Köln-Kovara Huner
Hunermend Şehrîbana Kurdî îro li bajarê Koln ê Almanyayê, beşdarî mîtînga TEV-ÇAND û HUNERA MIZGÎN bû û axaftinek pêşkêşî guhdaran kir û li ser yekîtiya neteweyî stranek got. Şehrîbana Kurdî di axaftina xwe de ev peyam da:
“Ez jineke misilman û oldar im. Bûyerên ku îro li Rojava bi navê Îslamê tê kirin ne Îslam e. Gelê me dikujin. Zarokên me dikujin! Kal û pîrên me, jinên me dikujin! Ev ne baweriye. Ev dijminatiya gelê me ye.
Rojavayê Kurdistanê bedelên giran da û gihîşt rewşa xwe ya îro. Rojava bo cîhanê cihekî mînak e. Rêzê li hemû gel û baweriyan digire. Ez li piştgiriya xwe nîşan didim û dibêjim: Ez bi gelê me yê Rojavayê re me. Êşa wan êşa min e.”
Hunermend Şehrîbana Kurdî bal kişand ser xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistanê, piştgiriya xwe anî ziman û dirûşmeya “Rojava Rojhilat e, Kurdistan yek welat e” qîriya. Şehrîbana Kurdî piştî axaftina xwe stranek li ser yekîtiya neteweyî got.

Köln, 18.01.2026. Mîtînga TEV-ÇAND û HUNERA MIZGÎN. Di wêneyê de Hekîm Sefkan, Hozan Şemdîn, Cewad Merwanî, Bermal Çem, Şehrîbana Kurdî, Sosin, Narînxan, Binevş Roj, Diyar û Beser Şahîn cih digire.





