Stranên bo Binevş Agal

Firaz Baran

Binevş Agal (Bêrîvan) sala 1966an li gundê Baziwanê yê navçeya Bişêriyê ji dayik bûye. Di 15 saliya xwe de çûye Almanyayê (1981). Sala 1984an tevlî PKKê bûye.

Binevş Agal di jiyana xwe ya rêxistinî de her ku çû ji bo Tevgera Rizgariya Neteweyî destkeftiyên mezin bi dest xistiye.

A- Kadroya Stretejîk

Di dîroka PKKê de hin kadro xwedî deskeftiyên stratejîk in. Mînak, mîna Mazlum Dogan, Mahsum Korkmaz (Fermandar Egîd), Îsmaîlê Dêrikî, Sakîne Cansiz û Dr. Sîrwan (Kawa Elî Salih).

Kadroya din a ku tevkariya stratejîk kiriye Binevş Agal (Bêrîvan) bû. Em dikarin çar sedemên herî girîng ên vê yekê wiha rêz bikin:

1- Li Bakurê Kurdistanê di navbera kurdên êzîdî û kurdên sunnî de gurkirina kînên dîrokî rawestand û şerê wan bi hev re bi dawî kir.

2- Di sala 1988an de di nava 6 mehan de bajarê Cizîrê rêxistin kir. Tevgera PKKê piştî sala 1981ê ji bajaran vekişiya bû. Piştî serkeftina Bêrîvanê PKK vegeriya bajaran.

3- Dema şehîd ket, gel serî hilda. Ev serhildana yekemîn bû li Bakur. Kevneşopiya rakirina şehîdan bi întîfadayê (serhildanê) dest pê kir.

4- Piştî şehadeta Bêrîvanê bi sedan jinên Kurd tevlî şoreşê bûn. Murat Karayilan dibêje: “Hetanî wê demê xwuşkên hevalên mêr yan jî talebeyên jin tevlî Partiyê dibûn. Lê piştî hevala Bêrîvan bi sedan jin tevlî bûn. Ev bû bingeha arteşa jin.

B- Tirba xwe bû Ziyared

Binevş Agal (Bêrîvan) di 18ê Çileya 1989an de li bajarê Cizîrê êsîr ket. Kolonyalîstan gule li wê barandin. Bêrîvan şehîd ket. Gora wê li Cizîrê bûye Ziyared. Yên ku zarokên wan nabin, yên nexweş û yên ku daxwazên wan hene diçin wir û dua dikin.

Meleyekî ji Cizîrê li ser Binevş Agal wiha dibêje: “Cizîr di Misilmantiya xwe de dewereke hişkbawer bû. Bêrîvan Êzidî bû. Lê ew hat û me hemûyan rêxistin kir. Îro ez dikarim vê bibêjim… Ji bo ola Îslamê Hz. Omer çi be, Bêrîvan ji bo Cizîrê ew e!

Kesên ku dixwazin jiyana Binevş Agal bi berfirehî hîn bibin dikarin van her du pirtûkan bixwînin:

Xanê Agal: Sembola Serhildanê, Enstîtûya Kurdî li Almanya/2021 (Xanê Agal xwuşka hevala Bêrîvan e.)
Firaz Baran: Bêrîvan, Weşanên Hêl, Almanya/2014

C- Stranên li ser Binevş Agal

Dema ku Bêrîvan şehîd bû hemû gelê Kurd ê welatparêz bi bandor bû. Demeke dirêj behsa Bêrîvan û têkoşîna wê hate kirin. Hunermend jî bandor bûn û Aram Tîgran, Dilgeş û Şemdîn bo Bêrîvanê sê stran çêkirin. Gotinên stranan li jêr in:

Bêrîvanê
Gotin û Muzîk: Dilgeş

Dilgeş destpêka stranê axaftinekê dike û dibêje:

“Di tekoşîna serxwebûn û azadiya Kurdistanê de jina Kurd îro bi şexsiyetek şoreşgerî -ên weke Azîme, Besê, Çîçek, Rahîme û Sultan Yavuz– di bingeha şoreşê de bûne sembola serfirazî û rizgariya jina Kurd. Yek ji wan mîsalan ji xeleka şehîdan keça Kurd, şoreşgera me Bêrîvan bû.

Rêheval Bêrîvan bi tekoşîna xwe ji bo Yekitiya Jinên Welatparêzên Kurdistan wê her dem şewq û ronahî be. Di dilê gelê me herdem te bijî.”

Bêrîvanê Bêrîvanê
Tu keça rind û ciwanî
Tu şehîda Kurdistanê
Tu sembola serhildanê

Tu çîçega Kurdistanê
Şîn bû Cizîra Botanê
Meskenê Memê Alanê
Cîhê şêr û şehîdanê

Bêrîvana me dilovan
Çek û silah bejnê pêçan
Daket qada Cizîra Botan
Keçê Kurda bûye rêzan

Ala rengîn bi ser de kin
Di nav rêza şehîda kin
Dilê me de tu her bijî
Şêra Kurda Bêrîvanê

*

Bêrîvanê
Gotin û Mûzîk: Şemdîn

Bêrîvanê Bêrîvanê Bêrîvanê
Tu Binevşa nav sorgûlê li Botanê
Tu zengilê lêxistina serhildanê
Her çî kesê bi xîret û bi namûs e
Bila çek û rextê bigirin
Têkevin nava şerê li Kurdistanê

Îro Cizîra Botan mezekin serhildane
Ezê Kurdistanê dinerim şer girane
Bêrîvanê çek û rextên xwe girêdane
Cizîra Botanê bû mêvane
Şiyar dike keç û xortên me Kurdane

Tu xezala serê çiyayê Kurdistanê
Tu şehîda me Kurdanê li Kurdistanê

Bêrîvanê li Cizîra Botan şer bilind kir
Navê xwe yî şîrîn bi sembol kir
Dilê dosta şa kir dilê dijminan tijî kul kir
Xeleqa şehîdên bêmirin nava xwe kir

*

Binevşê Bêrîvanê
Gotin û Muzîk: Aram Dikran

Binevşê Bêrîvanê rêberê şoreşvanê
Binevş çûye Botanê dergûşa Kurdistanê

Bi mêranî û şêranî rawestiye li meydanê
Hezar eskerê Tirkan bi Binevşê nikane

Birca Belek pir şa bû ronayî li ser bela bû
Şahî kete dîwanê bi hatina Bêrîvanê

Binevşê Bêrîvanê rêberê şoreşvanê
Bernade kaniya Wanê ta mirin û nemanê