Strana “Zîndanên Îranê” û Şehîdên 9ê Gulanê

Amedekar: Rojîna Gulê

Di vê gotarê de li ser mijarên jêrîn agahdarî hene.

A- Gotinên Strana “Zîndanên Îranê”

B- Kurtejiyana Ferhad Wekîlî

C- Kurtejiyana Şîrîn Elemholî

D- Kurtejiyana Ferzad Kemanger

Di 9ê Gulana 2010an de dewleta Îranê çar endamên PJAKê û muxalîfekî Îranî darvekir. Endamên PJAKê ev bûn: Ferhad Wekîlî, Şîrîn Elemholî, Ferzad Kemanger û Elî Heyderyan. Muxalîfê Îranî jî Mehdî Eslamiyan bû.

Hunermend Diyar ji bo şehîdan ev stran nivîsand:

Zîndanên Îranê
Gotin û Muzîk: Diyar

Li zindanên Îranê
Dengek tê ji bo cîhanê
Dibên çima nabîzin
Guh û dilê we kanê

Ew her roj li ber dar in
Tenê ji mê hêvîdar in
Dibên çima nabînin
Çav û dilê we kanê

Ferhad, Şirîn û Elî
Hesen, Îhsan û Xesrî
Ji bo Zeyneb û Fesîh
Dilê me tim digirî
Ji bo Ferhad û Rustem
Dilê me tim digirî

Kurtejiyana Ferhad Wekîlî

Ferhad Wekîlî bajarê qedîm, li Sineyê ji dayîk bû. Di Gulana 2007an de ji ber endamtiya PJAKê hat girtin. Bi mehan di lêpirsînên îşkenceyê re derbas bû. Di zindanên Sine, Kirmaşan û Tehranê de hat ragirtin.

Ew mamoste û bavê sê zarokan bû. Navê zarokên wî Hêngame, Hewram û Hewraz e.

Ferhad Wekîlî piştî mehkemeya ku deh xulekan dom kir bi îdamê hat mehkûmkirin.

Zarokên wî du meh beriya darvekirinê, di 13ê Adara 2010an de nameyek hestiyar ji bavê xwe re şandin. Name bandorek mezin li raya giştî kir. Di nameyê de wiha xîtabî bavê xwe kirin:

Bavo, bêdengî dora bajêr girtiye û wijdanek bê xew nemaye ku qîrîna sînga me bibihîze. Em ê van rojan çawa derbas bikin? Em ê çawa rastiya jiyanê hîn bibin? Kê di tunebûna te de kêmasî û aliyên erênî yên bav û kalên me hînî me bike?

Bavo, çar biharan me bê te pêşwazî kir. Dora mala me bêhna xemgîniyê girtibû. Me nekarî di sala nû de sifreyên Newrozê vekin.

Li ser erdê beton û odeyên taybet de tu rastî lêpirsînên dirêj, îşkenceyên giran hat û te demên dirêj bi stranên tenêtiyê derbas kir.

Em naxwazin te aciz bikin. Lê em ê li hember tiştên ku li me û te hatine kirin, di wijdanê xwe de dadgehekê ava bikin û bipirsin:

Ey bêxewên vî bajarî, sûcê me çi ye? Sûcê me çi ye ku em di temenek wiha zarokatî de di serpêhatiyek wusa bi êş derbas dikin?”

Kurtejiyana Şîrîn Elemholî

Şîrîn Elemhûlî di sala 1984an de li gundê Demkişlak ê Makûyê ji dayik dibe. Endamê malbateke 9 xwîşk û bira ye. Neçûye dibistanên dewletê. Ji birayên xwe fêrî xwendin û nivîsandina kurdî bûye.

Şîrîn Elemholî di sala 2006an de dibe dergîst. Şeva ku dergîst dibe bi hevalên xwe Ronahî Denîz û Çalak Ciwanro re tevlî gerîla dibe. Nêzî salekê li Çiyayê Qendîlê perwerdeya leşkerî û siyasî dîtiye û beşdarî çalakiyên gerîla bûye.

