Firaz Baran
Polîsên Tirk 8ê Çileya 1996an nûçegihanê rojnameya Evrenselê Metîn Goktepe li Stenbolê kuştin. Hunermend Ferhat Tunç bo Metîn Goktepe şînek kir. Ev şîn bandorek mezin li ser gelê Kurdistanê kir.
Di salên 90î de Roma Reş (dewleta Tirk) bû kujerê şoreşger û welatparêzan. Her roj mirovên me binçav dikirin û dikuştin.
Ev şîna ku Ferhat Tunç ji bo Metîn Goktepe nivîsî (Navê xwe Metin’e Ağıt-Şîna Metîn) bû nalîna hemû şehîdên sivîl. Gelê me bi salan bi êşeke mezin li vê şînê guhdarî kir.
Ferhat Tunç jî di kaseta xwe ya bi navê “Kayıp” de cih daye vê şînê. Paşê derhêner Ümit Elçi ji bo vê şînê vîdyoklîbek kişand. Ev klîb bi salan di Med TV û Medya TV de hat weşandin.
Peyvên şînê li jêr e:
Metin’e Ağıt
Gotin û Muzîk: Ferhat Tunç
Gün döndü geceye yavrum
Gelmedin sen ah gelmedin
Yolunu gözledim durdum
Dönmedin sen ah dönmedin
Dîsgotin
Wiy wiy wiy wiy
Wiy benim ölim lo
Wiy benim ölim lo
Metin’im sen ölme n’olur
Dur ben ölim lo
Wiy wiy wiy wiy
Wiy benim ölim lo
Yiğidim sen ölme n’olur
Dur ben öl’im lo
Vurma zalım vurma n’olur
Körpeciktir kıyma n’olur
Benim yavrum gazeteci
Onu benden alma n’olur
Ben anayım dayanamam
Yokluğuna alışamam
Göz pınarlarım kurudu
Ey insanlar ağlayamam
Roma Reş ji rastiyan ditirse. Dijminê rastiyan e. Metîn Goktepe rastiya dagirkeran nivîsand û wî kuştin. Gelo ev rastî çi bûn?
Komkujiya Zindana Umraniye
Di rojên dawî yên sala 1995an de girtiyên polîtîk yên li Zindana Umraniyeyê (Stenbol) ji mafê hevdîtinê hatin astengkirin. Girtiyan ev nêzîkatî protesto kirin.
Di 13ê Kanûna 1995an de polîs û cendirmeyên Tirk êrîşî Zindana Umraniyeyê kirin. Di vê êrîşê de 4 girtî bi giranî, zêdeyî 70 girtî birîndar bûn.
Ji ber vê êrîşê di navbera girtiyan û rêveberiya zindanê de rageşî berdewam kir.
20 roj şûn de danê sibê 4ê Çileya 1996an leşker ketin zindanê û careke din êrîşî girtiyan kirin. Di vê êrîşê de 4 êsîrê şoreşger kuştin. Navê şehîdan Abdulmecîd Seçkin, Orhan Ozen, Riza Boybaş û Gultekîn Beyhan e. Di heman êrîşê de 40 girtî jî birîndar kirin.
Akin Olgun di dema êrîşê de zindanî bû. Ew li ser wê rojê van agahiyan dide:
“Bi sedan leşker bi hinceta lêgerînê ketin qaxîşan. Di serê wan de kask hebûn. Di destên wan de darê bezbolê û mertal hebûn. Piştre êrîşî me kirin. Bi darê bezbolê li me dixistin. Dengê şikandina hestiyan dihat.
Çar hevalên ku berê çavê xwe li wan dabûn birin tuwaletê û serê wan bi darê bezbolê şikandin. Girtiyên din kaşkirin û ji qawîşê derxistin. Vê carê jî leşkerên di korîdorê de bi daran dest bi êrîşan kirin.”
Metîn Dû Rastiyan e
Piştî çar rojan di 8ê Çileya 1996an de ji bo şehîdan li Alîbeykoya Stenbolê merasîma cenaze hat lidarxistin. Metîn Goktepe jî wek rojnameger beşdarî merasîmê bû. Polîsên Tirk êrîşî merasîmê kirin û bi sedan kes binçav kirin. Kesên ku hatin binçavkirin birin Salona Sporê ya Girtî ya Eyûbê.
Di nav kesên binçavkirî de nûçegihanê rojnameya Evrenselê Metîn Goktepe jî hebû. Polîsan îşkence li Metin kirin. Piştî rojekê Metîn Goktepe li nêzî salona werzîşê mirî hat dîtin!
Portreya Metîn Goktepe
Metîn Goktepe Kurd û Elewî ye. Di 10ê Nîsana 1968an de li gundê Çipil ê navçeya Gurûn a Sêwasê ji dayik bû.
Ew zaroka heftemîn a malbateke 8 zarokan e. Heta pola pêncan a dibistana seretayî li gund xwend.
Di sala 1979an de çû Stenbolê. Dibistana seretayî, navîn û amadeyî li vir qedand. Di sala 1989an de dest bi Fakulteya Aboriyê ya Zanîngeha Stenbolê kir. Goktepe li zanîngehê bû endameke çalak a têkoşîna ciwanên xwendekar.
Sala 1992an di kovara “Gerçek”ê de dest bi rojnamegeriyê kir. Sala 1995an li rojnameya Evrenselê dest bi karê nûçegihaniyê kir.
Xelatên Rojnamegeriyê yên Metîn Goktepe ji sala 1998an ve ji bo bîranîna Goktepe tên dayîn. Merasîma Xelatdayînê di rojbûna wî de, 10ê Nîsanê tê lidarxistin. Xelat ji bo ku bîranîna Goktepe zindî bimîne û azadiya ragihandinê pêk were tê dayîn.
Gora Metîn Goktepe li Stenbolê ye…