Çavkanî: ROJNEWS
Li Muzexaneya Nîştimanî ya Silêmaniyê ji bo bîranîna hunermend Fetlane Welîdî pêşangeheke wêneyan vekir. Wê pêşangeh sê rojan bidome.
Navê pêşangehê ‘Jina herî bi tenê’ ye. Di pêşangehê de 49 wêne hene. Ji van 44 ji aliyê wênegir Efşînî Fetahî û Mehdî Tewekulî ve hatine girtin.
Di derbarê pêşangehê de Endama Desteya Rêveber a Rêxistina Merziye Terife Îbrahîm got: “Fetlane Welîdî jineke ku ji bo hunerê berdel daye lê gelek berhemên Kurdî jî pêşkêş kiriye.”
Hunermend Fetlane Welîdî (navê wê yê rast Fetane Mihemed Şerîf Welîdiye), sala 1953yan li bajarê Sine hatiye dinê.
Fetlane Welîdî xwediyê 56 stranan e û wek yekem jina stranbêj a Rojhilatê Kurdistanê tê zanîn. Îsal di temenê 74 salî de li Sine koça dawî kir.