Şeva Bîranîna Şehîd Mizgîn

Di 11ê Gulana 2024an de li bajarê Koln ê Almanyayê ji bo şehîd Hozan Mizgîn şeva bîranînê hate lidarxistin. Şeva ku bi pêşengiya Kevara Zêrîn û TEV-ÇANDê hate lidarxistin bi qasî 4 saetan dewam kir.

Di bîranînê de di şexsê Şehîd Hozan Mizgîn (Gurbet Aydin) de şehîdên çand û hunerê û şehîdên şoreşê hatin bibîranîn.

Şev li salona komeleya Bürgerzentrum Engelshofê hat lidarxistin. Bi qasî sêsed mevan, -piranî ji wan malbatên şehîdan û hunermend bûn- beşdarî şevê bûn.

Şeva ku ji aliyê rojnameger Gulîstan Îke ve hat pêşkeşkirin bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir.

Koroya Zarokên Rojê

Di bîranînê de destpêkê Koroya Zarokên Rojê hat ser dikê û strana “Ez Kurdistan im” xwendin.

“Ez Kurdistan im bûka cîhan im cîhê meranî şerê giran im
Kaniya jînê warê hebûnê li hêviya we me rojê dertînim

Xwedi serok û al û partî me hemî petrol û zêr û zevê me
Dayika Mazlum û Kemal û Xeyrî me leşkerê rojê berxwedana me”

8 endamên Koroya Zarokên Rojê hebûn. Temenê zarokan di navbera 5 û 10 salî de bûn. Mêvanan bi heyranî li zarokan guhdarî kirin. Dema ku stran bi dawî bû, li salonê demeke dirêj dengê çepikan berdewam kir.

Dîrok Diyar: Em xeta şehîdan ji xwe re esas digirin

Piştî koroya zarokan, Nûnera TEV-ÇANDê Dîrok Diyar axaftinek kir. Dîrok Diyar got:

“Îro em şehîdan bibîrtînin. Em şehîdan di dilê xwe de hîs dikin. Şehîd rêya me nîşanî me didin. Rêya me ronî dikin û rêya serkeftinên mezin vedikin.

Destpêkê heta îro hemû xebatên çand û hunerê li ser xeta şehîdan dimeşin. Şehîd bi berxwedana xwe bûne pêşengên me. Hevala Mizgîn sembolek pir watedar e. Rêya azadiyê nîşanî me dide. Hevalê Sefkan, Hevala Berçem, Hevala Şîlan her tim nûnerên vê xetê bûn.

Hevala Mizgîn gotiye: ‘Îro em 4-5 kes in, sibê emê bi hezaran bibin.’ Îro bi hezaran cangoriyên me hene.

Divê em bi serkeftinên mezin mizgîniya azadiyê bidin şehîdan. Em weke hunermendên TEV-ÇAND û KEVANA ZÊRÎN soza parastina vê xetê didin.”

Bavê Şehîdan Distrê

Piştî Dîrok Diyar hunermend Comerd vexwendin ser dikê. Comerd bavê şehîd Sînan û Taylan Kahraman e. Sînan û Taylan jî demekê di nav xebatên çand û hunerê cih girtîbûn. Hunermend di destpêkê de silav da mêvanan û got:

“Welatparezên bi rûmet, ez we li ber dîwana şehîdên Kurdistanê silav dikim. Xêr hatine. Ser ser û ser çavan hatine.”

Piştre jî strana “Ez Şehîd im” got. Hunermend bi şiroveyeke xweş ev stran xwend, temaşevanan jî bi hurmet û eleqeyek mezin guhdarî kir. Dema Comerd stran qedand, mêvanan dirûşmeyên “Şehîd Namirin” qîr kirin.

Piştre Gulîstan Îke peyama nivîskî ya TEV-ÇANDê xwend.

Dilaraya Deng Mezin

Di Şeva Bîranîna Şehîd Mizgîn de hunermendên jêrîn jî stran gotin: Şemdîn, Zozan Zudem, Bermal Çem, Nûrê Dilovanî, Sheyda Ghavami, Narînxan, Memo Gül, Bengî Agirî û Dilara. Hunermendan hem stran li ser şehîdan gotin û hem jî stranên ku şehîdan çêkirine xwendin.

Dilara 10 salî ye û keçek ji Rojava ye. Deng û şîroveyeka wê yê pir baş heye û di heman demê de dikare sazê jî lêxe. Dilarayê strana Şehîd Mizgîn a bi navê “Çemê Hêzil” xwend. Piştî stranê li salonê dengê tîlîlî bilind bû. Mevanan bi dirûşmeya “Şehîd Namirin” Dilaraya deng mezin rê kirin.

Pêşkeşvan Gulîstan Îke ji bo Dîlarayê got: “Dengê Dilarayê hêvî dide mirov. Em Dîlarayê pîroz dikin.”

Di Şeva Bîranînê de helbestvan Hekîm Sefkan jî helbesta xwe a bi navê “Zarokên Deştê” xwend.

Her wiha birayê Hozan Mizgîn Şêxmûs jî bi rêya telefona beşdarî şevê bû. Spasiya xwe pêşkeş kir û li ser Hozan Mizgîn axaftinek kir. Dîsa hunermend Amele û Xelîl Xemgîn û nûnerê saziya şehîdan KOMAWê Alî Konkurd jî axivîn û bîranînên xwe parve kirin.