Lorîn Markasî
Koma Botan (Qamişlo), Koma Agirî (Amûdê), Koma Agirî II (Heleb-Efrîn), Koma Cudî (Dêrika Hemko), Koma Serkeftin (Hasekî), Koma Botan II (Kobanê), Koma Raperîn (Şam)…
Komên ku piştî sala 1986an hatine ava kirin, bi sedan stran çêkirin. Li ser tekoşîn, berxwadan, azadî û serxwebûna welat… Yek ji wan strana “Herin Xortên Kurdistan” e.
Ev stran Koma Agirî ya Heleb-Efrînê gotiye. Sala 1990an di kaseta bi navê “Çemê Dîcle” de. Gotinên stranê li jer in:
Herin xortên Kurdistan- Koma Agirî
Helbest: Ehmed Ekaş
Muzîk: Ehmed Ekaş
Deng: Seîd Bîrhat
Herin xortên Kurdistan
Bin ala artêşa xwe
Tev bajon ser kedxwaran
Ser dujminê jîna xwe
Tev bajon ser neyaran
Ser dujminê jîna xwe
Hêrs û nifrînên Kurda
Wek volkana bi derxînin
Kela zulmê faşista
Yek bi yek hilweşînin
Azep û nokerên wan
Ji tamaran bikşînin
Her bostek ji axa me
Ji wan re bikin pîlan
Her gundek ji gundê me
Bikin kela berxwedan
Û deşt û zozanên me
Bikin gora kedxweran
Ey mihmecîkê teres
Jiyana te li ba me nîn e
Gelê me şêr û mêrxwes e
Li hawîr tev li hev civîne
Ev azadî û serxwebûn
Gelê me wê bibîne
Têbînî malpera kovarahunerê: Emê hewl bidin ku her roj stranek ji dîroka gelê me parve bikin. Carinan bi gotinan, carinan bi çîrokan… Îro ala tekoşînê li Rojavayê Kurdistanê bilind dibe û dilê her Kurdekî li Rojava lê dixe. Lewma me xwest ku stranek ji dîroka Rojavayê Kurdistanê parve bikin.