Koma Mizgîn (2001)

Firaz Baran

1999: Gerîlayên li Bakurê Kurdistanê bo pêvajoya aşitiyê vekişiyane û berê xwe dane Başurê Kurdistanê.

2000: Li Dola Kokê (Dibistana Şehîd Sîpan) û Xinêre (Dibistana Şehîd Sefkan) du dibistan ava kirine. Gerîlayan li her du dibistanan beşên muzîk, şano, govend û fîlm vekirine. Navê beşa muzîkê bûye “Şehîd Mizgîn”. Di heman salê de Şano-Çiya û Sîne-Çiya damezrandine. Gerîlayên jin bo muzîkê Koma Anahîta û Koma Amara ava kirine.

2001: Li Xinerêyê 1. Konferansa TEV-ÇANDê çêbûye. Gerîlayan jin û mêr bi hev re bi navê “Koma Mizgîn” komekê muzîkê ava kirine. Piştre dest bi berhev kirina stranên gerîla kirine û stranên nû çêkirine. Şano-Çiya bo lîstikan dikek amade kir. Şagirtên dibistanan şano nivîsandin, fîlm kişandin û xebatên govendê kirin.

Tevgerê xwestiye ku gerîla karê wêjeyî û lêkolînê jî bikin û nirxên şoreşê bi nivîskî çap bikin. Gelek gerîla beşdarî vê hewildanê bûne.

Rojnamevan Nurdogan Aydogan di Îlona 2003an de nûçeyek nivîsandiye. Nûçe, di MHAyê (Ajansa Nûçeyan a Mezopotamyayê) de hatiye weşandin. Aydogan gotiye:

Agahiyên Nurdoğan Aydogan

“Piştî pêvajoya aştiyê, gerîlayan dest bi xebatên çandî û hunerî kirin.

Heta niha:
Nêzîkî 300 pirtûk (bîranîn, roman, helbest û lêkolîn) çap kirine.
Pênc fîlmên dirêj tomar kirine.
Di nav du salan de 20 şano pêşkêş kirine.

Bo muzîkê Koma Mizgîn ava kirine. Kom navê xwe ji hunermenda şehîd Gurbet Aydın (Mizgîn) digire. Rast e, Koma Mizgîn li çiyayan muzîkê çêdike, lê ew stranên xwe bi amûran cûrbecûr; bi tembûr, gîtar, bilûr, keman, setar, santur, gîtara bas, erbane, zerb û defê pêşkêş dikin.

Gerîlayên Kurdistanê di nav tekoşînê de bêhejmar stran nivîsandine û çêkirine. Endamên Koma Mizgîn hem van stranan berhev dikin û hem jî yên nû diafirînin. Ji repertuwara wan bêhna şoreşê tê. Koma Mizgîn heta niha 11 klîbên muzîkê jî kişandiye. Piraniya van klîban li ser Medya TVyê hatine weşandin.”

2001: 1. Konferansa TEV-ÇANDê

Sala 2001ê xebatêk girîng derketiye pêş. Li Xinerê 1. Konferansa TEV-ÇANDê çêbûye. Şehîd Yekta Herekol, Hêvî Şanoger û Seyîd Evran jî beşdarî konferansê bûne.

Delegeyên Konferansê li çiyayên Kurdistanê, Bakur û Rojavayê welêt, Ewropayê û Rusyayê hatine. Wek mînak Ferîde Alkan li Bakur hatiye û venegeriye. Bûye gerîla û niha rêveberek Tevgera Jinên Kurdistanê ye.

Delegeyan nîqaşên berfireh kirine û bîryarên girîng derxistine. Berhev kirina nirxên dengbêjiyê bigire heya nirxên şoreşê… Her wiha, ji bo xebatên muzîk, govend, şano, sînema û wênesaziyê plan û armancên berfireh danîne. Bo saziyê rêziknameyek amade kirine.

Axaftina Şehîd Yekta Herekol bandorek mayînde kiriye. Gotiye: “Gel û tevgerê di têkoşîn, şer û fedakariyê de xwe îspat kiriye. Ji bo azadiyê bedelên giran dane. Divê huner van fedakariyan mayînde bike. Divê huner moral û hêzê bide gel û nirxên şoreşê zindî bihêle.”

2001: Muzîkala PKKê

Sala 2001ê Koma Mizgînê muzîkalek amade kiriye. Muzîkalê di nav gerîlayan de deng daye.

Komê ji bo her sal an serdemekê muzîkêk cuda amade kiriye. Hin ji van Koma Mizgînê çêkiriye, hin jî stranên ji demên berê bûne.

Bo nimûne, komê strana “Amara” çêkiriye û roja jidayikbûna serokê tevgerê Abdullah Öcalan pêşkêş kiriye. Strana “Zîlan”ê jî komê amade kiriye û şehîd Zeynep Kinaci bi bîr aniye.

Komê bo Civînên 1977an jî stranên cuda amade kiriye. Di wê serdemê de Öcalan çûye bajarên wekî Amed, Dîlok, Elazîz û Dêrsimê. Muzîkalê ji bo her bajarekî stranek cuda pêşkêş kiriye.

Koma Mizgîn di nav çiyayên Kurdistanê de geriyaye û ev mûzîkal ji bo gerîlayan pêşkêş kiriye. Gerîlayan muzîkalê ecibandiye.

