Stranên Xelîl Xemgîn ên li Ser Şehîdan

Firaz Baran

Xelîl Xemgîn di sala 1978an de ji bo xebatê diçe Erebistana Siûdî. Li wir Huseyin Yorulmaz nas dike. Yorulmaz ji Semsûrê ye û wê demê sempatîzanê Apociyan e. Ew ji Xelîl Xemgîn re qala koma Apociyan dike. Dibêje: ‘‘Ew Kurdistana azad diparêzin, bi vê armancê li bakurê Kurdistanê xwe birêxistin dikin û di demên pêş de dê dest bi şerê çekdarî bikin.”

Fikra rizgariya neteweyî bandorê li ser Xelîl Xemgîn dike. Bi hev re li Erebistanê dest bi xebatên siyasî dikin. Pêşî di nava karkerên kurd de propagandayê dikin û alîkariya aborî kom dikin. Vê alîkariyê ji bo têkoşîna Hîlwan-Sêwregê dişînin welêt. Bi demê re li bajarên cuda komîteyên xwe ava dikin. Di salên pêş de dest bi belavkirina pirtûk û rojnameya Serxwebûnê dikin. Herwiha Xelîl Xemgîn li ser têkoşîn û şehîdan stranan çêdike. Wan stranan jî li ser kasetan bar dikin û li karkeran belav dikin.

Di vê pêvajoyê de Huseyîn Yorulmaz tevlî gerîla dibe. Di sala 1985an de jî Xelîl Xemgîn diçe Efrînê. Li wir bi Rêber Apo re hevdîtinekê pêk tîne. Rêber Apo ji bo ku ew beşdarî xebatên çand û hunerî bibe, ji wî re pêşniyaz dike ku biçe Elmanyayê. Li ser vê yekê Xelîl Xemgîn di mijdara 1985an de diçe Elmanyayê û beşdarî xebatên HUNERKOMê dibe.

Ji ber vê yekê Xelîl Xemgîn ne tenê stranbêj e. Di heman demê de ew yekem kesê rêxistinkar e ku li gel Huseyîn Yorulmaz di nav karkerên kurd ên Erebistana Siûdî de şoreş rêxistin kiriye.

Xelîl Xemgîn, bi dehan stran, ku nayên jibîrkirin saz kirine û bi dengê xwe yê xweş gotine. Di xebatên çandî û hunerî yên şoreşa Kurdistanê de keda wî mezin e û diyar e. Di vê gotarê de em ê cih bidin stranên wî yên li ser şehîdan hatine nivîsandin. Xelîl Xemgîn heta niha li ser şehîdan gotinên 30 stranan nivîsandine û muzîka wan çêkiriye. Ew stran ev in:

Bagok: Li Çiyayê Bagokê 20 gerîla di sala 1988an de şehîd bûn. Stran li ser tekoşîna şehîdên Bagokê ye.

Heval: Li ser gerîlayê PKKê Huseyin Yorulmaz e.

Hogir: Stran li ser fermandarê ARGKê (Artêşa Rizgariya Kurdistanê) şehîd Hogir (Mehmet Ata Aslan) e. Ew di 5ê hezîrana 1987an de li gundê Habisê yê Omeryanê şehîd bû. Şoreşa Kurdistanê, ew pêşengê YCKê(Yekîtiya Ciwanên Kurdistanê) îlan kir.

Zindan: Stran li ser damezrînerên PKKê Mazlum Dogan, Mehmet Hayrî Durmuş û Kemal Pîr ên ku di sala 1982an de li zindana Amedê şehîd bûne hatiye sazkirin.

Amed: Li ser şehîdên Zindana Amedê yên sala 1982yan hatiye sazkirin.

Ey Şehîd: Li ser şehîdên Kurdistanê hatiye sazkirin.

Hey Lê Dayê: Li ser gerîlayê PKKê Hamît Avci hatiye sazkirin.

Dayê Tu Negrî: Di vê stranê de Şehîd Fîraz tê vegotin. Ew ji Rojavayê Kurdistanê ye. Stran axaftina di navbera dayikekê û kurê wê de vedibêje. Xelîl Xemgîn ev stran bi hunermend Zozanê re striyaye.

Doza Memo: Gerîlayê PKKê yê bi navê Memo di sala 1992yan de li gel 14 hevalên xwe şehîd dikeve. Bavê wî nameyekê ji kurê xwe re dinivîse. Xelîl Xemgîn dema ku vê nameyê dixwîne pir bi bandor dibe û vê berhemê hildiberîne.

Partîzan: Ji bo şehîd Hamît Avci hatiye nivîsandin.

Hemzeyê Pehlewan: Straneke li ser şehîd Hesen Bîndal e. Bîndal hevalê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê zarokatiyê bû.

Çiyayê Xerzan: Stran li ser fermandarê Xerzanê şehîd Merwan e.

Wenda: Di salên 1990an de bi hezaran kurdên sivîl qetil kirin. Dîsa bi hezaran jî desteser kirin û winda kirin. Di raporên mafên mirovan de tim û tim ev gotin hat nivîsandin: “Winda” û “Kuştina kiryarnediyar”. Dewletê bi tunekirina mirovên pêşeng xwest têkoşîna gelê Kurdistanê bifetisîne. Hunermend ev stran ji bo hemû şehîdên winda û ‘kiryarnediyar’ saz kiriye û gotiye.

