Firaz Baran
Du komên muzîkê navê Hozan Mizgîn rakiriye. Yek li Ewropayê (1991) û yek jî li çiyayên Kurdistanê (2001) ava bûye.
Em ê kurtedanasîna her du koman bikin û piştî wê li ser çanda rakirina navên şehîdan şîroveyekê parve bikin.
Berê em Koma Mizgîn a Ewropayê nas bikin… Gelo ji bo muzîka kurdî kîjan xizmet kiriye? Em bi Hozan Şemdîn re jî axivin. Em ê kurtedanasîna komê bikin û şîroveya Mamoste parve bikin.
Koma Mizgîn (1991, Ewropa)
Koma Mizgîn di sala 1991ê de li bajarê Dusseldorfê ava bûye. Komê Semî Ber, Yilmazê Seydo û Aslan Doğan ava kiriye. Car caran hejmara endamên komê bûye 10. Lê endamên ku zewicîne ji komê derketine. Dem hatiye û tenê Semî û Yilmazê Seydo maye.
Koma Mizgîn a Ewropayê sê albûm derxistiye: Rê, Hevî û Hesret.
“Rê” û “Hêvî” li Almanyayê Akademiya Çand û Hunera Kurdî, “Hesret”ê li Konstantînapolê Kom Muzîkê derxistiye. Koma Mizgînê bi komeke Îtalî re albûmeke hevpar jî çêkiriye.
Stranên Albûma “Rê”
Agir
Gotin û Muzîk: Yilmazê Seydo
Filvano
Gotin: Kemal Badilli
Muzîk: Yilmazê Seydo
Xatun
Gotin: Hozan Seydo
Muzîk: Gelêrî
Leyla Min
Gotin: Hozan Ronî
Muzîk: Aslan Dogan
Lero
Gotin: Gelêrî
Muzîk: Aslan Dogan
Ronî Be
Gotin û Muzîk: Gelêrî
Feqirê
Gotin: Gelêrî
Muzîk: Koma Mizgîn
Werîlê Dayê
Gotin: Gulxanim Dogan
Muzîk: Aslan Dogan
Heyla Dayê
Gotin: Yilmazê Seydo
Muzîk: Semî Ber
Wendabûn
Gotin û Muzîk: Yilmazê Seydo

Berga albûma “Hêvî”yê. Semî Ber, Aslan Doğan û Yilmazê Seydo.
Stranên Albûma “Hêvî”
Jiyan
Gotin: Semî Ber û Yilmazê Seydo
Muzîk: Yilmazê Seydo
Tew Zerê
Gotin û Muzîk: Gelêrî
Sîpan
Gotin û Muzîk: Dilovan
Derweşe Evdî
Gotin û Muzîk: Gelêrî
Sebra Min
Gotin û Muzîk: Peywan Arjîn
Şev
Gotin: Beşîr Mele Newaf
Muzîk: Yilmazê Seydo
Keçika Cindî
Gotin û Muzîk: Gelêrî
Kurmeş
Gotin û Muzîk: Dayîka Edo
Çima
Gotin û Muzîk: Semî Ber û Yilmazê Seydo
Hêvî
Gotin û Muzîk: Armanc
Ax û Dax
Gotin: Goran
Muzîk: Arslan Dogan û Koma Mizgîn
Keçika Dersimê
Gotin û Muzîk: Gelêrî
Lo Lawiko
Gotin û Muzîk: Gelêrî

