Helbesta “Şehîd Mizgîn” û Portreya Ayhan Demir

Firaz Baran

Şehîd Mizgîn (Gurbet Aydin) damezrînera HUNERKOMê (1983) û Koma Berxwedanê (1983) û YJWKê (1987) û Fermandara Parêzgeha Xerzanê (1991-1992) bûye.

Wê bi huner û tekoşîna xwe bandorek mezin derxistiye holê. Lewma dema ku tevlî kerwana şehîdan bûye li ser helbestvan û stranbêjan tesîrek xurt hiştiye. Hunermendan ji bo Şehîd Mizgîn stranên cuda çêkirine. Em ê bi çend gotarên cuda yeko yeko stranan parve bikin.

Cara ewil em ê strana Ayhan Demir û Mihemedê Serhedî parve bikin. Gotinên stranê li jêr e:

Stranbêj Mihemedê Serhedî û du welatiyên Îdirê. Foto ji malpera Facebook a stranbêj hatiye wergirtin.

Şehîd Mizgîn
Gotin: Ayhan Demîr
Muzîk: Mihemedê Serhedî

Yanzdê meha gulanê
Li kambaxa Tetwanê
Kete şerê rûmetê
Çelenga Kurdistanê

Tu ketî şerê giran
Dinya li min bû wêran
Canê ciwan û nazîk
Dane ber sung û kêran

Dîsgotin
Lê Mizgînê lehengê
Bi awaz û ahengê
Heval hogir şahîdin
Şêra roja pir tengê

Tu çûyî ez mam vira
Temirî îşiq çira
Heta sax bim bîrnakim
Tu heval û hogira

Hunermendê hozanê
Rewşa bûka qîzanê
Te serî danî erdê
Şehîda Kurdistanê

Dîsgotin

Ayhan Demîr Bûye Kaniya Stranan

Helbestvan Ayhan Demîr sala 2020an dest bi nivîsandina helbestan kiriye. Ew çarînan dinivîse. Heya niha sê pirtûkên wî çap bûne: Tevna Evînê (2023), Zerêya Elegezê (2025) û Gula Keserkêş (2026). Her sê pirtûkan li bajarê Wanê Weşanxaneya Sîtavê çap kiriye.

Tevna Evînê du caran li Wanê û carekê jî li Hesekêyê hatiye çap kirin. Cihê kêfxweşiyê ye… Gelek helbestên Ayhan Demîr bûne stran. Yek ji wan “Şehîd Mizgîn” e ku me li jor parve kiriye. Ayhan Demir helbesta Şehîd Mizgîn di nav pirtûka “Gula Keserkêş” çap kiriye.

Gelo kîjan stranbêjî, kîjan helbesta Ayhan Demîr saz kiriye. Navên stranbêj û stranan li jêr in:

Dilovan: Mam Zekî Şengalî, Zerê Digot, Te Ji Bîrnakim, Sê Gul, Qîza Mîr, Berxwe Didin, Ez û Felek, Biskek Nade Min, Zerê Çûye.

Ali Geçimli (Agirê Jiyan): Qîza Kurda, Dayê Can, Gula Zerîn, Keça Kurda, Daxwazî, Benda Te Me, Jiyana Qawil, Welatê Kurdistan, Bê Te Nabe, Nava Dil ke, Ez ê Bimirim.

Paşayê Efo: Bêje Felek, Şengal, Te Bîrnakim û Warê Kurdan.
Semiyan Adar: Şengal, Munzur û Berxwedan.
Hekîmo: Oy Yarê, Dil Digirî, Çima Nayê, Xayîne û Denge Min Nayê.

Mihemedê Serhedî: Zalim, Fêlbazê, Xasxatûn, Qîza Kurda, Oxirbe, Çi Bikim, Destana Bazîdê, Serhed û Şehîd Mizgîn.

Bagerê Zînê: Kawa Mêrxas û Bê Loma Be
Zozanî: Qîza Metê, Şengal, Efrîna Birîndar, Ez û Leyl, Ez Namirim.

Tara Mamedova: Zerê, Were Meydanê û Destê Min Bigire
Roj Alî: Gulbihar, Nizanim Kî ye, Xulîsero, Ey Ararat
Sîpan Xelat: Mêze Neke

Portreya Ayhan Demir

Ayhan Demir sala 1964an li gundê Koço (Gîhadîn/Agirî) ji dayîk bûye.

