Sema û Serhad

Lorîn Markasî

Hozan Serhad 22ê Hezîrana 1999an li zozanê Feraşînê (Elkê) şehîd ket.

Ew mamosteyekî mezin ê  muzîkê bû. Wekî “orkestrayek bi yek kesî” hate binav kirin. Ji ber ku, bi yek enstrumanekê, wî dikaribû di nava stranekê de dengên cihê, mîna orkestrayê derbixe.

Muzîka kurdî pir zû nirxek girîng winda kir. Wê çaxê hevrêyên wî stranên Şehîd Serhad berhev kirin û albûmek derxistin. Navê albûmê “Hewlêr” e. Di vê albûmê de 12 stran hene. Navê stranan ev in:

Hewlêr, Mizgîn, Payîze, Ax Kurdistan, Ağrının İsyan Kızı, Sîpanê Xelatê, Bîranîn, Beyadî, Wunken, Şêre Şêre, Vorê Vora û Enstrumental.

Strana “Ağrı’nın İsyanı Kızı” tirkî ye û wateya xwe “Keça Serîhildanê a ji Agiriyê” ye. Stran li ser Şehîd Sema Yuce hatiye çêkirin. Gotinên stranê li jêr in:

Ağrı’nın İsyan Kızı
Gotin: Şehîd Serhad
Muzîk: ?

Kor ateşten gelinliğe
Sardı bütün bedenini
Gözler şafak el tetikte
Etti intikam yemini

Ey Ağrı’nın isyan kızı
Ey özgürlüğün yıldızı
Ey dağların fırtınası
Yüce barış tanrıçası
Sema barış tanrıçası

Tarih şahit sema yoldaş
Ölüm utandı kendinden
Eli kanlı rom celladı
Ürktü o genç bedeninden

Ey Ağrı’nın isyan kızı
Ey özgürlüğün yıldızı
Ararat’ın isyan kızı
Ey dağların fırtınası
Yüce barış tanrıçası
Sema barış tanrıçası

Sema Yuce Kî ye?

Sema Yuce sala 1971ê li Dûtaxa Agiriyê gundê Qerxelixa Jêrîn ji dayik bûye. Dibistana seretayî li gundê xwe, navîn li Dûtax, lîse li Agiriyê xwendiye. Dayika wê Zennure Yuce di 16ê Hezîrana 2021an de ji Ajansa Nûçeyan JINHA re axiviye. Dayîka Zennure dibêje:

“Sema zarokek çalak û welatparêz bû. Xwedî kesayetek taybet bû. Ji xwişk û birayên xwe jî cuda bû. Apê xwe jê re digot: ‘Keça min Leyla Qasim e.’ Piştî ku tevlî partiyê bû jî kesayeta xwe neguherî.”

Sema Yuce sala 1988an beşdarî îmtîhana zanîngehê bûye û beşa Civaknasiyê ya Zanîngeha Teknîkî ya Rojhilata Navîn (ODTÜ) qezenc kiriye. Ew çûye Enqerêyê û dest bi zanîngehê kiriye. Li vir xwendekarên ku alîgirên PKKê ne naskiriye û tevlî xebatên wan bûye.

Wê salê hem çûye zanîngehê û hem jî ji aliyê teorîk û bîrdozî ve xwe ji şoreşê re amade kiriye.

Bi taybetî jî meşên ku sala 1989an li Cizîrê pêk hatin bandorek mezin li ser wê dike. Wê demê dayîka xwe Zennure Yuce li Enqereyê pê re bûye û dibêje:

“Dema ku me serîhildana Cizîrê dit û xwend em gelek pê bandor bûn. Em serbilind û şad bûn. Me gelek ders jî jê derxistin.”

Zekiye Alkan Newroza 1990î li ser Sûrên Amedê çalakiya fedayî pêk aniye. Bi vê çalakiyê dixwaze ku gelê Kurdistanê şiyar bike û zilma kolonyalîst a li Kurdistanê protesto bike.

1990: Tevlî PKKê Dibe

Şehîda Newrozê Zekiye Alkan bi çalakiya xwe bajarê qedîm ji xewê şiyar kiriye. Behna bayê azadiyê Amedê dagirtiye. Ev behn gihîşte Enqereyê û gelek bandor li ser SemaYuce kiriye. Sema Yuce piştî çalakiya Zekiye Alkan tevlî PKKê bûye.

