Kovara Huner: “Zargotina Kurda I-II” pirtûkeke gelek girîng e. Keda bi dehan salan e. Pirtûk ji aliyê du birayên profesor ve hatiye nivîsandin: Prof. Ordîxanê Celîl û Prof. Celîlê Celîl. Pirtûk cara yekemîn sala 1978an li Moskowayê hat weşandin. Çapa duyem li Wiyana (2012) û çapa seyemîn li Amedê (2013) hat weşandin. Ev çîrokê ku me li jêr weşand jî cîlda duyem de cîh digire. Zargotina Kurda II: Weşanên Aram, Rûpela 96-99, 2013/Amed
Prof. Ordîxanê Celîl – Prof. Celîlê Celîl
Evdalê Zeynê dengbêjê Surmelî Memed Paşa bû.
Bi hev re dixwarin, bi hev re radibûn û bi hev re rûdiniştin. Gava rûdiniştin, Evdalê Zeynê şuxulê xwe zanîbû. Destê xwe dadanî ber guhê xwe û Surmelî Memed Paşa re distira.
Şêx Silê jî dengbêjekî baş bû. Li alîyê Dîyarbekir, li tapa barava bû û karwançî bû. Rabû, carekê karwanê xwe hilda, berê xwe da alê Bêdlîsê û hat. Kîjan cîyê, ku lê rûdinişt, barê karwanîyê datanî û ji hevalan re distira.
Dibê, rojekê li gundê Surmelî Paşa bûne mêvan. Karwanê xwe danîn û şêx Silê destê xwe danî ber guhê xwe û qîrkire stranê. Surmelî Paşa dengê wî bihîst, go:
– Bila ev dengbêjê han bê odê.
Şêx Silê feqîr bû, cilê wî qetîyayî bûn û çû ji xwera li odê, li devê deri rúnişt û civata Surmeli Paşa gerîyaye. Şîv hate odê, Surmelî Paşa û Evdalê Zeynê bi hevra şiv xarin.
Gava şîva xwe xilas kirin, di ser şêx Silê da bihirandin. Kesî jê ra negot, birçîyî yanî. Şêx Silê birine alê malê, xarin û marina ji ber mêvana mabú, danîne ber. Şêx Silê tem kir û temam nexwar.
Evdalê Zeynê li tenişta Surmeli Memed Paşa rûnişt, qirkire strane. Surmelî Paşa gazî Şêx Silê kir, go:
– Şêx Silê, tu ji dengbêjekî başî, çika dengekî bêje.
Ijar du şev û du roje wan bi hev ra stran. Şeva didua Evdalé Zeynê qehirî, dengê xwe bilind kir, bi dengê wî ra ava reş bi çavê wi ra hat. Di odêda kes nedî.
Ji odê rabû, destê xwe li diwar paland, çû ber deri, di deri derbaz bû, xo gihîştan de malê, alê odê pê nizan bû, ko çavê wî kor bûye. Şêx Silê go:
– Evdalê Zeynê ji ber min reviya.
Heta sibê Şêx Silê ji Surmeli Paşa ra stra. Serê sibê, Surmeli Paşa bexşişeke baş daye û Şêx Silê çû. Ma Evdalê Zeynê.
Evdalê Zeynê kore, tiştî nabîne, qulingeki wana heye, zaruê wî ji deştê girtine, her du baskê wî jî şkestine. Evdal gazî dike, dibê:
Gulê û Temo, lao, ezê kilama bavêjime ser koraya xwe lingê xwe. Heta çavê min sax bibin ezê bêjim. Evdal dibê:
Lo lo qulingo, qulingê minî deşta vê Rewanê
Şalûr dixwêyîne oda Surmeli Paşa da, bilbil dixwêyîne li devê vê îwanê
Sala par vi çaxî, ez Evdalê Zeynê bûm
Ez şahirê dinê bum
Şalûrê erdê bûm
Bilbilê ber perê rojê bûm
Ez sûarê hespê bûm
Ez di hidûdê Ecem da rûniştibûm
Aşiqê pelê Gulê bûm
Gulê, merûmê, ez korim, derman kanê?
