Stranek li Ser Serîhildana 1913an

Firaz Baran

Gotineke me ya navdar heye. Em dibêjin, “Dîroka me di stranên me de hatiye nivîsandin.” Strana “Şêxê Min Birîn” vê gotinê piştrast dike. Dengbêj Bedîh Dîlanar vê stranê dibêje.

Roma Reş (Osmaniyan), Serhildana Bêdlîsê ya 1913an serok û şervanên me darvekirin û gundên me wêrankirin. Di nav şehîdan de Şêx Şabedîn û Seyîd Elî jî hebûn.

Ka em pêşî li gotinên stranê binêrin:

Şêxê Min Birin
Çavkanî: Bedîh Dîlanar

Birin birin birin şêxê min birin
Birin şêxê delal darda kirin
Li ber çavên me Kurdan winda kirin
Derd û kulê kevn teze kirin
Birin birin birin şêxê min birin

Lo lo kuro çûme Bilîsê, nava gelî
Gede heyran çûme kambaxa Bilîsê, nava gelî
Îro bala xwe bidê jê derketî cotek welî
Heyra yek Şêx Şabedîn, yek Seyid Elî
Birin birin birin şêxê min birin

Lo lo kuro çûme Bilîsê, di kortê da
Gede heyran çûme kambaxa Bilîsê, di kortê da
Îro dara zilmê di ortê da
Destê her du şêxê delal girtin, avêtin darê da
Gelo şirît qetiya cem Xwedê da
Birin birin birin şêxê min birin

Lo lo kuro ji Bilîsê çûme Tetwanê
Ji Tetwanê berê xwe dam çûme Hîzanê
Îro bala xwe bidê li şînê, li qêrînê, li zarînê
Mi go lo lo kuro nizanim çi bû, çi qewimî, çi ciriya
Di go “kulê tu bi kul bî têkevî mala van neyaran”
Destê her dû şêxê delal girtin birin li îdamê
Birin birin birin şêxê min birin

Agahiyên Prof. Celîlê Celîl

Sala 2006an min portreya rêberê serîhildanê Seydayê Selîm amade kiribû. Portre di Roj TV de hat weşandin.

Wê demê li ser vê mijarê min bi Prof. Celîlê Celîl re hevpeyvînek kiribû. Prof. di dîroknasiya Kurdistanê de xwedî cihekî pir hêja ye û li ser serîhildana 1913an jî lêkolînên wî hene. Prof. Celîlê Celîl ev agahî dabûn:

“Piştî serhildanê artêşeke mezin anîn Kurdistanê. Gelek gund wêran kirin û bi hezaran mirovên me girtin. Piştî serhildanê di nava 12 rojan de 130 kes hatin darvekirin.

Di nava van şehîdan de Şêx Şehabedîn jî hebû. Mamê wî Şêx Seyid Elî û birayê wî Şêx Mehmet Şîrîn hebû. Feqî Xelîl, ji Garçikanê Mele Efendi û Mecîd, ji Gergerê Mele Mihedîn, ji Xorozê Alî Axa û Xurşud, ji Kûmacê Şêx Xeyro, ji Bêdlîsê Memed Kirikli hebûn.

Osmaniyan ew îdam kirin û ev nivîs xistin li stûyê şehîdan: “Dijatiya dewletê kirin û serweriya Osmanî qebûl nekirin. Xwestin ku serxwebûnê bi dest bixin.”