Lorîk Wek Amûrek Hebûnê

Hekîm Sefkan

Lorîk, zîrweya hestên jinê ye, her çiqasî ku car carna mirov rasta hinek lorikan ji devê mêran tê jî, lê di bingehê de ev rengê stranê yê jinê ye.

Dema mirov li lorîkekê guhdar dike, xweber tabloyeke weha tê ber çavên mirov: Dayikek pêçeka wê di hembêza wê de ye, yan di dergûşê de yan jî li ser linge wê ye… Dihejîne û bi dengeki nizim dinihrine. Lorîk, diyaloka yekali di navbera lorîkbêj û hestên wan de ye, ji ber ku her dem muxateb bêdeng in.

Eger mirov bala xwe bide lorikan dê bibîne ku hest mîna lehiyeke bêqanûn diherikin, incex qanûneke lorîkan heye. Ew jî, dengê nizm û tempoya giran e. Sedem jî ew e ku lorîkbêj lorîka xwe tenê ji xwe û muxatebê xwe re dibêje. Dema lorîkbêj pê dihese ku hinekî din jî dibihîsin dengê xwe dibirre.

Carna lorîkbêj derdê xwe yê ku nikare ji kesek din re bibêje, di nava lorîkan de êşa nava xwe derdixe, caran jî hêviyên xwe bi lorîka xwe re parvedike.

Dîroka kurdan bi koçberî, mehkûmî, dûrketina bav ji mal û zarokan, dûrketina dayikê ji malbata xwe, girtin û kuştinê û gelek buyerên din yên trajik tije ye. Ev hemû bûyer û rewş dibin sedem û mijarên lorikan.

Carna lorîkbêj ji kavlên gundan re, carna jî ji dar û gulên hişkirî, yan jî ji çemên zuha re dilorînin, derdên xwe bi wan re parvedikin, yan jî xemgîniya xwe ji wan re dibêjin.

Lo gundo, lo gundo, lo gundo
Xerabo gundooo

Nimûneya lorîka mêran, lorîka şivanê kurd ê Xoresanê ye ku bi salan e li ser zimanan e. Dema vedigere gund û dibîne ku Tirkan êrîşî gundê wan kiriye, gund şewitandine, mêr kuştine û jinên ciwan revandine ku destgirtiya wî Gulnarê jî di nav wan de ye hingê diçe serê tahtekê, li gund dinêre û ji kavlan re weha dilorîne:

Ez ku îro pir xemgînim lê yarê
Lê yarê Gulnarê
Çavan li te digerînim
Nişan ji te ez nabînim.
Ceylan kuştan jinan birin lê yarê
Lê yarê Gulnarê
Gulnara min hêsîrkirin lê yarê
Ew firotin li kuç û bazarê
Gulnarê…

Çîroka lorîkan bi dîroka tirajediya kurdan re paralel heya vê rojê hatiye. Ne tirajediyayê bêhn vedaye, ne jî Lorîk sekinîne. Tenê naveroka wan hatiye guhertin ku edî lorîk li gorî buyeran nûjendibin û weke naveroka hemû stranan lorîk jî êdî bi demê hatin guhertin.

Ew bi xwe, “Bingol şewitî, mij dûman e” lorîkeke ji hestên jineke ku ji hinavê xwe ve birîndar e. Lê mixabin hinek kesên ku tu carî tirajediya gelê xwe fam nekirine lorîkê wergerandine strana dawetan ku gerek bi her awayî û li her deverê mirov li dij derkeve.

Strana Koma Berxwedan ya li ser Egîd ku dibêje “Bin zilm û zora sitemkaran” jî mînakek lorandinê ye ku tê de hest, şert û rewşa şoreşgeriyê dide ber çav.

Naveroka lorîkan forma wan jî dide guhertin. Êdî nema bi dengekî pir nizim tên xwendin, nema bi dizî yan jî bi şev û veşartî tên gotin. Lorîkbêj êdî dixwazin ku stranbêj lorîkên wan bi dengê xwe bibêjin û belav bikin. Incex vê yekê forma wê ya kevin tune nekiriye, yanî dengê nerm û tempoya giran. Tevî weha jî dîsa lorîk dimîne diyaloka yek alî di navbera lorîkbêj û hestan de.

Bi sedan dayikên Kurd ên ciwan li Rojava ji zarokên xwe yên ku gelekan ji wan bavên xwe nedîtine re dilorînin, lê lorîkên wan êdî naşibihin lorîkên ku diyên wan ji wan re digotin. Bavên zarokên wan ne weke bavên wan li welatên dûr kardikin, ew jî ne wek dayîkên xwe ji malbavanên xwe dûrin, bavên zarokên wan ne ji bo malbatekê, lê belê ji bo welatekî, ji bo miletekî pir dûr çûne. Loma jî lorîkên wan jî cuda ne, kûrtirin û wateya wan jî cuda ye.

Lorîkên Dayikên Şemiyê, yan jî dayikên bi dehhezaran girtî ne mumkune ku mirov nebihîse.

Çiqas bêdeng bin, çiqas bi dizî û veşartî bin jî, mirov kare bibihîse û hîs bike.

Lewma jî ligel van hemû taybetmendiyên xwe lorîk ji bo civaka me, ku bi tirajediyên dîrokî û rojane tijî ye, weke formek çandî û hunerî û amûrek hebûnê dikare were pênasekirin. Û ger mirov baş lê bihizire ev amûr têkiliya dayik û zarokan, jin û civakê, serpêhatî û hunerê digihîne hev û ev yek jî ji bo têkoşîna gelekî bindest bêhempa ye.

  • Ev gotara helbestvan Hekîm Sefkan ji hejmara 329 ya PolitikART hatiye girtin. 8 Hezîran 2024, Rûpel 8