Çavkanî: Ev gotar ji Ajansa Welat hatiye girtin.
Lezgîn Akdenîz / AW – Amed
SPOT– Ayhan Erkmen 10 sal li zindanê maye. Li zindanê derketiye û dest bi lêkolînên çîrokan kiriye.
NÛÇE
Çîrokbêj Ayhan Erkmen ku 7 sal in çîrokbêjiyê dike, ji bo ku çîrokan kom bike gund bi gund digere.
Wî dema zarokatiya xwe ji apê xwe, kal û pîrên gund bi salan çîrok guhdar kiriye. Her wiha ji dengên dengbêjan jî bêpar nemaye. Çîrokbêj û dengbêjan bandorek mezin li ser zarokatiya wî kiriye û ji bo deynê wan çîrokbêj û dengbêjan bide niha bi şopa çîrokên wan ketiye.
Ayhan Erkmen piştî li Bajaroka Bazarcixa navçeya Dîgorê ya Qersê bûye şaredar hatiye girtin û nêzî 10 salan girtî maye.
Li zindanê bêtir li ser çîrokbêjî, çand û hunerê lêkolînan kiriye û lêhûrbûna xwe bêhtir daye ser çîrokbêjiyê.
Dema ku ji zindanê derketiye dest bi komkirina çîrokan kiriye û hem çîrok kom kirine û hem çîrokbêjî kiriye.
Ayhan Erkmen çîrokbêjiyê ji bo xwe wekî deynekî ku kal û pîran di stuyê wî de hiştiye dibîne û ji bo vî deynê xwe bide ketiye nava lêgerînê.
Deynê xwe bi çîrokbêjiyê dide
Ayhan Erkmen li ser deyndariya xwe dibêje:
“Ez deyndarê çîrokbêjên zarokatiya xwe me. Ez li ber çokên wan rûdiniştim û min çîrok û stranên wan guhdarî dikir. Wan jiyana min bi xewn û xeyalan, bi çîrok û stranan dewlemend kirin. Niha ez gund bi gund digerim, çîrokan kom dikim û parve dikim. Ez deynê xwe didim wan mezinên xwe.”
Ayhan Erkmen gotinên balkêş dike: “Dema ku ez çîrokan guhdarî dikim, dibim zarokekî heft heşt salî. Diçim wê dema ku li oda mala apê xwe Mistefa rûdiniştim û min li çîrokbêj û dengbêjan guhdarî dikir. Dema ku çîroka dibêjim dixwazim ku bi peyv, gotin û zarxweşiya wan çîrokbêj û dengbêjan bibêjim. Çîrokbêjiya ku ketime dû; deyndarîya zarokatiya min e.”
Xewnên xwe hatine guhertin
Ayhan Erkmen li ser Youtubeê û bernameyên komeleyan qala çîrok û serpêhatiyan dike. Mirov dikare bêje, bi wan re dijî. Dibêje: “Car caran lehengê çîrokên min tê xewnê min. Di van çîrok û serpêhatiyan de bext heye. Xisletên gele Kurd heye. Ev yek derîyeki efsûnî li pêşîya min vedike.”
Ayhan Erkmen, hinek caran demên dûr û dirêj bi destanekê re mijûl dibe û bi lehengê wî re dijî. Ew mijûliya xwe wiha tîne zimên:
“Li ser destana Dewrêşê Evdî bi salan xebitîm. Min hemû stranên ku hatine qeyd kirin guhdarî kirin. Baqîyê Xido li ser vê destanê sê saetan strîyaye. Min ew destan belkî deh caran guhdarî kiriye.
Hemû dengbêjên din jî wisa ne. Dîsa min nivîs û berhemên ku derbarê Derwêşê Evdî û Edûlê de hatine nivisandin xwendin. Dûre min destana Dewrêşê Evdî nivisî.
Ez bi salan li ser xebitîm. Geh dihatin xewna min, geh di rêwîtiyên şeş heft saetan ên ku ez ji Qersê dihatim Amedê ez tim bi wan lehengan re diaxivîm. Vê yekê min gelekî bextewar dikir li vê dinyaya derewîn. Tiştê ku nava dile min av dide û ruhê min tim zindî digire ev destan û lehengên wan e.”
Bûye 7 sal
Ayhan Erkmen, demekê karê înşaetê, demekê parêzerî û demekê jî şaredarî kiriye. Ew diyar dike ku herî zêde ji çîrokbêjiyê bextewar bûye. Dibêje:
“Qet tiştekî bi qasî çîrobêjîye ez bextewar nekirime. Ev dikeve sala heftan, ez gund bi gund digerim. Çîrokan berhev dikim. Dûre bajar bi bajar digerim û çîrokan belav dikim.
Dûrî hesabên roja îro di zarokatiya xwe de dijîm. Ji ber wê tiştên ku di roja me de diqewimin nabin rojeva min.
Ji ber ku jiyana min tim di destanan de di çîrokan de ye. Ez di wê baweriyê de me ku qet tiştek li vê dinyayê qasî vê yekê mirov bextewar nake. Ji ber vê ez dibêjim kurdekî herî bextewar ezim.”