Zîlan: Ji bo gerîlaya PKKê Zeynep Kinaci (Zîlan) hatiye çêkirin. Kinaci di 30ê hezîrana 1996an de li navenda bajarê Dêrsimê çalakiya canbexşane pêk anîbû.

Rista Şehîd: Li ser şehîd Huseyin Çelebî ye. Çelebî sembolê xwendakarên zanîngehan e.

Ey Botan/Egidê Me Rakin/Bist û Heştê Adarê/Were Egîdo Lawo: Dema Fermandar Egîd (Mahsum Korkmaz) şehîd bû, bandoreke mezin li ser tevahiya pêkhateya PKKê û gelê Kurdistanê kir. Xelîl Xemgîn û Hozan Mizgîn wê demê ji bo Fermandar Egîd kasetek taybet jî derxistin. Xelîl Xemgîn ev çar stran ji bo Fermandar Egîd saz kirine.

Helebçe: Stran li ser şehîdên Helebçeyê ye û hunermend Zozanê gotiye.

Birîndar im: Li ser şehîdên dijîn anku xaziyan hatiye sazkirin.

Silava: Li ser şehîd Silava (Têkoşer Meryem Mihemed) hatiye çêkirin. Şehîd Silava, di sala 1991an de li gundê Elemdarê (Roco/Efrîn) hatiye dinyayê. Di 20 saliya xwe de tevlî YPGê bû. Piştî perwerdehiya xwe ya li Efrîn û Halebê li dijî dagirkeran axa xwe parast. Ew li Efrînê di nava YPGê de yekemîn fermandara jin e. Di 29ê gulana 2013an de şehîd bû. Bi şehadeta xwe bandor li ser hemû gelê rojavayê Kurdistanê kir.

Bûka Deştê: Ev stran li ser şehîdên Kobanê hatiye sazkirin.

Dayikên Şehîdan: Ev stran jî ji bo dayikên şehîdan hatiye nivîsandin.

Şervanê Axê: Ji bo Şervan Muslim ê ku di cotmeha 2013an de şehîd bûye hatiye nivîsin. Şervan Muslim kurê Hevserokê PYDê Salih Muslim e.

Şengal: Li ser şehîdên komkujiya Şengalê ya 2007an hatiye nivîsandin.

Nalînek Ji Başûr: Li ser şehîdên Enfalê hatiye nivîsandin.

Hê Kurê Min: Nasnavê Huseyîn Yorulmaz Abuzer bû. Ew di 26ê adara 1986an de li bejahiya Semsûrê di şerê bi artêşa dagirkeran re şehîd dibe. Huseyîn Yorulmaz li Erebistanê ji bo kurê xwe Mezlûm helbestekê dinivîse. Xelîl Xemgîn ji bo vê helbesta bi navê “Hê Kurê Min” muzîkê çêdike. Ev berhem di kaseta ‘Bagokê’ de tê gotin. Stran bi vegotineke Xelîl Xemgîn a zêmarî dest pê dike, hestên xwe yên li ser rêhevalê xwe wiha tîne zimên:

Heval heval heval
Şehîd heval, Husên heval
Heval heval, canê min heval
Heval heval riyam heval şehîd heval

Çiyayê Semsur çi fireh e
Bejna hogir û hevalan di nav de ne
Bejna Hecî û Faik û Elî
Heval û hogiran benda te ne
Hewar heval
Gundê Gomika kanî
Hogir û hevalêm ji bo te diçin nava karwanê şehîdan e
Min soza biryarên serê çiyayan
Hewar heval hewar heval Husên heval

Piştî vê zêmarê, Xelîl Xemgîn li ser kasetê wiha diaxive:

“Rêheval Husên, tu dilovan û evîndarê Kurdistanê yî. Bi bîr û bawer î.
Tu qet ne xembar be. Dilovîniya te bo xaka niştîman û bîr û baweriya te ya bi gel re, sorbûna xwîna te û geşbûna dilê te îro bûye tîrejên beyanên li ser çiyayê Nemrûdê; xwe rêz dikin û şewq didin qadên serfiraziyê. Tu bi fîzîkî vê gavê ne di nava me de yî. Tu di nava karwanên şehîdan de yî. Lê em girêdayî we ne. Her dem di bin fermanên we de em ê xwe bi pêş ve bibin û li ser riya we tekoşînê bikin. Belê, hevalê şehîd, şehîdê tolhildanê… Ev wesyetnameya te bû. Ev helbesta ku te ji kurê xwe Mezlûmê biçûk re digot, te ji me re kir wesyetname. Em jî îro diyarî gelê xwe dikin.”

Piştî van gotinan hunermend strana ‘Hê Kurê Min’ ku şehîd Huseyîn Yorulmaz ji bo kurê xwe nivîsîbû distrê:

Hê Kurê Min
Gotin: Şehîd Huseyin Yorulmaz
Muzîk: Xelîl Xemgîn

De her bixwîne hê hê kurê min
Tu her bibîne hê hê sebra min
Tev ilm û zanîn rabe bistîne
Li benda te me zû be bigîne

Hê hê kurê min zane be bibîne
Dîroka welatê xwe bixwîne
Meyze ke li bavê xwe ew çi dikişîne
Li dijî kedxwariyê ew serî hiltîne

Kurêm meze ke li xalê xwe Xemgîn
Bi derd û xeman, em li hev civîn
Hogir û heval in dilbievîn
Leşker in em tev ji bo serxwebûn