* Min hevdîtinên xwe li Lozanê bi Mamoste Mehmet Hezexî re, li Cenevreyê bi Zahir Loran re, li Kolnê jî bi Rêber Serhad re kir.
Firaz Baran
Em rêza gotara bi navê “Stranên Bûk û Zava” berdewam dikin. Îro emê sê stranan parve bikim. “Te di go ez neynim“, “Lê bûkê lê narê” û “Ser xêre be zava”.
Stranbêj Rêber Serhad ji qîza xwarziyê bavê xwe Gûlê stranek hîn bûye. Rêber dibêje: “Ev stran dema ku bûk û zava dihat yan jî şeva hineyê tê gotin.” Gotinên stranê wiha ye:
Te di go “ez neynim”
Çavkanî: Rêber Serhad
Lo birawo bûk zeriye
Te di go “ez neynim”
Rihana li ber deriye
Te di go “ez neynim”
Çîçeka li ser xaniye
Te di go “ez neynim”
Ji aşa heya aşa
Te di go “ez neynim”
Bûka me ji mala Paşa
Te di go “ez neynim”
Bûka me ji mala Mîra
Te di go “ez neynim”
Bûka me ji mala Dîna
Te di go “ez neynim”
Gelo dema ku bûk li malê derbikeve kîjan kilam tê gotin? Ev 30 sal bûye ku stranbêj Zahir Loran di dawetên Gimgimê de stranan dibêje. Zahir dibêje: “Strana Lê Bûkê hêla zava dibêjin.” Stran wiha ye:
Lê Bûkê Lê Narê
Çavkanî: Zahîr Loran
Lê bûkê lê narê
Bûka me bûka me
Lê bûkê lê narê
Bûka me hêjaye
Lê bûkê lê narê
Tiriyê nav rêzaye
Lê bûkê lê narê
Bûk bi dilê zavaye
Dema ku bûk ji hespê peya dibû jî kilam tê gotin. Vê kilamê jî me ji mamosteyê hunermendan Mehmet Hezexî pirskir. Malbata Hezexî, ev heft bavin di dawetan de stranan dibêjin. Mamoste bi serê xwe kaniya stranan e û ev stran mînak da:
Ser Xêre Be Zava
Gotin û Mûzîk: Gelerî
Çavkanî: Mehmet Hezexî
Zava zava zava zava zava
Lo lo lo lo zava
Mala Xwedê gelkî ava
Lo lo lo lo zava
Da te yekî bejin zirava
Lo lo lo lo zava
Ser xêre be zava
Ev zavayê vê payîzê
Lo lo lo lo zava
Fîstanê bûkê ji pelê güzê
Lo lo lo lo zava
Mala Xwedê gelkî ava
Lo lo lo lo zava
Da ye te rind û qîzê
Lo lo lo lo zava
Ev zavakê vê biharê
Lo lo lo lo zava
Fîstanê bûkê ji pelê darê
Lo lo lo lo zava
Fîstanê bûkê ji pelê güzê(*)
Lo lo lo lo zava
Da ye te xefşa xezalê(**)
Lo lo lo lo zava
Ji te re bûka kebaniya malê
Lo lo lo lo zava
* Güz: Li Merdînê nabêjin goz, dibêjin güz. **Xefş jî zarokê xezalan e.