Stranên albûma “Hesret”ê jî ev in: Lorî, Narê, Naxwazim, Keçel, Mendilê, Dîlberê, Name, Bûk, Hesret, Newroz, Yar Keçikê û Yarê.
Şîroveya Mamoste Şemdîn
Me dîtina Mamoste Şemdîn girtiye. Gelo Koma Mizgîn a Ewropayê ji bo muzîka kurdî kîjan xizmet kiriye? Axaftina Mamoste Şemdîn li jêr e:
“Wextê ku Akademiya Çand û Hunera Kurdî hate bajarê Neussê me hevalên Koma Mizgîn naskir. Yilmazê Seydo, Aslan (Me jê re digot “Şêro“) û Semî Ber komek ava kiribûn.
Gelek alîkariya Akademiyê kirin. Bi dil û can beşdarî xebatên muzîka kurdî bûn. Wekî mînak: Beşdarî hemû şahiyên me dibûn û barê me sivik kirin. Yek jî diçûn dawetan. Mesrefên (lêçûn) xwe jê derdixistin û pereyên mayî didan Akademiyê.
Şêro ji herêma Çersancaxê ye. Folklora herêma xwe nas dikir. Maqam û awazên gelerî dizanî. Muzîkjenek baş bû. Îro jî muzîkê berdewam dike. Şêro hem ji bo Koma Mizgînê û hem jî ji bo hunermendan sazê lê dixist. Em salan bi hev re xebitîne. Taybetî jî bernameya Şevbêrkê. Xwuşka xwe Gulxanim jî endamê komê bû. Wê jî stran digotin û xwedî dengekê xweş bû.
Yilmazê Seydo jî mirovekî xwende û zana bû. Îro jî li Almanyayê berpirsê çend pirtûkxaneyên bajaran e. Yilmaz çanda gelerî û dengbêjiyê nas dikir. Bi xwe stranên dengbêjiyê pir xweş digot. Yilmaz kurê Dengbêj Seydo ye. Bavê xwe jî mirovekî xwende bû. Li Radyoya Erziromê wekî stranbêj kar kiribû. Lê piştre derketibû. Ji min re gotibû: “Kultura me xera dikin.” Wê demê stranên kurdî qedexe bûn. Bi xwe piştî radyoyê stranên tirkî terikand û tenê stranên kurdî gotin.
Seydo ji bo stranên dengbêjî û govendê xezîneyek bû. Wekî mînak: Delîl (Dîlanar) bi strana “Derweşê Evdî” hate naskirin. Wê stranê ji Dengbêj Seydo guhdarî kiribû. Seydo çawa xwendiye Delîl jî wisa xwendiye. Delîl jî baş digot û gelê me ew stran pir hezkir. (Hûn dikarin li ser Youtubeê ji malpera Kurd Archive guhdarî bikin. Dengbêj Seydo beşdarî bernameya Mamoste Şemdîn bûye û ev stran xwendiye. FB)
Bi xwe stranên nû jî çêkiriye. Wekî mînak: Strana “Êmê” çêkiriye. Bi dengbêjên Serhedê re mabû. Geriyabû û bi çanda dengbêjiyê re mezin bûbû. Dema ku koça dawî kir me bîranîna Dengbêj Seydo li televîzyonê çêkir. Aydin, Marûf, Yilmaz û Delîl beşdarî bernameyê bûn.
Hevala Semî jî mirovekê pir zindî bû. Wê jî bi stran û awazên xwe xizmeta komê kiriye. Ew jî her dem beşdarî xebatên muzîka kurdî bûye.
Bi kurt û kurtasî: Salên 90î li Ewropayê dibe ku gelek komên muzîkê ava dibûn. Lê pêwîste mirov bêjê Koma Mizgîn komekê diyar bû. Wan bi ked û hunera xwe xizmetek girîng kirin.”

Denbêj Seydo strana “Derweşê Evdî” dibêje. Bernameya Şevbêrka Dengbêjan/MED TV. Hozan Şemdîn sala 1998 dest pê kiriye û heya 2018 bênavber bernameya dengbêjan amade û pêşkêş kiriye.
Me bi Hozan Şemdîn re li ser Çanda Dengbêjiyê hevpeyvînek dûr û dirêj kiriye. Em bi rojan axivîne. Me tespît kir ku 864 dengbêj bûne mêvanê Mamoste. Ez jî şahîdê wan rojan im. Mamoste bername tenê bi serê xwe amade dikir. Carna 20 mêvan dibûn (Dengbêj, muzîkjen û axaftvan.) Asîstanek jî tunebû ku alîkariya Mamoste bike. Lewma keda Mamoste pir e.
Her roj serê me dixist û digot: “Dengbêjî stûna çanda gelê Kurd e.” Bi keda Mamoste qedr û qiymeta dengbêjiyê wekî berê bilind bûye. Îro cihê kêfxweşiyê ye. Hemû televîzyonên kurdî bernameya dengbêjan çêdikin. Li bajaran Mala Dengbêjan ava bûne. Keç û xortên me dengbêjiyê hez dikin û her roj dengbêjên nû derdikevin. Kurt û kurtasî, çanda dengbêjiyê îro di nav gelê me de cihekî pir paqij digire û ji bo çanda me heviyên pêşarojê mezin bûye.
Bi vê wesîleyê li ser wêneya bernameyê jî bêjim: Sedema temaşekirina bilind a MED TVyê çi bû? Kalîteya mêvanan, dekorê û muzîkjenan bi awayekî zelal bersiva vê pirsê diyar dike.





