraşîn a Bêşebabê şehîd bû.

7- Hinek taybetmendiyên endamê komê?

Kasetên Solo: Endamên komê zêdetirî 60 kasetên solo derxistine û bûne nûnerên girîng ên muzîka Kurdî. Endamên ku kasetên solo derxistine ev in:

Şehîd Sefkan, Şehîd Mizgîn, Şehîd Çiya, Şehîd Serhad, Beser Şahîn, Binewş, Cemal Tîrêj, Cewad Merwanî, Diyar, Eylem, Hekîm Sefkan, Peywan Arjîn, Serdar, Seyîdxan, Şemdîn, Xelîl Xemgîn, Xemgîn Bîrhat, Zarîfe û Zozan.

Hekîm Sefkan: Di nava muzîka Kurdî de, di navbera salên 1988 û 2004an de stranên ku bûne nav û deng herî zêde Hekîm Sefkan nivîsandiye. Wek mînak 15ê Tebax, Ez Şehîd im, Rojbaş Gerîla, Sînor, Rêya Serxwebûnê û bi dehan stranên din.

Şemdîn: 20 salan (1998-2018) li ser dengbêjiyê bernameyên televîzyonê amade kir. Wî, çanda dengbêjiyê populer kir û herkesî qebûl kir ku çanda dengbêjiyê çiqas girîng e. 800 dengbêj tevlî bernameyên Şemdîn bûne û bi vî awayî arşîveke girîng a neteweyî ava kiriye.

Cewad Merwanî: Stranên Radyoya Yêrewanê, Radyoya Bexdayê û stranên dengbêjên Bakûrê Kurdistanê berhev kiriye û bi giştî 6 pirtûk weşandiye.

Xelîl Xemgîn: Bi stranên xwe bû dengê şehîdan. De Rakin, Hemzeyê Pehlewan, Nurî Dersimî, Berxwedana Sason, Hogir, Bagok, Rista Şehîd… Bû yek ji hunermendên hêja yên gelê Kurdistanê.

8- Li ser muzîkjenên komê û taybetmendiyên wan

Di vî warî de çar nav derdikevin pêş. Merdan Zirav, Memo Gül, Yasin Poyraz û Êqbal Hacibî.

Memo Gül: Amûra wî ya muzîkê ney e. Dîsa li amûrên bilûr, tenbûr, ûd, cumbuş, dahol, bendîr, rîtim û piyano jî lêdixe. Bi giştî dora sed kasetan de wek aranjor û muzîkjen cih girtiye.

Yasîn Poyraz: Pisporê reqsên gelerî ye û muzîkjenekî taybet e. Bi giştî nêzî sed kasetên kurdî de muzîjenî kiriye. 25 amûrên pifdanê û herî zêde jî li bilûra lal dixe.

Merdan Zirav: Ew wekî aranjor xwedî pozîsyonek taybet e. Stranbêj ji bo Merdan Zirav wiha dibêjin: “Em stranekê dinivîsin û muzîka wê çêdikin. Merdan dixemlîne û naverokek dewlemend derdixîne.”

Êqbal Hacibî: Kasetên ku Koma Berxwedan di sala 1992an de derxistine aranje kiriye û orkestraya senfonî a netewî jî ava dike. Orkestra bandorek girîng çêkiriye û li gelek cihan derketiye ser dikê.

Encam: Li gorî dîtina min Koma Berxwedan di salên 1983-1995an de rola xwe lîst. Kete rûpelên manewî yên dîroka muzîka Kurdî. Kom, bû dibistanek. Dîsa bû keleha muzîka şoreşa Kurdistanê.

Piştî sala 1995an endamên komê li ser karên xwe yên solo sekinîn. Tenê di şevên neteweyî yên wekî 21ê Adarê, 15ê Tebaxê û 27ê Mijdarê de bi navê Koma Berxwedan derketin ser dikê.

Dehan sal derbas bûne. Lê dema ku Koma Berxwedan derdikeve ser dike, her kes bi hestiyarî guhdarî dike.

Ji ber ku Koma Berxwedan di muzîkê de dengê şoreşê ye. Em hezar carî spasiya Koma Berxwedan dikin ku bûn dengê manewiyata me.