Rûspiyê Muzîka Kurdî Berhemek Nû Derxist

Arîn Feraşîn / Köln

Rûspiyê muzîka kurdî Hozan Şemdîn albûma xwe ya nû derxist. Navê albûmê “Zozanên Me” ye. Albûmê ART Records çapkir.

Di albûmê de otorîteyên muzîka kurdî cih girtine. Wek mînak:
Memo Gül aranjeya albûmê çêkiriye.
Serhad Çarnewa û Turan Yapiştiran vokal kirine.
Dilovan di hilbijartina stranan de û Yasîn Boyraz jî bi bilûra xwe li kêleka mamoste rûnîştine.

Hozan Şemdîn di nava albûmê de pêşgotinek jî nivîsiye. Pêşgotin li jêr e:

Peşgotina Şemdîn

Her gel li ser kok û bingehên xwe li ser dîroka xwe xwedî jiyaneke dirêje. Bi motîf û şêweyên cuda kevneşopiyên xwe diparêze.

Dema ku berhemên nû biafirînin jî neku ji wan motiv, reng û xemla gelerî dûr dikevin, li ser wan nûjeniya xwe jî li ser wê bingehê diafirînin û ava dikin.

Gelê Kurd di Rojhilata Navîn de xwedî dîrokekî herî qedîm û kevnar e. Xwedî berhemên ji hezaran salî ye. Li ser axa xwe jiyanekî têr û tijî derbas kiriye. Xwedî gelek serpêhatî û folkloreke dewlemend û pir aliye.

Erdnîgarî û axa welatê Kurdistanê pir bedew, rengîn û berhemdare. Bandora xwe li motîv û taqalîtên folklora me jî kiriye.

Di serpêhatî, destan, stran û govendên me de nav û nîşanê xwezaya welatê me heye. Ji ber wê jî maqam, awaz, rîtim, teqla stranên me xwezayine.

Mirov di nav stranên gelerî de civaka xwe nas dike. Çiya û banî, çem û kanî, deşt û zozanên erdnîgariya welatê xwe dibîne.

Her wiha gelên li Kurdistanê dijîn jî nas dike. Ji ber ku erdnîgariya Kurdistanê gelekî berfireh û mezine.

Stranên me yên gelerî jî li gor herêmên welatê me reng û motîvên xwe girtine. Dema ku mirov straneke gelerî guhdar dike yekser dizane: Ev stran, ev govend, ev awaz ya kîjan herêma Kurdistanê ye.

Welatê me hem aliyê erdnîgarî, gelên cuda û zaravayan û hem jî ji hêla bîr û baweriyan de dewlemende.

Min berhemek bi navê “Zozanên Me” amade kiriye. Stranên gelerî peşkeşî we dikin. Stranên ji heremên Serhed, Botan, Behdînan, Çarsenceq, Rojava û Mêrdînê me hilbijartine.

Duwazde stran di nava berhemê de cih digirin. Du stran ji wan yên evîndarîyêne anku serhawane. Deh jî stranên rîtmik in.

Tenê strana “Zozanên Me” min bi rengê govendê û giraniya Serhedê çêkiriye. Stran li ser çiya û zozanên Serhedê ye. Stranên mayî hemû gelerîne ku min berhev kirine.

Min bi xwe piranî car stranên li ser welat, serîhildana şer û şoreşê çêkirine. Min xwest ku bi stranên gelerî ez berhemekê pêşkêşi guhdaran bikim.
Ez hêvidarim ku wê bi dilê we guhdaran be.

Çima Zozanên me? Ji ber ku rol û mîsyona çiya û zozanên Kurdistanê hem ji hêla çand û hunerê, hem jî ji hêla koçerîyê bingehekê xurt daye jiyana gelê Kurd.

Zozanên Kurdistanê ciyê maldariyê, ciyê eşq û evînîyê, ciyê kêf û şadiyê ye. Warê folklor û motîvên kurdewarin ku bi her awayî rengê xwe daya jiyana gel.

Zozanên Kurdistanê bi çem û kanî, bi mêrg û çîmen, bi çiya û banî ye û îlhamê dide hunermend, helbestvan û çîrokbêjan. Ji ber ve yekê navê berhema min Zozanên Me ye.

Kedkarên Albûmê

Produktion: ART Records GmbH – 2024
Rêvebir-Aranjor: Memo Gül
Bilur: Yasin Boyraz
Percusyon: Murat Bakrak û Ömer Arslan
Bass Acustik-Klasik Gitar: Mazlum Rewşen
Tembur-Sazbuş-Cumbuş: Memo Gül
Mey – Zurna: Kemal Ceylan
Mey – Zurna – Duduk – Fîq: Ozan Olgun
Mey-Bêceng ê Derwêş Ribab û keman: Şervan Ayaz
Santur: Rozbeh

Klarnet: Caner Malkoç
Percussion: Ömer Arslan – Bulent Bapîr
Kayit Edit: Mazlum Rewşen
Tomar Mix: Mazlum Rewşen
Mastering: Reinhard Kobialka
Studio: Ton Studio Kurdî
Foto-Wêne: Pîroz Gûltekin – Şerif Çiçek – Çekdar
Grafik: Bületn Kılıç
Koro-Vokal: Serhat Çarnewa, Zozan Zudem, Xezal Ertaş, Turhan Yapiştiran, Memo Yapiştiran, Memo Gül û Zahir Loran