Lehengê Strana Heval Necmedîn

Firaz Baran

Hunermendê ku di van 15 salên dawî de herî zêde stran li ser şehîdan nivîsiye û muzîka wan çêkiriye li gorî texmîna min Seyda Perînçek e.

Min tespît kir ku nêzî 40 stran bo şehîdan çêkiriye. Yek ji wan strana bi navê “Heval Necmedîn” e. Vê stranê bo şoreşgerê mezin Necmettin Büyükkaya amade kiriye. Gotinên stranê li jêr in:

Heval Necmedîn
Gotin û Muzîk: Seyda Perînçek

Sala hezar û heyştê çara bû
Stêrkek li ezmana wenda bû
Şehîdê nemir heval Necmedîn
Tu bi ciwanî ji nav me rabû

Heval Necmedîn tu ceger hesin
Qet ne hewceye ku ez bidim pesin
Bi şoreşa we em bûne milyon
Li dû rêça we îro dimeşin

Bila çavên te li dû nemîne
Bo serxwebûnê gel bi hêvî ne
Laşe we bûye tovê jiyanê
Wê şoreşa we azadî bîne

Seyda Perînçek ev stran û notaya wê di pirtûka bi navê “Stranên Evîna Azad” de weşandiye. (Çavkanî: Stranên Evîna Azad, Seyda Perînçek, R. 23, Weşanên J&J, 2016/Amed)

Şehîd Necmettin Büyükküya, dema zanîngehê

Portreya Necmettin Büyükkaya

Necmettin Büyükkaya 23ê Çileya 1984an li Zindana Amedê şehîd dikeve. Di nava tevgera Kurd de xwedî cihekî taybet bûye û hemû rêxistinan jî rêz li wî girtiye. Gelo jiyana Şehîd Necmettin Büyükkaya çawa derbas bûye?

Necmettin Büyükkaya sala 1943an li gundê Karahan ê navçeya Girê Sor a Rihayê hatiye dinê. Xwendina xwe ya pêşîn li Amed û Edeneyê qedandiye. Di navbera salên 1966 û 1971ê de li Zanîngeha Stenbolê, Fakulteya Hiqûqê xwendiye.

Büyükkaya di dema zanîngehê de hewl daye ku xwendekarên kurd li Stenbolê li hev kom bike û avahiyeke birêxistinkirî damezrîne. Van xebatan encam daye û sala 1969an tevî hevalên xwe Navendên Çandî û Şoreşger a Rojhilatê hatiye damezrandin. Büyükkaya wek yekem serokê saziyê hatiye hilbijartin.

Şehîd Necmettin Büyükkaya, dema zanîngehê

Arteşa Tirk sala 1971an li Tirkiyeyê desthilatdarî bi dest xistiye û dest bi girtina şoreşgeran kiriye. Dû Büyükkaya jî ketine. Ji ber vê sedemê neçar maye û çûye Swêdê.

Di navbera salên 1972 û 1974an de li Swêdê wek penaber jiyan kiriye. Bi efûya giştî ya ku sala 1974an derketiye, vegeriya Kurdistanê. Tevgera Dr. Şivan (Sait Kırmızıtoprak) rêxistin kiriye.

Her wiha gelek alîkarî daye Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê jî. Bi serokê YNKê Celal Talebanî re gelek xebatên girîng kiriye. Hem li çiya û hem jî li bajarên Başûrê Kurdistanê, Sûriye û Lubnanê ji bo YNKê erkên girîng pêk aniye.

Büyükkaya di Tîrmeha 1980an de li Sûriyeyê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re jî hevdîtin pêk anîye. Di vê hevdîtinê de li ser berxwedana Hîlwan û Sêwregê û tifaqên neteweyî nêrînên xwe anîne ziman.

Necmedîn Büyükkaya piştî xebatên girîng ên li Sûriye û Lubnanê di sala 1982an de çûye Bakurê Kurdistanê. Di meha Nîsanê de li Amedê dîl hatiye girtin.

Di dema lêpirsînê de îşkenceyên giran lê dikin! Piştre wî dibin Zindana Leşkerî ya Amedê.

Îşkence li zindanê jî berdewam dike. Di dadgeha xwe ya dawîn de ku di Kanûna 1983an de çêbûye wiha gotiye: “Dibe ku ez nikaribim werim dadgeha din. Ji ber ku ez di bin gef û îşkenceyên giran de dijîm û dibe ku ez bêm kuştin.”

Di 24ê Çileya 1984an de Necmettin Büyükkaya dîsa rastî îşkenceyên giran hatiye û di encama van îşkenceyan de jiyana xwe ji dest daye.

Şehîdbûna Büyükkaya bi taybetî Serokkomarê berê yê Iraqê Celal Talabanî gelek bandor kiriye. Talabanî bîranînên wî qet ji bîr nekiriye. Di sala 1992an de dema ku bi Serokkomarê Tirk Turgut Ozal re hevdîtinê pêk aniye, jê re gotiye: “We zarokê min ê manewî kuşt.”

Şoreşgerê mezin Necmettin Büyükkaya dema ku şehîd ket 41 salî bû.

Kesên ku dixwazin jiyana Necmettin Büyükkaya bi berfirehî hîn bibin dikarin pirtûka bi navê “Kalemimden Sayfalar” bixwînin.

Ekrem Cemîl Paşa (Nivîskarê pirtûkên bi navê “Muhtasar Hayatım” û “Kurdistan”) û Şehîd Necmettin Büyükkaya