Firaz Baran/Köln
Sala 2026 tevî êş û berxwedaniya xwe dest pê kir. 6ê Çile ya 2026an dagirkerên Tirk û DAÎŞê (bi navê xwe yê nû HTŞ) li Helebê êrîşî taxên Kurdan kirin.
Hêza Tirkan û HTŞ 43 hezar kes bûn. Bi alîkariya dronan, tank û topan êrîş dikirin. Hêza Kurdan jî tenê 300 kes bûn. Li aliyekî xiyanet û bêbextî û aliyekî berxwedan hebû.
Şerê Helebê, Şerê Termopylae anî bîra me. Ev şer, sala 480 BZ pêk hatibû. Aliyekî bi arteşek mezin Împeratoriya Akamenîş (di bin serokatiya Xerxes I) û aliyekî bajar-dewleta Spartî (di bin serokatiya Leonidas I) hebûn. Leonidas, bi 300 şervanan, li hember artêşa mezin a împaratoriyê li ber xwe da. Şer sê rojan dom kir.
Dimenên şervanên Helebê û gelê me tesîrek mezin li ser hemû Kurdan derxist. Taybetî jî axaftin, berxwedan û dîmenên Fermandar Ziyad Heleb… Gelê me dîsa ketin rêya koçê. Em di nav dîrokek zindî de bûn.
Wekî her Kurdekî welatparêz hunermend Hekîm Sefkan jî ketiye bin tesîra êş û berxwedaniya Helebê… Bi rojan bi Helebê re jiyan kiriye. Dema ku dewleta Tirk û HTŞ dîsa fermana şer daye û ber bi Hesekê ve hatiye wê rojê strana “Biparêzê” nivisiye. Piştî wê muzîka wê jî daniye.

Muzîkjen û aranjor Mazlum Rewşen ev bûye 30 sal karê muzîk û aranjoriyê dike. Hekîm Sefkan û Mazlum Rewşen bi hev re li ser stranê dixebitin û dawiya dawî ev melodî derketiye.
Piştî wê Beser Şahîn, Sosin, Zozan Zûdem, Binevş Roj, Bermal Çem, Hekîm Sefkan, Talat Yeşîl, Alî Jiyan, Zahîr Loran û Sîpan Xelat ji bo piştgiriya Rojava hatine ba hev û stranê bi hev re gotine. Bo sererast kirin, tomar kirin û aranjeya stranê sê roj xebitîne. Gotinên stranê li jêr in:
Biparêze
Gotin û Muzîk: Hekîm Sefkan
Rojava nav û şane, cenge û hêê
Şûr ji kalan kişyane, şinge û hêê
Zengil lêdaye çinge, çinge û hêê
Ne zûye û ne derenge, cenge û hêê
Dîsagotin
Zengil lêda çinge
Şûr kişyaye şinge
Ferman şer û cenge
Ferman şer û cenge
Rojava berxwedane, em rabin tev
Rûmeta Kurdistane, dest bidin hev
Bi hev re biparêzin, bi roj û şev
Rê nadin hov û gura, fermane ev
Med Huner Production ji bo stranê klîbek kişandiye. Dîmenên klîbê jî di roja 24ê Çileyê di nav Meşa Kölnê de girtine. Meşa Kölnê ji bo piştgiriya Rojava hatibû kirin û sed hezar kes beşdarî meşê bûbû. Dîmenên klîbê Sîfilm girtiye û Tarik Demir jî edîta wê amade kiriye.
Klîba strana “Biparêze” Med Hunerê li ser malpera xwe ya Youtubeê parve kiriye.






