Rojîna Gulê
Hozan Aydin neçar dimîne û li welatê xerîbiyê, 3 hezar û 500 kîlometre dûrî gundê xwe jîn dike. Bi salan diya xwe nabîne. Rojek ji rojan gelekî bêriya diya xwe dike û ji dilê wî helbestek û awazek diherike.
Navê stranê dike “Bêriya Te Dikim Dayê” û di kaseta xwe ya bi navê “Stran Jiyane 4-Wa Şehîd” de dixwîne. Gotinên stranê li jêr in:
Bêriya Te Dikim Dayê
Gotin û Muzîk: Aydin
Dayîk ji xwedêva yeke
Hemêza dê bihuşteke
Xwedê kesî ji dê neke
Bêriya te dikim dayê
Dîsdor
Wek çiyabûm wergeriyam
Windayande li te geriyam
Tenayande li xwe gîriyam
Bêriya te dikim dayê
Ji şevên min bêhna te tê
Hinavê min agir ketê
Sotim kesera firqetê
Bêriya te dikim dayê
Deriyên xelkê ez kirim kedî
Gelek şerme ez dikim fedî
Min hemêza te têr nedî
Bêriya te dikim dayê
Dayîka Hozan Aydin sala 2021an giran nexweş dibe û piştî demekê koça dawî dike. Hozan Aydin berî ku diya wî koça dawî bike ev strana li jor dixwîne û ji wê re dişîne.
Dayîk nexweş e û di nav nivînan de ye. Hesreta bi dehan salan e… Dema ku li stranê guhdarî dike hêsir ji çavên wê tên xwarê. Her wiha dengê kurê wê dibe derman û dilê dayîkê şad dike.
Hêviyê me ev e ku dayîk û zarokên Kurdistanî di nav aramiyê de bijîn û ji hev bêpar nemînin.
Hozan Aydin û dayîka xwe… Hevdîtina piştî 13 salan – Arşîv: Wêne ji Hozan Aydin hatiye girtin.