Salekê li Enqereyê di nav gel û xwendekaran xebatên rexistinî dike. Newroza 1991î ji Enqereyê derdikeve û diçe Kurdistanê. Li Merdînê salek û nîv xebatên şoreşê dimeşîne.

Havîna sala 1992an bi komek hevalên xwe re diçe bajarê Agiriyê. Di encama îxbarekê de li navenda hatiye girtin. Dijmin 18 rojan îşkenceyên giran lê dike.

Tû li Rûyê Walî Dike

Ji ber ku ew ji malbateke şêx a Agiriyê ye, waliyê kolonyal ê wê serdemê tevlî lêpirsîna wê dibe û ji SemaYûce re pêşniyar dike ku ji Qanûna Poşmaniyê sûd werbigire. SemaYüce tû li rûyê walî dike.

Ji ber vê yekê îşkenceyên giran lê dikin. Lê ew bi berxwedana xwe dibe mînak. Semayê dibin dadgehê. Sema li vir jî parastina siyasî dike. Kolonyalîst 22 sal ceza lê dibirin. Pêşî li Nevşehîrê û piştre jî li Çanakkaleyê wê li zindanan digirin.

Gelek name ji diya xwe re şandiye. Di nameyeke de wiha nivîsiye:

“Dayê…

Piştî ku ez tevlî partiyê bûm, ez bi sedan cihan geriyan. Dayikên me em wek zarokên xwe hembêz kirin. Hezkirin û alaqaya wan qîmeta dayikan di çavên me de zêde kir. Wan jî zarokên xwe an jî xizmên xwe dane vê têkoşîna bi rûmet.

Têkoşîna ku li welatê me tê kirin temînata paşeroja jin, dayik û keçên me ye. Berê tu kesî jinên me nediparastin. Dengê jinan li tu derê dernediket.

Îro di nav gelê me de Azîme, Bêrîvan, Binevş û Zozanên me bi lehengî li berxwe didin û dibin ala welatê me. Bawer bike… Ruhê wan wê hemû Kurdistanê dorpêç bike.

Dayê… Ez bawerim ku tu jî vê şerê bi rûmet de cihê xwe bigire. Berdêl çiqas giran be jî… Bi vî awayî tu ne tenê a min, tu dayîka hemû gerîlayan e.

Sema Yuce – Zindana Çanakkaleyê”

Sema û Wateya Newrozê

Newroz di jiyana Sema Yuce de xwedî cihekî taybet digire.

Sala 1989an li Cizîrê pîrozkirina Newrozê û sala 1990î çalakiya fedaî a Zekiye Alkan li ser Sema Yuce bandorek mezin dike.

Dem dibe Newroza 1991î… Sema Enqereyê terk dike û vedigere Kurdistanê…

Û Newroza 1998ê jî Sema Yuce li Zindana Çanakkaleyê bedena xwe dike agir! Dayîka Zennure li ser wan rojan dibêje:

“Nehiştin ku ez Semayê bibînim. 18 roj temam bûn û ez çûm cem wê. Tenê pênc deqîqe destûr dana min. Ez ketim hundir. Serê xwe zivirand û li min nêrî. Wê ji min çi pirsî dizanî? Got: ‘Dayê Serok Apo ji çalakiya min hêrs bûye?’ Min got ‘na’.”

Sema Yuce piştî çalakiyê nêzî 80 rojan li Nexweşxaneya Fakulteya Tipê ya Cerrahpaşa ya Stenbolê ma û 17ê Hezîrana 1998an şehîd bû.

Dayîka Zennure dibêje: “Şikir ji Xwedê re ku ez bûme dayîka Semayê. Ev şerefek e. Serê min bilind e. Dîsa şikir ji Xwedê re ku ji wan rojên zor de ez naketim kemasiyekê.

Sema li Enqereyê dixwend. Ev pelê nivîna wê ye. 21 sal in ez wê diparêzim. Ez ê heta mirinê biparêzim. Min wesyet kiriye… Ku ez bimirim, ve pelê jî bi min re têxin gorê.”