Albûma “Kilamên Gerîla”

Koma Mizgîn sala 2002 albûmek bi navê “Kilamên Gerîla” derxistiye.
Stranên albûmê li çiyayan hatine tomarkirin. Stûdyoyek profesyonel tunebûye. Lê Şehîd Halîl Uysal bi teknîkên xwe hawîrdorek afirandiye û stranan qeyd kiriye.

Ev demo şandine Almanyayê. Aranjeya wê li studyoya Mîr Muzîkê tê amade kirin û wekî CD çap dikin. Stranên albûmê ev in:

Amara
Dengê Zerdeşt
Hîwa
Hevala Zîlan
Bişt Ho
Oy Bizim Eller
Sinan Hevî
Bugün Benim
Sosin
Çend Sal û
Ava Zelal.

Turneya 2002 û 2003

Endamên Şano-Çiya û Koma Mizgîn li Xinêreyê sahneyekê şanoyê ava kiriye. Şano û konsêrên xwe li wir pêşkeş dikin.

Gerîlayên ji herêmên cuda bi komî hatine û şano û konsêran temaşe kirine. Mînakî, rojekê, du tabûrên yekîneyên şer hatine. Rojek din, xwendekarên nû yên şer hatine. Wisa her hefte du yan sê roj şano û konsêr pêşkeş kirine.

Şano-Çiya û Koma Mizgîn di salên 2002 û 2003an de derketine turneyê û çiya bi çiya geriyane. Performansên wan ên li Xinêreyê û vê turneyê moralek girîng daye gerîlayan. Turneya Şano-Çiya û Koma Mizgînê di 15ê Tebaxa 2003an de bi dawî bûye.

2004: Li Mexmûrê Xebatên Govendê

Ji wê demê û pê ve, endamên xebatên çand û hunerê derbasî bajaran bûne. Wan xebatên xwe heta dawiya sala 2004an li Bexda, Kerkûk, Mûsil û Mexmûrê li dar xistine. Koma Mizgîn li Silêmanî, Kerkûk, Hewler, Şengal û Hewremanê konsêr daye.

Li Mexmûrê jî Şano-Çiya, Koma Mizgîn û beşa Govendê qursên çandî û hunerî vekiriye. Şano-Çiya li Mexmûrê cihekî şanoyê ava kiriye û şanoyên xwe pêşkeş kiriye.

Bi taybetî li Mexmûrê xebatên govendê pêş ketiye. Piştî perwerdeyê, di nav gel de komên govendê ava kirine. Van komên govendê li Hewlêr, Mûsil û Kerkûkê govendên gelêrî pêşkêş kirine. Ev performans ji hêla gelê Başûr ve pir hatiye ecibandin.

Xebatên govendê di nav koma gerîla de di sala 2002an de dest pê kirine û heta 15ê Tebaxa 2003an berdewam kirine. Gerîlayan di salên 2002 û 2003an de du kom ava kirine. Van koman li gundên Xinêre û Lolanê govendên gelêrî pêşkêş kirine.

Perwerdehiya govendê li Mexmûrê di sala 2001an de dest pê kiriye û salekê dom kiriye. Di sala 2004an de, ev perwerde bûye tamdemî.

Xebatên li Mexmûrê encamên baş girtine. Ji ber ku şagirt ji Amedê bigire hetanî Serhedê hînî govendên gelêrî bûne.

Her wiha, gelê Mexmûrê ji Botan û Colemêrgê hatine. Gerîla û şagirtên govendê beşdarî lêkolînan bûne û govendên Qilaban, Şirnex û Geverê di nav kampê de berhev kirine û pêşkeş kirine.

Piştre komên govendê bajar bi bajar geriyane û govendên gelêrî pêşkêş kirine.

Gerîlayên ku xebatên çandî û hunerî dikirin, di dawiya sala 2004an de vegeriyane Xinêrê. Wan zivistana 2004-2005an li kampa TÇMê derbas kirine (Maseya Xebatê ya Tirkiyeyê). Rêvebirê kampê, Şehîd Atakan Mahir bûye û piştgiriyek girîng daye xebatkarên çand û hunerê.

Di bihara 2005an de, xebatên çandî û hunerî derbasî Lolanê bûye. Li wir, li kêleka Parka Heval Egîd, ji xwe re kampek amade kirine û xebatên xwe bi salên dûr û dirêj li wir pêş xistine.

Endamên Koma Mizgîn dawiya 2004an hetanî Cotmeha 2005an li çiyayên Kurdistanê perwerde dîtine, bo muzîkê kûr bûne û amadekariyek baş der xistine. Wê salê di meha Cotmehê de li Mexmûrê 1. Festîvala Şehîd Bêrîtan hatiye li dar xistin. Komîteya Festîvalê Koma Mizgînê jî vedixwîne. Kom piştî salekê yekemîn konsera xwe li Mexmûrê pêşkêşî gel dike.

Sala 2006an komê dest bi albûmek nû kiriye. 12 stran hilbijartine û li ser kar kirine. Tîrmeha 2006an albûm xelas kirine. Wê çaxê 15 endamên Koma Mizgîn hebûye. Komê gotiye: “Li Almanyayê komekê me ya bi navê Koma Mizgîn heye. Ew berî me hatiye damezrandin. Werin em ji xwe re navekî nû bibînin. Divê peyva çiya tê de hebe. Ji ber ku em komeke çiyayî ne.”

Piştî vê pêşniyarê endamên komê bîryarê didin û navê komê dikin Awazê Çiya. (Ji bo agahiyên berfireh lê binêre: Kovara Huner, Hejmar 7, 2025)