Her du baskê quling şikestîne ji firanê, ji çeng vedanê
Her du çavê min korbûne ji berberîya
Şêx Silê ji dengbêjîyê û ji stranê
Temo lao, rabe bi destê bavê xwe bigre
Min ava Mûradê derbaz ke, mi bavêje ser tixtorê Yazirganê
Qulingo per hêşîno
Rabe, baska lev de, serê çenga pêra bihejîno
Xo bi hekîm û tixtorê dinîyayê tev bigihîno
Hekîm û tixtora li min bicvino
Her du çavê min korin, tu sax bike, her du baskê te şikestino
Baskê xwe bi çavê mi ra bicebrîno
Şalûr û bilbil li halê me dixwîno
Sala par vî çaxê ez Evdalê Zeynê bûm
Ez şahirê dine bûm
Şalûrê erdê bûm
Bilbilê ber perê rojê bûm
Dengbêjê Surmeli Memed Paşa bûm
Di hidûdê Ecem da rûniştî bûm
Mêrekî çê bûm, sûarê hespê bûm
Aşiqê pelê Gulê bûm
Lê lê Gulê, merûmê, sala îsal ava reş her du çavê mi da hatîye, ronaya dinîyayê pê nabîno
Çiqa destê xwe li enîşkê dîwara dipalino
Lê lê, Gulê cane, şemamokê rih û cane
Kevoka sere bircê îwanê
Sêva sore ser dikanê
Kes vê sêvê nade destê xortê, ko pê nizanê
Gulê, ez korim, derman kanê?
Qulingo, qulingê vê berîyê
Hewara mine xudê û ziyareta kanîyê
Ziyareta kanîyê, gazî bike şêx Dindihê li tilîyê, Şêx Dindihê li tilîyê gazî dike Mihemedê Îslamîyê, Mihemedê Îslamîyê gazî dike Îsayê Nûranîyê
Temo lao, belkî çavê bavê te sax bibe bi emrê rabbê jorîyê
Ay Gulê cane, şemamokê rih û cane
Lê lê, Gulê cane, şemamokê rih û cane
Kevoka serê bircê îwanê
Sêva sore ser dikanê
Kes vê sêvê nade destê xortê ko pê nizanê
Gulê, ez korim, derman kanê?
Temo lao, ava Mûradê têo û leme leme
Şalûr di oda Surmelî Paşa da dixwêyîne, bilbil ceme
Sala par vî çaxî, ez Evdalê Zeynê bûm
Ez şahirê dine bûm
Şalûrê erdê bûm
Bilbilê ber perê rojê bûm
Dengbêjê Surmeli Memed Paşa bûm
Di hidûdê Ecem da rûniştî bûm
Mêrekî çê bûm, sûarê hespê bûm
Aşiqê pelê Gulê bûm
Temo lao, ava Mûradê tê û gur dimeşe
Tu rabe bavê xo sûar ke li hespê kumeytî kap reşe
Min ava Mûradê derbas ke, mi bavê ser tixtorê hebeşe
Ê tixtor bê: “Evdalê Zeynê, çavê te kor bû eva çende?”
-ezê bêm:
“Çavê min kor bûye îro şeşe”
Ê tixtor bê: “Evdalê Zeynê, çave te ne koranîye, ava reşe”.
Ezê bîjim:
“Temo lao, nabî, ez bi lncîla Îsa bînim nabî, Ez bi qurana Mihemed bînim, nabî
Ez bi zebûra Nebî Silêman bînim nabî
Heta mirîyê hevtê û heyştê salî, sere xo ji tirbê hildin û ji gorê rabin, çavê bavê te
ko ne bi emrê rebbê jorî be, bi hekîm û tixtore qe sax nabî”.
Lê lê Gulê cane, şemamokê rih û cane
Kevoka serê bircê îwanê
Sêva sore ser dikanê
Kes vê sêvê nade destê xortê ko pê nizanê
Gulê ez korim derman kanê?
Bi vê xeberdana paşin ra, ronayî dikeve çavê Evdalê Zeynê û ew rojê dibîne, kulfetê xwe dibîne, dinîyayê dibîne.