Mihemed Mamlê 1925 – 3ê Rêbendana 1999an

Mihemed Mamlê

1925 – 3ê Rêbendana 1999an

Mihemed Mamlê yek ji sembolên muzîka kurdî ye. 750 stran qeyd kirine. Ji malbata wî jî gelek stranbêj derketine û bûne xizmetkarên muzîka kurdî.

* Derbarê Mihemed Mamlê de, agahî ji aliyên Barzan Şasiwar, Husên Rêber û Kakşar Oremar ve hatin dayîn. Em Mihemed Mamlê bi rêzdarî bi bîr tînin.

Stranbêjên Malbatê

Mihemed Mamlê endamê malbateke hunermend û welatparêz e.

Bavê wî Seîd Mamlê stranbêj bû. Birayên wî Hisên, Mutalib, Hesen û Cehfer jî bi dengên xwe yên xweş li herêma Mukriyanê tên naskirin.

Herwiha di malbatê de nifşên piştî Mihemed Mamlê jî beşdarî xebatên muzîkê bûne. Ezîz, Çalak, Simaîl, Xosraw, Bextiyar, Evdila û Çiya Mamlê çend ji van navan e.

Jiyana Mihemed Mamlê

Mihemed Mamlê, di sala 1925an de li Mehabadê ji dayik bûye. Li Mehabadê şeş salan li dibistana seretayî ya Seadetê xwendiye. Bi dengê xwe yê xweş bal kişandiye ser xwe. Di 14 saliya xwe de strana xwe ya yekem tomar kiriye. Navê vê berhema ku wî di sala 1939an de tomar kiriye navên ‘Her Derwa Be Cêm Dêlê’ ye.

Bavê wî Seîd Mamlê helbestkar Wefayî ji nêzîk ve nas dikir û gelek helbestên wî kirine stran. Lê wê demê ji bo tomarkirinê derfetên teknîkî tunebûn. Ji ber vê jî dengê wî heta roja me nehatiye. Mihemed Mamlê stranên ku bavê wî çêkirine jiber dike, tomar dike û digihîjîne roja îro.

Di sala 1946an de li Mehabadê Komara Kurdistanê ava bû. Mihemed Mamlê ku wê demê 21 salî bû dibe şahidê Pêşewa Qazî Mihemed û şoreşê. Pêkhatina şoreşê bandoreke mezin li ser hestên wî dike. Di koroya ‘Sirûdên Neteweyî’ de, dema Komara Kurdistanê hatibû avakirin cih girt û di koroyê de sirûda bi navê ‘Xuwayê Weten Awakey’ berz kir.

Dema Komara Kurdistanê hilweşiya, ew jî wek hemû kesan gelek xemgîn bû, lê li mala xwe nema. Li gundên herêma Mukriyanê geriya û gelek çîrokên folklorîk berhev kirin.

Wî ev berhemên ku bi guhdarîkirina mezinan û dengbêjan berhev kiribûn, xwendin û tomar kirin û bi vî awayî ji bîr nekirin.

Ji bo xatirê wî em jî bikevin nava Mukriyanê û wê derê ji nêzîk ve nas bikin:

Navenda herêma Mukriyanê Mehabad e. Herwiha bajarên Bokan, Şino, Xanê, Neqede, Meyanduaw, Tîkab û herêma Şarbajarê jî di nava herêma Mûkriyanê de ne.

Husên Rêber 750 Stran Berhev Kir

Husên Rêber li rojhilatê Kurdistanê muzîkjenekî navdar e. Wî bi salan di Med TV, Medya TV û Roj TVyê de bernameyên muzîkê çêkirin. Wî hunermend û mûzîkjenên rojhilatê Kurdistanê bi hemû kurdan da naskirin.

Husên Rêber ku di gelek konseran de bi Mihemed Mamlê re bû, xizmeteke din a girîng kir. Wî 750 berhemên ku ji aliyê Mamlê ve hatibûn tomarkirin anîne cem hev û ji van 21 CD derxistin. Bi vî awayî berhemên Mihemed Mamlê bi awayekî hevpar li hev hatin komkirin. Me ji Husên Rêber pirsa Mihemed Mamlê kir, wî wiha bersiv da:

Mihemed Mamlê berê di meqama qeterê de stran digotin. Wî bi dengê xwe yê xweş şêwazeke bêhempa afirand. Vê şêwazê bandor li hunermendên rojhilatê Kurdistanê jî kir. Ez dikarim bibêjim ku heta niha çaryeka hunermendan bi şêwaza wî stranan dibêjin.”

Ew Dişibe Necadê Min

Di sala 1982an de pergala Îranê kurê Mihemed Mamlê Necad darve kir. Necad xortekî 16 salî bû! Dewletê cenazeyê wî jî neda malbata wî. Mihemed Mamlê heta roja mirina xwe bi hesreta kurê xwe jiya. Heger xortek bidîta ku dişibiya kurê wî yekser digot: “Ew dişibe Necadê min” û rondikên çavan dibarand. Vê rewşê ew zû nexweş kir û di sala 1994an de bi nexweşiya Alzheimerê ket.

Ew di 23yê rêbendana 1999an de, rojekê piştî sala 53yemîn a damezrandina Komara Kurdistanê ya Mehabadê, ji vê dinyayê koça dawî kir.

Tevahiya rojhilatê Kurdistanê wê rojê wek lehiyê herikî Mehabadê û di 24ê rêbendana 1999an de bi deh hezaran kesan xatirê xwe jê xwest.

Wê demê tekane kanala televizyona navneteweyî ya kurdan Med TV bû. Barzan Şasiwar û Husên Rêber ji bo Mihemed Mamlê bernameya bîranînê li dar xistin. Nasir Rezazî, Ezîz Mamlê, Simaîl Mamlê jî beşdarî bernameyê bûn. Di bernameyê de jiyana wî hate vegotin û stranên wî hatin strandin.

Mihemed Mamlê, Seyîd Elî Esker Kurdistanî, Hesen Zîrek, Nasir Rezazî, Merziye Rezazî, Necmedîn Xolamî, Fetane Welîdî, Mazhar Xaliqî, Hişmêd Lor Nijad, Şehram Nazirî, Azîz Şahro, Baba Şahab, Koma Kamkaran, Îran Xanima Mucered, Xalê Birê (Birahîm Newrozî), Seyîd Elî, Elî Ekber Moradî, Şems Emsenbil, Silêman Mihemed Pur, Eshed, Ehmed Ehmedî, Elî Nazdar Şasiwar, Bêmal û Hemîd Yûsivî

AGAHIYÊN FOTOYAN

MIHEMED MAMLÊ 1: Mihemed Mamlê
MIHEMED MAMLÊ 2: Rûniştî/Ji milê rastê ber bi milê çepê ve: Ednan Kerîm, Mihemed Mamlê û Husên Rêber