Stran û Şerê Şikestûnê

Lorîn Markasî

A- Şerê Şikestûnê

Çavkanî:
– Albûma Şehîdan 1976-1984, Rûpela 118
– Rojnameya Serxwebûnê: Hêjmara Avrela 1982, Rûpela 14-16
– Hevpeyvîn bi Xalid re.

* * *

Şikestûn gundekî Dêrika Çiyayê Mazî ye.

Li vî gundî roja 28ê Adar a 1980an di navbera arteşa Tirk û şervanên PKKê de şerek rû dide.

Hêjmara dagirkerên Tirk sê hezar bûne. Du helîkoptêr û panzerek jî bi wan re hatiye. Dagirker gund dorpêç dikin.

Şervanên PKKê Ahmet Kurt, Mehmet Kurt û Selman Doğru li gundê Şikestûnê bûne.
Sê şervanên Kurdistanê li dijî sê hezar dagirker rojekê şer dimeşîne.

Di vî şerî de serleşkerek, çawişêk û leşkerek tê kuştin. Şervanên PKKê Ahmet Kurt, Mehmet Kurt û Salman Dogru tevlî kerwana şehîdan dibin.

Piştî şer, dagirker gundiyan li meydana gund kom dikin, îşkenceyê li wan dikin û mal û milkên gundiyan talan dikin. Paşê xelkê gund bi komî dibin îşkencexaneya li Tûgaya Mêrdînê. Bi rojan îşkence li gundiyan dikin.

Mehmet Ozsoy ê di sala 1935an de ji dayik bûye di 3ê Nîsana 1980î de di encama van îşkenceyan de tevlî kerwana şehîdan dibe. Özsoy li gund bi navê Mihemedê Evdo dihat naskirin.

Şerê Şikestûnê bandoreke mezin li gelê herêmê dike. Gel ji bo qehremanên xwe yên ji bo serxwebûn û azadiyê têkoşiyane şînan dike. Li gorî kevneşopiya Kurdan, eger di encama bûyereke girîng de mirovek koçî dawî bike, li wir kevir têne lêkirin. Anku kevir li ser hev tên danîn û ew cih tê nîşankirin. Cihê nîşankirî bi navê wî kes an bûyerê tê binavkirin.

Di 5ê Avrela 1980an de welatparêzên bi navê Abdullah Yûce û Silêman Saruhan xwestin li gundê Şikestûn ji bo şehîdan keviran danîn. Dagirkeran kemîn danîbûn ser wan û gule li wan barandin. Di encama vê êrîşê de Yûce û Saruhan şehîd dibin. Abdullah Yûce zewicî bû û pênc zarokên wî hebûn.

B- Strana Çemê Şikestûnê

Xalid, yek ji avakarê saziya HUNERKOM û Koma Berxwedan e. Heta sala 1985an li navenda HUNERKOMê dimîne û tevlî xebatên çand û hunerê dibe. Di vê heyamê de van stranan dinivîse û çêdike: Çemê Şikestûnê, Çiyayê Qendîlê, Hîlwane Hîlwane, Heval Heqî, Stalîn Digot Sîlah û Sîlah, Şehîdên Xab, 12ê nexweşxaneyê, Roja Min û Te (Li ser Ferhad Kurtay), Diyarbekîr û Birîn.

Xalid ji ber ku şehîdên Şikestûnê ji nêz ve nas dike pir bandor dibe. Piştî bûyerê sê roj derbas dibin û Xalid strana Çemê Şikestûnê dinivîse û çêdike. Piştre Zozan û Şiyar Farqînî li kasetên xwe de dixwîne. Gotinên stranê li jêr in:

Çemê Şikestûnê
Gotin û Muzîk: Xalid

Çemo çemê Şikestûnê
Çem bûye gola xwînê
Çemo tu kuda terî
Tev şehîd û tev xwînê

Çemo çemê Kurdistan
Dijmin hatiye ser wan
Tev bi tank û bi topan
Kuştin xortên Kurdistan

Çemo çi zilm û zore
Dijmin girt hawirdore
Çemo qey tu nizanî
Teslîm nabin bi zore

Çemo çemê delalan
Te bext daye neyaran
Ka niştîman ka welat
Ka xortên canê xwe dan
Ka Selman û ka Cemal
Ka şehîd heval Kemal