Dibistana seretayî, navîn û lîseyê li Gîhadînê xwendiye. Piştre derbasî Anatoliyê bûye û li bajarê Eskişehirê li zanîngehê perwerdeya aboriyê girtiye. Zanîngeh xelas kiriye û bûye mamosteyê dibistana seretayî. Lê ji ber ku welatparêz bûye dewletê wî ji mamostetiyê dûr xistiye.

Ayhan Demir hên ciwan bûye piştgirî daye tekoşîna Kurdistanê. Lewma Roma Reş bi dehan car wî girtiye û Demir rastî îşkenceyên giran hatiye.

Her wiha ew heft caran ketiye zindanê. Sala 1985, 1990, 1991, 1993, 2000, 2001 û 2003 ketiye zindanê û bi giştî heft (7) sal li zindanê maye.

Şehîd Sait Demir (Cemşîd Benavok) birayê Ayhan Demir e. Sait Demir sala 1992 li Xakurkeyê tevlî kerwana şehîdan bûye.

Ayhan Demir sala 1997an di nav damezrînerên Partiya DEHAPê de cih girtiye û heya sala 1999an wekî Sekreterê Giştî ya DEHAPê xebatên polîtîk kiriye.

Ayhan Demir sala 1999an vegeriyaye Agiriyê û derbasî partiya HADEPê bûye. Di navbera 1999 û 2003 serokatiya bajêrê Agiriyê (HADEP) kiriye. Demir sala 2003 neçar maye û hatiye Swîsreyê. Ev bûye 23 sal li Swîsreyê jiyan dike.

Penceşêra Pişikê Têk Biriye

Helbestvan Ayhan Demir sala 2020an nexweş bûye. Doktor dinêrin ku nexweşiya wî penceşêra pişikê ye. Demir dest bi derman kirinê kiriye. Wê demê dilê wî keliyaye û helbestek nivîsiye. Piştre berdewam kiriye û tu bêje her roj nivîsiye. Wextê ku hejmara helbestan zêde bûne li ser medyaya civakî parve kiriye.

Stranbêj û helbesthêzan zimanê wî hezkiriye. Bi demê re hejmara helbestên wî ji hezarî derbas bûne. Wekî me li jor nivîsiye, stranbêj helbestên Ayhan Demir digirin û stranan saz dikin.

Helbestên wî di nav Kurdên Ermenîstan, Gurcistan û Kazakîstanê jî belav bûne. Helbestvanên me yên li Qafqasyayê nameyên tijî pesnê ji Ayhan Demir re dinivîsin.

Nivîsandina bi zimanê Kurdî û nivîsandina helbestên hostane moralê Ayhan Demir bilind kiriye û bi demê re nexweşiya dijwar têk biriye. Demir dibêje:

“Nexweşiya pençeşêra pişikê min girtibû. Min dermanên giran dixwar. Piştre kîmyoterapî dest pê kir. Lê moralê min baş bû. Tiştê ku min xemgîn dikir çi bû? Min nedikarî mîna berê beşdarî çalakiyan bibim.

Min ev nexweşî têk bir. Çawa bû? Me terbiyeya Tevgera Azadiyê girtiye. Bi hêz û moralê ku min ji tevgera xwe û şehîdan wergirtiye rolek girîng lîst. Nivîsandina helbestan jî hêz da min. Berê fikra helbestnivîsandinê li cem min tune bû. Di dema nexweşiyê de helbest derketin.

Doktor got: ‘Em kêm caran dibînin ku ev nexweşî têk çûye. Tu bi ser ket.’ Min jî got: ‘Niha dem dema têkbirina dewleta Tirk e.’ Me hemûyan bedelên giran dan. Lê têkoşîn bê bedel nayê qezenckirin. Ez gelê me û hemû hevalên ku tekoşîn dikin silav dikim.”

Em ê gotara xwe bi helbesta “Serhed”ê bi dawî bikin. Ayhan Demir dirêj nivîsiye. Em ê çar çarînan parve bikin.

Bikal binal lo dilo
Li ser Reşoyê Silo
Xîreta Haskê Têlo
Warê şêranî Serhad

Zivistana te sare
Dijmin wek gurê hare
Ser te agir dibare
Jana giranî Serhad

Dengê Şeroyê Biro
Sewta Evdal Şakiro
Ez têr nebûm şev û ro
Dengbêj hozanî Serhad

Akîf Mahîr û Cemşîd
Sema Xecê û Egîd
Remzî Rizgar û Seîd
Kela mêranî Serhad