Di sala 2008an de dewleta Tirk bi desteka Îranê êrîşî Qendîlê kiriye. Di vê êrîşê de şeş endamên yekîneyên çapemeniyê yên PJAKê şehîd bûne. Hevrêyên wê Ronahî Denîz û Çalak Ciwanro jî çalakiyên fedaî kirine û tevlî kerwanê şehîdan dibin.

Şîrîn Elemhûlî ji şehîdan gelekî bandor bûye û xwestiye têkoşîna xwe mezin bike. Bi vê armancê plan dike ku li Balafirgeha Tehranê çalakiyek li dar bixe. Sed metre dûrî balafirgehê tê girtin.

Şeş meh di lêpirsînê de dimîne. Îşkenceyên giran lê dikin. Elektrîkê didin bedena wê. Bi qamçiyan lê dixin. Destên Şîrînê ser pişta wê giredidin û bi vî rengî bedena wê radikin.

Şîrîn ji ber ku neçûye dibistanê baş nikare bi farisî biaxive. Bi xwendin û nivîsandina kurdî dizane. Kolonyalîst vê yekê ji bo îşkenceyê wekî hincet bikar tînin.

Dîsa rêbazên psîkolojîk bikar tînin da ku wê poşman bikin û ji rêya xwe dûr bixin. Lê Şîrîn li ber xwe dide û agahiyê nade îşkencekaran. Poşman nabe û ji rêya xwe venagere. Her wiha di dema binçavkirinê de dest bi greva birçîbûnê dike.

6 meh şûnde Şîrînê dibin zindanê. Di zindanê de dibe pêşeng û girtiyên jin li dora xwe kom dike.

Piştre dadgeh cezaya îdamê dide Şîrînê. Beriya ku were îdamkirin, rayedar tên cem wê û jê dixwazin ku tobe bike. Şîrîn ji wan re dibêje:

“Hûn dikarin canê min bistînin, lê hûn nikarin rûmeta min bistînin.”

Dewleta Îranê di 9ê Gulana 2010an saet 05:30an de Şîrîn û hevalên wê Ferzad Kemanger, Ferhad Wekîlî û Elî Heyderiyan îdam kirin. Çar rêheval bi xwendina sirûda Ey Reqîp gihiştin şehadetê.

Bidarvekirina wan li seranserê Kurdistan û Ewropayê bû sedema protestoyên berfireh. Ji ber vê yekê dewleta Îranê yekser li Rojhilatê Kurdistanê rewşa awarte îlan kir.

Şîrîn Elemholî piştî Leyla Qasim “duyemîn şoreşgera jin a Kurd ku hat îdamkirin”, ket dîrokê. Leyla Qasim jî meha Gulanê, di 13ê Gulana 1974an de li Bexdayê hate îdam kirin.

Kurtejiyana Ferzad Kemanger

Ferzad Kemanger di sala 1976an de li gundê Efrîana yê herêma Kamyaranê ji dayîk bûye. Ev der di navbera bajarên Sine û Kirmaşanê ye û li bintara çiyayê Şaho ye.

Dewleta Îranê di salên 80î de hemû gundên derdora Afrîanayê vala dike. Ji ber vê sedemê Ferzad hê di zarokatiya xwe de tevî malbata xwe diçe sirgûnê. Dema ku zarok bûye her tim şer, bombe, xwîn û mirin dîtiye.

Xwişka wî ya mezin jî di nav de ji malbata wî 16 kes di nava rêxistina Komala de şehîd dikevin.

Bavê wî qaçaxçiyê sînor bûye û ji ber gaza jehrî ya ku di dema Komkujiya Helebçeyê de avêtibûn herêmê, nexweş ketiye û jiyana xwe ji dest daye.

Hemû bûyeran Ferzad pir bi biryar kiriye. Loma wî ciwaniya xwe de nasnameyeke siyasî wergirtiye.

Her wiha Ferzad ji bo dabara malbatê jî xebitiye. Bûye firoşkarê kolanan û karên cuda jî kiriye. Di heman demê de dibistana seretayî, navîn û amadeyî jî li Kamyaranê xelas kiriye.

Paşê diçe bajarê Sine û fakulteya perwerdeyê qedandiye û bûye mamoste. Lê belgeya mamostetiyê nadina wî. Têkoşîna hiqûqî meşandiye û du sal şûnde belgeya mamostetiyê girtiye.

Piştre li gundên Kamyaranê dest bi mamostetiyê kiriye. Hemû dema xwe daye zarokan. Wî hewl daye ku zarokên kurd xwedî perwerdeyeke baş bibin.

Wî beşeke girîng ji mûçeyê xwe zarokan re parve kiriye. Ji wan re pirtûkan û hewcedariyên din kiriye. Gotiye, “Ew ji mafên xwe yên netewî û civakî bêpar in. Bila aliyê zanîstî de xurt bibin.”

Ferzad di nameyekê de ku di zindanê de nivîsîbû, mirovatiyê bi deryayê re û mirovan jî bi masiyan re dabû ber hev. Di vê nameyê de gotibû:

“Ez meraq dikim… Ma mamosteyek li vî welatî hebe ku riya behrê nîşanî masiyê biçûk bide?”

Ferzad zarokan bi zaravayê soranî fêrî xwendin û nivîsandinê dike. Mezin jî êvaran li mala wî kom dibin û dersên xwendin û nivîsandinê werdigirin.

Ferzad dibe parêzvanê mafên mirovan jî. Wek endamekî çalak ê Komeleya Mafên Mirovan a Kurdistanê dixebite. Her wiha girîngiyê dide nivîsandin û xêzkirinê. Nivîsên wî yên edebî di gelek kovaran de têne weşandin. Li ser Komkujiya Helebçeyê pêşangeheke wênesaziyê jî lidardixe.

Sala 1999an ji bo Ferzad Kemanger jî weke gelek Kurdan bû xaleke werçerxê. Dîlgirtina Rêber Apo bi komployeke navneteweyî bandoreke mezin li ser wî dike. Di demeke kin de dibe tevlî xebatên şoreşê dibe û bi xebateke berpirsiyar û adil alîkariya PKKê dike.

Ew di Tebaxa 2006an de diçe Tehranê. Rejîma Îranê wî digire. Wî bi “xeterkirina ewlehiya neteweyî” tawanbar dikin. Ji bo ku wî teslîm bigirin Ferzad rastî îşkenceyên giran tê.

Lê Ferzad Kemanger teslîm nebûye. Wî çar sal li zîndanê de dîl digirin. Ferzad zîndanê vediguherîne kelha berxwedanê.

Nameyên edebî dinivîse. Bi nameyan hişyariyek mezin a gel diafirîne. Dibê dengê têkoşîna Kurdistanê. Bi vî rengî dibe girêka girîng a berxwedana zindanê ya ku bi Mazlûm Dogan dest pê kiriye.

Berî ku were îdamkirin nameya dawî dinivîse. Organên xwe bexş dike û dixwaze dilê wî li zarokekî bê veguheztin. Lê belê ev daxwaza Ferzad nayê qebûlkirin.

Ferzad Kemanger ku di 9ê Gulana 2010an de li Girtîgeha Êvînê hat îdamkirin di nameya xwe ya dawî de wiha dibêje:

“Ez organên xwe bexş dikim. Dilê min bidin zarokekî. Bila dilê min li quncikek piçûk a cîhana we ya mezin lê bixe. Ev dil ji welatekî tê ku dîroka wê tijî êş û jan e.

Bila dilê min di sînga zarokekî de lêxe. Da ku sibehekê bi qasî ku ji destê min tê û bi zimanê xwe yê zikmakî (Kurdî) biqîrim.

(…)

Ez dixwazim bibim bayekî ku peyama hezkirina ji bo tevahiya mirovahiyê bigihîne her çar aliyên vê cîhana berfireh.”

* Ev nivîs di 9ê Gulana 2022an de wek dosyeya televîzyonê li Medya Haber TVyê hatiye weşandin.